logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Zemanê π (3,14.. 60 hezar)

  • Dîrok: 03/11/2023
Zeman, wextekî ber penî bû. Dinyayê hilm û gurma xwe mêtibû. Erdê rika xwe rêtibû. Esmanî kerba xwe pahtibû. Avê çaviyên xwe miçandibûn, deriyên xwe dadabûn, reh û rîşalên xwe kişandibûn. 
Wê hingê, agir bi canê çiyê ketibû. Sîberên pan ên wî çiyayî ku xelkê dê di nivîştên xwe yên qedîm de li ser kêlan navê “Êdurû” –Eiduru- lê bikira –belkî agir jê pijiqîbû lewra bi navê “adirû” gazî kiribinê û teyrê Êdurû bi dilqê Sîmirxekê di zikê wê de hêlînek ji xwe re çêkiribe û kengî tarîtî serî ji ronahiyê bistîne ew jî vereşe ser û hêrsa xwe di “adirê” xwe de bide der-    bi ser kuxînîya hinavên wî de ketibûn tayê û dûkêleke reş ji kezeba wî dida der. Hinavên wî bi janeke giran ketibûn. Êlinc dihatinê. Qolinca wî hatibû ber. Tayeke sarogerm hemû rehên laşê wî qurmiçandibûn. Çiyayê Eidurû dikira ji tayê bimire, dikira ji kulê biteqe, dikira ji qehrê bihincire, dikira ji kerbê biçirre.. Bibe robareke sor û dinyayê bixwe. Hêrsa çiya bi ser guhên erdê re avêtibû der. 
Wê hingê, li wan pesaran, wan warên ku hê tu zanistê pênase nekiriye bê ka çi celeb zindewar lê diêwirîn, çi xudan ruhan hêlîn û malên xwe lê danîbûn, dîsa bayekî sor, hemû kerb û rika kezebên çiyê dida gel xwe û bi ser wan de diweşand.
Agir dîsa gunehên herî mezin dişûştin û li ku derê diket “pak” dikir. Agir, pakî bû di ferhenga Êdurû de. Lewra wî “ê-du-rû” hebûn. Her du rûyên wî bi ser hev de xul dibûn. Sîberên wan bi ser her de dişkestin lê tu carê destên wan nedigihîştin hev. Du çel bûn di miqabilî hev de raçikilî. Mîna du dildaran nedibûn pêlek ar û di mesîla hev de dihewiyan, ne jî dibûn du pihêtên agirî û diketin kevçika hev û li ber paniya dilê hev ditebitîyan. Bêsekn û tebat bûn tim, misêwa misêwa dikir guveguv û nav li xwe didan, ji hinava xwe dixwirîn, nirrîna şêrekî ji hinavên wan bilind dibû timî tim.. Di ber hev de bûn, ne ji bendewariya hev diwestiyan ne jî ji çaverêkirina hev bêzar dibûn, ne jî ji didara hev têr dibûn. Bayên xwe tim hê dikirin pesarên hev, mija hev bêhn dikirin tim, bi bêhna hev sermest bûn daîm lê tu carê destê wan nedigihîşte hev. Du çiya bûn, xwedanên sîperên pan, xwedan newalên kûr, di ber de gir û kepez, kurr û kirrên serîbimêj, di gopitkên hev de aş dikirin bager û bahozên xwe.. Niha, wî dangî zemanî, li wî zemanê berpenî, xwe di hev radikêşan û xwe bi agirî dişûşt. Ew her du rûyên Eidurû, li hev diçiriqîn.    
Kê dizanî belkî her ji hingê ve zindiyên xudan aqil, rêya koçberiyeke dûvedirêj dabin ber xwe, çûk û balindeyan per û baskên xwe vedabin û dû rêgeha rêya kadizan çûbin ser mêşe û bîşeyên dûrtir, li hêlînên dûr lûsiyabin ji xwe re.. kî dizane, belkî jî hinan xwe li ker û laliyê danîbe, xemsarî kiribe û gotibe, ev çiya, ewrekî gurgurî, seyekî hewhewî, zilamekî qurquro wêvetir tu rîxek nîn e, dê bike xurexur lê nake guregur.. û mabe benda vereşîna çiyê ya bi rik û kîn.. Belkî wan xwe spartibe wî dengê hêmin ê naxê xwe ku tim bawerî bi “silametiyê” tîne û tim dibêje, “ma dê çi bibe? Na na.. çi tişt nabe. Çu lê nayêt.. baristan be çu lê nayê” lê ew rûyê “Ê-du-rû” yê dîtir, ku wan qet nas nedikir, rûbirûyî wan hatibû û nîşanî wan dabû ka kî berx e kî beran! Wekî gotî, “em di jiyanekê ketine ku her tişt bi kerê ve mayî; dinyayek ji zeman û jîngeha xwe bizdiyayî û hêvî nîvçe û bikerêvemayî.. Bikerêveman bû deqeke zil li ser eniya wê, pijikî nav ker û pirtikên Ê-du-rû; bi kerê ve man herdu rûyên Ê-du-rû. 

Hin Nivîsen Nivîskar

Baskên ‘edebiyatê’

  • 28 Avrêl 2022

Te dî av piştî ji serokaniya xwe derçû ew ji xwe re coya xwe çêdike û dikişe û diçe digihêje qonaxa xwe. Pê de pê de di her dera tê re dixuşe...

Di rêyên Colemêrgê de heta bi Gûzereşê

  • 11 Kewçêr 2021

Gava ez ber bi geliyê Colemêrgê ve daketim, bendên strana “çûme cihkên serhedan Colemêrg di geliyê kûr de” di korta zimanê min de dikir...

Ji bo çi dinivîsim

  • 26 Rezber 2016

‘Ez ji bo çi dinivîsim?’ Gava li ber awêneya hişê xwe li vê pirsê dialiqim, gotineke pêşiyên Efrîqiyan wiha di ber guhê min de dike pistepist: “Heta...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Îdîa: Qeybî vîrusê korona derzenî hamî viraştişî

ad

Pirtûkek li ser sê zarokên îzmîrî

ad

Pirtûkek din a helbestan: ‘Hinekirî mane guliyên şevê’ derket

ad

EM Û EW Û REWŞ

ad

Berendamên Xelatên Muzikê diyar bûn

ad

Dadgehê berê xwe daye BDP'ê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname