logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Tu xwînerê berhemêyî yan ê nivîskêr î?

  • Dîrok: 15/03/2014
Peyva ewilîn a ku li ber pênûsa nivîskêr dadirije ser kaxizê, pê re pê re goşt digre dibe hevok û bi bervî çîrokê ve wekî bejna spîndarê bejn dide. Di vê pêvejoya lêkirina dîwarê honekê de xwînerê kêliya yekem a metnê, nivîskar bi xwe ye. Her çiqas ê/a ku dîwarê honeka çîrokê lêdike, ku nivîskar be jî, lê ew di pêdeçûna çîrokê de ne carê, bi dehan caran dibe xwînerê yekem ê/a metna xwe. Lê piştî ku wî/wê hevoka dawî nivîsî û wekî çîrok ku di navbera du bergan de metna xwe bi firê xist, êdî xwînerê wê metnê ne nivîskar xwînerê li derve yê ku nivîskêr di dema lêkirina honekê de xwe dixist dilqê wan. Lê çi dem, ku metn kete nava du bergan, nivîskar êdî di dilqê dayika, ku kur an keça wê gihaye temenê zewacê, ku dikeve tatêla‘gelo hinin ên ji malzaroka min in jî biecibînin, bixwazin’? guh didêre derdora xwe da yek an çend kes behsa-pesna yên ji wê peyda bûne jî bikin-bidin. 
Di qada wêjeyê de pesindar xwîner e, ku hebe yek jî jê rêxnegir e. Lê yê ku bala rêxnegir dibe ser metnê jî xwîner e yê ku bala nivîskêr lê ye jî xwîner e. Û bê şik û guman, ê ku ji dîrokê ta îro bi destên metnê re girtiye û ew aniye asta îroyîn, dîsa xwîner e. 
Wêjeya ku piştî serboriya bi keft û left a bi sedan salan li pey xwe hişt, îro di nav civakan de gihaye cihekî bi xwedî xatir, pê re di serdema îroyîn de bûye yek jê diyardeya herî popîler, ku bi mîlyonan mirovan wekî xwîner li pey xwe radikşîne. Bi wê popîlertiyê re îro dema meriv bala xwe dide girseya xwîner, a ber bi çavên meriv dikeve, tê dîtin ku du cure xwîner li dora metnê û afirînerê metnê nivîskêr civiya ne!  
Ji wan xwîneran ê yekem xwînerê metnê-berhemê ye. Lê yê duyemîn, ê ku bi çanda popîlerîzmê re peyda bûyî, xwînerê nivîskêr e! 
Ango cudahiya xwînerê yekem û duyem ew e; xwînerê yekem eleqeyê nîşanî berhema nivîskêr dike lê xwînerê duyemîn ê ku li ber bayê popîlerîzmê ketiye, ji dewsa berhemê ew bûye aşiqê çîroka şexsî ya nivîskêr û aforîzmeyên nivîskêr ên dervayî metnê û nivîskêr bi xwe. Bala wî/wê ji berhema nivîskêr bêhtir li ser wî/ê û jiyan û magazîna nivîskêr e. 

Xwînerê/a yekem; xwînerê berhemê ye. Têkîliya wî/ê ya bi nivîskêr re bes metn e. Bêyî berheman, nivîsan, gotûbêjan, şopandina çalakiyên wêjeyî û mizgîniya berhemeke nû, nivîskar ne di bala wî/ê de ye; li ku rûdine, çi dixwe vedixwe, bi kê re radibe rûdine, çi li xwe dike, qeşeng e yan na, qet ne di bala wî/wê xwînerê de ye. Ku ew bi serborî, kesayetî û hinekî bi çîroka jiyana nivîskêr zanibe jî, lê ew vê yekê di devê xwe de nake benîşt nacû, nade cûtin! Bes, ew di berhemê de li zevqa wêjeyî digere, bi xwendinê dixwaze çêja wêjeyê werbigre. Heke ku nivîskêr ew yek bexşî wî/ wê kiribe ew dibe nivîskarê wî/ê. Û heke ku ew xwînerekî/ê bi wêjeyê re eleqeder be, ku derfetê bi dest bixe bi wêrekî, zanayî û bi nefsbiçûkî dikare pirs û rexneyan jî li afirînerê berhemê bike, û ewqas!. 
Ew e xwînerê ku qîmet, nirx û xatir dide wêjeyê û nivîskêr û tiştekî girîng tevlî wê wêjeyê dike . Nivîskar him gelekî ji wî/ê hez dike û him jî ji ber ku ew xwînerê rast e jê ditirse jî.  Bes, di destê wî/wê xwînerê/î de ji dewsa çepikên şelafiyê berhem heye… Ew xwînerê ku aleya wî zimanî û wê wêjeyê li berzebanan dalidiqîne…    

Xwînerê/a duyem;  bi xwendina berhema yekem re dibe aşiqê wî/wê nivîskarê. Ew xwîner bi xwendina berhema nivîskêr a yekem re wî/wê dike nav nivîskarên xwe yên bijare. Li gorî wî/ wê xwînerê, nivîskêr di berhema xwe de emerîka kifş kiriye; wekî  berpirsyariya belavkirina vê rastiyê; ew xwîner îhaleya propagandeya wî/wê nivîskarê/î digre ser milên xwe. Di civat û sohbetên dostik û hevalan de, hew hevokên wî/wê ew in: Nivîskarê min wisa wisa nivîsî ye, awandgard e, tirtire ye, pêşeroja wêjeya vî gelî, vî zimanê û vê wêjeyê ye û hwd. Xwînerê îhale hildayî milê xwe, bê hed dide nav, ku carinan nivîskarê berhemê jî şaş dimîne, ‘gelo ew ê ku tê behskirin ez im’!? 
Ew xwînerê xapandî yan ê ku xwe xapandî, êdî xwe dide bendê da ku nivîskarê/a xwe gotineke tirtire li ser zimanê xwe bipekîne da ew wê wekî aforîzmayekê li derdora xwe belav bike!. 
Ew xwîner lixwekirinên wî/wê, xwarin û vexwarin, bi kê re rabûn û rûniştin, qeşeng e yan na, bi van tiştên nivîskarê/a xwe re gelek eleqeder dibe. Xwe dide bendê da bi wî/wê re wêneyekî bigre û belav bike. Peywira îhalegirtinê baş bi cî tîne. Ew xwînerê cefakêş dê bi şev û roj hewl bide, ku berhema nivîskarê belkî ji bajarê xwe, belkî ji herema xwe, belkî di nav komika xwe ya hevalan de ye, rade çavên derdorê: berhem wisa wisa berze ye û hwd! 
Ango di şelafiyê de kêmasî nabe! Ta kengê, ta ku nivîskêr ew şelafiya wî/wê textîr nekiriye. A hingê, wê bi hêrs û bi rikeke dijminane (wekî evîndarê/a hatî rêdkirin) dê nivîskarê ku li ser destê xwe hildaye ber esmanan, li jorê ku berd jêr, parçeyê mezin ê nivîskarê reben ku haya xwe ji vê işqa xwîner tune ye, dê guhê wî/wê be!  Ew ne xwînerê rast ê wêjeyê û berhemên wê ye. Ew aşiqê çîroka şexsî ya nivîskêr e. Tişta ku bandorê li ser dike ne berhem bayê çanda popîlerîzmê ye. Belkî, hebûna wê/î xwînerê ajoyên nivîskêr biwerimîne, lê tu xêra xwe ji wêjeyê re tune. 
Ji lew, di destê wî/wê de ne berhem çepikên şelafiyê û li milên wî/wê  nivîskar sîwar e!
Lê xwînerê kurd! Gelo ew berhemê dixwîne yan li pey çîroka nivîskêr a şexsî-magazînî ye?

Têbinî: 21’ê Adarê roja Newrozê di heman demê de Roja Cîhanê ya Helbestê ye jî. Bi hêviya ku hemû qadên Newrozê bi bihîstina dengê helbesta kurdî bixemilin bicoşin, roja helbestê bi germahî û ronahiya agirê Newrozê pîroz be! Newroz pîroz be, Newroztan pîroz bit, Nûroz mubarek bo, Newroz pîroz bo!

Hin Nivîsen Nivîskar

Wergera wergerê

  • 23 Tebax 2021

Werger bo du tiştan kêrhatiye; yek bo danûstendina kesên ji zimanekî din a dibe navgîn didu ya bo nasîna çand û jiyana yên ji neteweyeke din.Bi rêya yekê em...

Pêkanîna neteweyekê û tirkên diçin fezayê!

  • 22 Sibat 2021

Çîroka neteweya almanan a dema Hîtlerê zordest tê zanîn, wî îmaj û mîrateyeke çawa li pey xwe ji neteweya alman re hişt?Çîroka japonan tê...

Li nav civaka me sûîstîmal, yan jî xapînerî!

  • 22 Avrêl 2020

Ew tişt li cîhanê jî diqewime, li civakên din jî bivê nevê mijara sûîstîmalê wekî pirsgirekekê di rojevê de ye, lê belê, li wan...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Wezîrê Kurd: Em dikarin li vir cih bidin Roj TV

ad

Ev jî çêbû: Bi kincên leşkeran derketin sehayê

ad

Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Newyorkê bi mijara yekîtiya neteweyî li dar dikeve

ad

Hûn nikarin di pankartê de vê binivîsin!

ad

KCD-Ewropa ava bû

ad

Hûn dixwazin bawer bikin an nekin: Ev derzî 50 hezar salî ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname