logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Zargotin û mirina zêmarê!

  • Dîrok: 23/01/2022
Zargotin nasnameya neteweyan e. Neteweyek bi zargotin-foklora xwe rengê xwe yê çand, ziman, wêje, muzîk, huner, govend, zêmar û hwd. ku di serboriya xwe ya dîrokî de aniye pê li gorî dem û serdemê bi veguherandina ber bi pêş ve nû dike û pê nasnameya xwe ya neteweyî dinimîne; bes bi wê nimandina rengên xwe yên zargotinê pê ji neteweyên din cihê dibe. 
Di wê nimandinê de sê dengên zargotinê ku qadên zimên in hene; govend, muzîk û zêmar! 
Ev her sê qadên zimanê kurdî ne; bêyî kurdî deng ji wir nê, dengê zimanekî din qet lê naye…
Govend; Wextekê dawetên kurdan cihê karnavalî yên nîşandana govendên kurdan bûn; li her bajarê kurdan ji ser bîstan re cureyên govendan hebûn; li Semsûrê tevî çîrok, notayên muzîkên wan, hejmara govendgeran, cil û bergên li xwe kirinê û kêrsim, awayê gerandina govendê min bo xebatekê 36 govend tomar kiribûn.
Yanê ji wan govendên bi hevahenga karnavalê digeriyan bi saya serê bajarvaniya bi zorê û eywanên dawetan destê me de maye şemamê şêrizdîn û şevkoya ku bi muzîkeke elektronîk-ne bi dahol û zirneyê bi ahengeke mîtîngwarî xama xwe dihejînin, hew dihejînin…
Ji ber nebûna rihê kurdî, estetîka govendê, gotina dûrikan, lîstina lîstika kal û pîr û bûka bezê êdî dawetên kurdan ên di eywanan de li dar dikevin dibin şahiyên ku deriyek ji ser kurdî re tê girtin û pê re jî guleke zargotina kurdî rû dide çilmisînê…
Zêmar; Tê bîra min hê ez zarok bûm, li gund û demên pêşî yên li bajêr jî bûme şahid ku yek ji nasan cîranan dimir di odeya şînê ya bo jinan hatiye raxistin de hin jinên di hunera zêmaran de bi dengekî xweş dilorandin; kirasekî yê/a mirî digirtin destê xwe, bi awayekî jixweber-dogaçlama wekî hunermendeke operayê ya hoste zêmar digotin û bîst-sî jinên li dora wê rûniştî, nas-xerîb gişan bi hev re wekî orkestrayeke tragediya yê/a mirî (ne bi hawar ne bi qirîn) bi hevahengekê hunerî dikudandin, dilorandin; pê re ku dengê zêmarbêjê dihat aliyê mêran rondikên mêran ji fediyê xwe di nav simbêlan de vedişartin û yek mêrekî jî ceger nedikir li rûyê yê kêlekê henîşk kutaye balgîvê binêre …  
Ew odeya jinan a di şîngerandinê de dengê zêmaran lê bilind dibû wekî sahneya fîlmekî dramatîk bû; helbet ne alîgirê pir girînê me lê tiştê dixwazim balê bibim ser ne girî qad û hunereke din a derî ji ser kurdî re hatiye girtin e! Miriyên me êdî bê zêmar tên veraskirin û guleke din a zargotina kurdî êdî çilmisî. Çiku ji bin şêstî re kesa bi zêmaran dizane û deng dikudîne êdî tune. Heke hebe jî êdî ji aliyê yên olî ve guneh ji aliyê yên modern ve jî wekî adeteke paşvemayînê û gundiyane tê hesêb... 
Zêmar şan û prestîja yê/a mirî bû. Li şînê heke zêmar nehatiba gotin ê/a mirî yan kesek xirab bû yan bêkes! Wisa ku, xelk bi pereyan zêmarbêjan digirin bo ser miriyê wan zêmarekê bibêje! Ew hunera hezaran salan a bedewiya zargotina kurd bû qurbana mewlûd û modernîteyê…
Muzîk; Yek ji rengê zargotina kurd a bi dengê xwe berz û xweş muzîka kurdî ye. Carinan li xwe dipirsim dibêm Dilşêr Bêwar û gelekên din çima ew qas ji dengbêjan, nemaze ji Şakiro hez dikin! Bersivê wiha didim xwe; ji ber ku di dengbêjan de hê tîrtir kurdî û kurdayetî heye!
Lê di muzîka hemdem de? Eger ji aliyê zimên û rihî ve muzîka kurdî ya hemdem dewsa dengbêjan bigirta ne Dilşêr, ne min û yên din, me dê ew qas guh ji dengbêjan re bel nekira…
Çend navên ku bi deng û şêwaza xwe bi salan mil dan muzîka kurdî ku îro êdî malnîşîn bûne û çend kesên bi berheviyê dixwazin tiştekî bikin (ji ber hilnebirîna tiştekî nû û baş, dubare sitrîna klamên bûne klasîk) 
Lê gotine: ‘bi gulekê bihar nayê’.
Ji lew, bi qirikeke ne bi kurdî bi gotinên bêrih bi performans û cestên çêkirî; li başûr bi rengdana popa tirkî ya populer, li bakur kopyekirina muzîka tirkî ya erebeskiya xweser-ozgûn, li rojhilat neçariyek li hemberî rengê farsî û binxet, nema dertên Mihemed Şêxo, Seîd Yûsiv û yên din.
Çendîn ev gula zargotinê, muzîk wekî neçilmisî bixuye jî û wekî deriyek ji kurdî re vekirî jî be lê ji ber ew qas bi erzanî û hêsayî her kes (ên zimanê stran gotinê kurdî yê jiyanê tirkî) dengê xwe yê ji huner, gotin û ji qirika kurdî dûr digihîne bazarê… 
Û bo giştî, navê vê yekê danîne; ‘zeman diguhere’! 
Gelo bi rastî zeman diguhere yan me diguherînin!?
Gelo ew zeman çima bo ereban, farisan, almanan, îngilîzan, ûrisan, ermenan, hîndûyan û yên din naguhere? Almanan, îngîlîzan, ereban, farisan, ûrisan û yên din sed-dused sal beriya vê ku çawa dawetên xwe li dar dixistin, çawa şîna miriyên xwe digerandin, çawa muzîka xwe distiran îro jî kêm zêde bi heman şêweyî rêwûresmên xwe pêk tînin lê em, ‘em yên zeman bes bo wan ne yê berê ye’!!! 
Nizam kê em wiha bi şîret kirine; ‘modernbûn û guherîn ne bi bîrûbawerî bi şeklî ye’?!
Netewe ne bi carê re parçe parçe dimirin; li ser dara wê her carê guliyek tê birîn ta daketiye kokê; duhî cil û berg, îro zêmar, sibero tiştekî din…

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji berê ve ez ne zerdeştî me!

  • 21 Pûşper 2020

“du çîrokên dîroka mirovahiyê:du çîrokên ‘mirovahî çawa afirî’ hene;yek mîtolojî ye, nivîskarê wê Nûh,...

Vê zivistanê!

  • 05 Sibat 2017

Tatêla vê yekê gelekî dikim; dema dibînim guliyên daran dihejin, bayek tê wan bi hev re dihejîne; yek di vir de yek di wir de, geh bi jêr de geh bi jor de, ku ne bi aheng bin...

Kurdekê got: te wergeranda tirkî min ê jî bixwenda!

  • 17 Gulan 2014

Hirmetê got: te wergerenada tirkî min ê jî bixwenda! Eger ev hevoka bi zimangerî, ku biçûya guhê yekî/ê biyanî dê bigota ew a kurd dixwaze berhemeke bi...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Cejna zimên, azadiya zimên e

ad

Endamên Juriya Festîvala Kozaya Zêrîn temam bûn

ad

Lîstikvanên Diyarbakirsporê jî çûn

ad

Festîvala Tetwanê dest pê kir, va ye roj bi roj bername

ad

Wezîrê Karên Hundir dîsa lêpirsîn li Şaredariya Sûrê vekir

ad

Heyeta Vatîkanê çû Rojava

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname