Li rojava şoreşan şoreşên hişî jî bi xwe re aniye, lê li rojhilat tiştekî din qewimiye; li ev axa fît û fireh a ku bêhed neft jê der dibe, kevirên wê zêr û zîv in, axa wê her tiştî têr dike, çem û kaniyên wê bi coş in, ji baweriyê jî zêdetir bawermend hene, bi sedem û bê sedem timî şer e her kes endamê artêşekê ye û bêhejmar birçî jî û bêhejmar bêmêjû jî; heçî cehş in, heçî nêr û mê teres in; wekî ku nefel e nefel, her der rapêça ye… Yanê li vê erdnîgariya her tişt lê şîn tê qey ji nijada pêxemberan in; hezar salê belkî siya yek-du ronakbîran lê xuya dibe yan nabe!
Helbet sersebebên vê kêmxuyabûnê hene; tiştê her kes pê dizane dubare nekim!
Lê Îro roj li rojhilat cureyekî ‘ronakbîriyê’ serbest e! Dema pişta xwe bidî hêzekê dikarî hêza din reş û rexne bikî lê nikarî pişta xwe nedî derekê sekneke rewşenbîrane nîşan bidî, ya divê were rexnekirin rexne bikî. Çiku ‘li rojhilat bêpiştî bêkesî ye, ne karê her kesî ye’
Behsa min ne yên qelp-teneke ku timî dûvikê plan, hesab û berjewendiyekê ne, li qehwexaneya malnîşînan rûdinin navên ‘kurd aydini turk aydini’ (rewşenbîrên kurd rewşenbîrên tirk) berhev dikin û wekî teyrên berate berê xwe didin aliyê qels xuya, ya keys lê anîne. Behsa min ronakbîrên xas ên rojhilat ên pişta xwe dane ronahiya hişê xwe, bi ristên xwe yên gerdûnî ku bi hestên mirovane têr û tije ne berê rexneyan dane her şaşiyên netewe-civak û desthilatên xwe.
Ji wê sedsalê û vê sedsalê çend çirayên ronakbîrên rojhilat ên şewq dane hene nizanim, lê yên ez dizanim, bi sê ayetên pîroz ên ronakbîriya rojhilat; ji me rûspiyê qeşeng Evdila Peşêw bi dîwana ‘Birakujî’, Nîzar Kabbanî bi helbesta ‘Qesîdeya Belkisê’, Mahmûd Derwêş bi helbesta ‘Li Mala Nîzar Kabbanî’ di vê serdema rojhilat û ‘Me’ ya herî tarî û xirab de bi her hevok û rista wan a tije hestên mirovane û xwedan wijdan bêhtir di ber de terim: birakujî wêneyekî me kurdan dinimîne; ji ser re nêzî sî sal boriye, ji wê wextê ta vê wextê çi yê me guheriye?
Qesîdeya Belkisê wêneyekî ereban dinimîne; ji wê hêngê ta vê hêngê çi yê ereban guheriye?
Li mala Nîzar Kabbanî wêneyê tenêtî û pêrîşaniya ronakbîriya rojhilat dinimîne...
Gotine, ronakbîr wijdana civakê ne. Erê, tevî wijdanê ew samîmîbûna civakê ne jî.
Helbet dema ronakbîr hebin dê koka zordestan neqele, lê belkî bi hebûna wan civakên bi xwedan exleq ên ‘bi gur re dixwin bi xwedî re şînê digerînin’ nebin!
‘Bi gur re dixwin bi xwedî re şînê digerînin’! Yanê çi?
Li bajarê Îzmirê bi destê bejiyekî tirk keçeke kurd hate gulebarankirin û kuştin! Hinên ku meriv nizane bezê bin guhê wan ji pişta kê ye bi devê peyayê dewletê B. Atalay diaxifîn digotin, “eger belgeya Mîtê di berîka meriv de nebe kes nikare li wê partiyê bişixule”
Dema ew keçik hate kuştin di berîka wê de çi belge derket em nizanin, lê em dizanin di bedena wê de çend guleyên kê derketin!
Piştî kuştina wê keça kurd ên digotin belgeya Mîtê jî konê şînê danî rondikên sexte barandin. Belesebeb negotine: “eyarê bênamûsan tune ye”.
Ma bi tenê eyarê bênamûsan???
Li civakên hev de ketî, bêser û ber ku tifa ronakbîran ziwa dengê wan hiş bûbe, ma eyarê çi heye…
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin:
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin:


