logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Sedemên nivîsînê kelecanên nivîskêr

  • Dîrok: 27/08/2013
Nivîsa ku ji Berî Zayînê ji 3 hezar salî zêdetir xwedî rabirdûyekê ye, ji Serdema Navîn û vir ve di nav civakan de rehên xwe bi awayekî ku êdî neyên rakişandin berdane û piştî deng, axaftina rû bi rû ew bûye duyemîn amûra danûstandinê û hwd. Di sedsalên 18 û 19’an de kesê xwedî nivîs an gotarekê bû, ku dikarî bi dahata nivîsekê yan gotarekê mehekê pê debara xwe bike, ew dahat di roja îroyîn de êdî bûye delîveya dewlemendiyê ya hin nivîskarên ji civakên bi xîret.
Li gorî nûçeya rojnameyekê, par xanimeke nîvîskar a tirk ji dahata firotina pirtûkên xwe yên salekê mîlyonek û dused hezar TL wekî bac daye dewletê. Her wiha, par li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê 156 pirtûkên bi kurdî hatine çapkirin. Pirtûkên kurdî ku hezar heb têne çapkirin bi tevahî dikin 156 hezar pirtûk. Her çiqas ku bazara kurdî ji alî me tevan ve tê zanîn jî, fermo eger ku ew 156 hezar pirtûk di salekê de bi tevahî werin firotin, em bêjin her yek ji wan pirtûkan bila bi 10 TL be, ku dizanim matematîka min ne baş e jî, lê hesabê vê yekê diyar e, mîlyonek û pênc sed û şêst hezar TL. Ku bala we kişandibe, di nav vî hesabî de mafê çapê, telîfa nivîskêr û karê weşanxaneyê jî heye. Yanê 156 nivîskarên kurd, 156 berhemên kurdî beramberî baca xanimeke nivîskar a tirk e. Lê bi qasî 360 hezar TL ji karê wê, ango ji baca wê hermetê zêdetir...!  Lê belê, ne ewqas e jî, ji wan 156 nivîskaran û 156 pirtûkên ku ji her yekê bes çend sed heb têne firotin, kerem bikin, daneyan hûn bihesibînin... 
Mijar ne hevrûkirina kar û baca wê xanimê û ya nivîskarên kurd e lê, hal ev hal e... Her çiqas ku Xaniyê Mem û Zînê sê sed sal berî vê gotibe, “çi bikim ko qewî kesad e bazar, nîn in ji qimaş re xerîdar” piştî Xanî sê sed sal... Xaniyê gewre, ezbenî piştî te sê sed sal, mixabin ku bazar hê ew bazar e... 
Nivîsandin; ji bo ku gotina nivîskêr heye, ew dinivîse, lê...
Her çiqas ku ji bo nivîskêr sedemên nivîsandinê ne dahatek û dewlemendî be jî, lê ji nivîsê bidestxistina dahatekê û derfetên aboriyê hinekî şertên nivîskêr hêsan dike û nivîskar bêyî xema debarê, bi derûnî û şertên hinekî baş dem û derfetên xwe ji bo berhema xwe terxan dike. Û bêguman, ku ji berhema xwe dahatek û bidestxistina şertên baştir ên jiyanî ji bo nivîskêr dibe kelecan, motîvasyon û pêve girêdayî, daxwaza afirandina berhemên bêqûsir û hêjatir. 
Û li aliyê din, berhemeke ku pir tê firotin û xwendin, pê re zêdebûna xwendevanan, navdarî û populerîtiya (ku diyardeya serdemê ye) ku li xwediyê berhemê, nivîskêr vedigere, bêguman ku ew jî ji kelecanên nivîskêr ên lêzedebûyî ne. 
Lê belê, ew  nivîskarê kurd ê/a ku nikare bi dahata berhema xwe li çayxaneyeke çayekê îkramî dostekî/a xwe bike, ew nivîskarê kurd ê/a ku ji popîlertiya nivîskariyê, ji nivîsê bidest(ne)xistina dahatê, nebûna bi hezaran xwendevanan û bi firotina çend sed pirtûkan,  nebûna nirxandin û rexneyekê, ku ji van hemû kelecanan bêpar e... 
Û di ser de jî, ji bo debara jiyanî, ku ew neçar e karekî din bike, gelo çi sedem û kelecanên wî/wê nivîskarê kurd hene, ku berê xwe dide, daye nivîsandinê???...
 
welatdilken@hotmail.com  
Hin Nivîsen Nivîskar

Efsûniya Peyvê

  • 28 Pûşper 2013

Kurd, hê nû nû bi riya nivîskar-helbestkaran li qada wêjeyê û hunerê dengê kurdî dibihîsin, bi nivîskar û helbestkarên kurdî  re...

Nivîskarî û bazirganî

  • 14 Rezber 2016

Bi vî zarî, ku bi ser lêkirina helbestê re hezarek sal, ku bi ser honandina pexşanê re sê sed salek temen borî be jî, wekî li civakên din ên li cîhana...

Hezevîn

  • 27 Rêbendan 2015

Ku mirovekî/ê bidî ser destên xwe, bi cama mîkroskopê ku li reşikê çavan binêrî, eger lê geriyabe, jê geriyabe merivê bibîne ku tekane...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ez careke din namzeta xizmeta demokrasiyê me

ad

MEDYA-DER wê li ser ziman xebatê bike

ad

Êşa bi strî ziman û yekitî

ad

Arjen Arî: EZ

ad

Pirtûka nû ya Arjen Arî derket

ad

Kayyûm kurdiyê ji holê radike: Malperên bi kurdî têk birin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname