logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

'Komara erebî' jî neçar ma ku bi kurdî weşanê bike

  • Dîrok: 21/08/2025
  • Beş: Serbest

___Dilyar Amûdî___

Tê bîra min gava TRT'ê TRT 6 vekir û dest bi weşana kurdî kir. Wê çaxê hinek li dij derdiketin û hinekan jî piştgirî didayê. Îro jî li dewleta Sûriyeyê ku israr dike peyva "erebî" ji navê xwe yê fermî dernexîne, wê jî dest bi weşana kurdî kir. 

Hîn nizanim kî çi dibêje çi û kî pê re ye û kî li dijî wê ye. Ez vê dizanim ku kurdan ew neçar kirin ku kurdî têxin nav zimanê weşana xwe ya fermî de. 

Belê ajansa Sûriyeyê ya fermî ya nûçeyan SANA jî dest bi weşana kurdî kir.  

Ji bo kesên nizanin Sana kurtkirina "Ajansa Erebî ya Sûrî ya Nûçeyan" e anku ( Syrian Arab News Agency). Ev ajans di sala 1965'an hatiye damezrandin ku wê çaxê Partiya Beesê li ser hukim bû. Jixwe heger hûn bala xwe bidin navê ajansê jî hûn ê şûn û bandorên Beesê tê de bibînin. "Ajansa Erebî"; peyva erebî berî sûrî ye. Ev jî îdeolojiya Beesê nîşan dide ku çawa ereb û erebî di ser û li pêş her tiştî bûn.  
Lê helbet wekî her tiştên Sûriyeyê ew ajans jî bê bandor bû û tenê derewên rejîmê diweşandin. 

Ji 65'an ve sal çûn û sal hatin; rejîma Sûriyeyê her kurd û kurdî înkar kirin, her fişar, girtin û zilm kirin lê kurd man, bûyerên Sûriyeyê qewimîn û DAIŞ hat û kurdan ew jî têk bir. Kurdan her li ber xwe da, bi, bi şaş û rastiyên xwe, bi xurtî û kêmasiyên xwe, wan her got ev xaka me ye û em li vir in. Esed jî reviya û Colanî hat. Lê hîn jî naxwazin mafê me bidin me. Lê belê mecbûr dimînin û bê dilê xwe jî hebûna me qebûl dikin. 10 Adarê (2025) neçar man ku hebûna kurdan qebûl bikin û berî du rojan wan jî zimanê me li ajansa xwe ya erebî zêde kir. 

Ji bo ku hûn fêm bikin bê rewş çawa bû; di televîzyona Sûrî de, tu carî behsa kurdan nedibû, wisa tevdigeriya wekî ku bi mîlyonan kurd li cîhanê tune ne. Tê bîra min, demekê straneke mêrdinkî bi tembûrê li ser televîzyonê derketibû, em ecêb mayî mabûn. Stranên mêrdinkî stran in wisa ne ku erebiya Mêrdîn û kurdî tev li hev in. Anku di hişê medyaya Sûriyeyê de kurd nebûn. 

Wekî min di serî de got, ez nizanim kî çi dibêje lê li gorî min; ev jî destkeftiyeke kurdan e. Divê em bi destê kesekî bernedin. Kurdên zana, baş û welathez û kurdhez tê de bixebitin baştir e ku nezan û nebaş tê de bixebitin. Ew jî qadeke têkoşînê ye. Li wir jî şerek heye ku nûçeyên rast, agahiyên rast biweşînin. Bi gotin û peyvên xwe hebûn û mafên kurdan biparêzin. Dizanim carinan ne hêsan e lê divê mirov dê çi ji destê wî tê, bike û eger nebû dikare biçe. Lê nabe bê ceribandin û hewldan dev jê berde. 

Divê vê bibêjim; mafê me diyar e. Mafê me welatekî yekperçe û serbixwe ye. Çi kesê vî mafê me qebûl neke û hewl bide bixwe; ew kes zalim e, dagirker e, neyar e, heqxwer e, bêbext û bêwijdan e jî. Ne zimanê SANA'yê û ne xweserî, ne federasiyon ne jî tiştekî din têra me nake û derd û êşên me derman nakin. Lê rastiyên dinyayê hene. Em ê li gorî mercan tevbigerin û derfetan ji destê xwe nebin. Em her derfetê bi kar bînin bo em xurtir ber bi mafê xwe yê rewa ve biçin. 

Ez hinekî li ser zimanê ajansê jî biaxivim. Bi giştî zimanê wê ne xerab xuya dike. Lê hinek mînakên nivîsînê yên balkêş hebûn; bajarê Tertûs wekî Tartûs, Meclis wekî Meclîs û Komisyon/komisyon wekî Komîsyon hatibûn nivîsîn. Ev şêwazê nivîsê bêtir ji ber zimanê tirkî li Serxetê berbelav e.  

Li vir ji bo min ne girîng e ka xebatkar serxetî ne yan binxetî ne. Hemû kurd in û bi zimanê me dinivîsin. Her wiha ew sînor ne sînorên me ne. Lê her wiha hesteke wisa jî dide mirovî ku Ajansa Anadoluyê dest daniye ser wî beşê SANA'yê û wî bi rê ve dibe. Baştir e ku kurd hewl bidin têxin destê kesên çê û vê destkevtiyê biparêzin. 

Di dawiyê dîsa dibêjim, jixwe êdî bi dehan televîzyon û malperên me hene. Pêwîstiya me bi wan agahiyên SANA'yê tune ye jî lê me ew neçar kirin ku vê bikin û bika ew neçariyan wan her û her bimîne! Bila biteqin!

 

***

Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Werger û rojnamegerî: Yek mînak

- Gelo bi rastî peyva 'Reşo' nijadperestî ye?

- Çivanoka Muhlenbergî û rewşa kurdan

- Beşa winda hat dîtin: Zimanê hindoewropî ji ku hatiye?

- Çiqolata û Qomisyon û hinek peyvên din: Kîjan rast e?

- Kurdistan serbixwe be dê bihuşt be?

- Gelo mirov dikare bêriya kesekî bike ku ew nedîtiye?

- Kurdiya baş çawa ye?

- Çîroka kurdeke bi navê Mana; Zimanê muşterek û ortak dil 

- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?

- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?

- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e

- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'

- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn

- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?

- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?

- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!

 

 

***********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: 
www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Çaykur Rizespor xatir ji lîga yekem xwest

ad

Baydemîr: Dê kolana Cemîloglu bibe wekî Ofîsê

ad

*KAKÛNÎ

ad

Li fîlmên 'Em jî hene' online temaşe bikin

ad

Hostekarên vegotinê texsîr nekin!

ad

Amediyekî 13 salî roman nivîsî û niha li Fûara Îzmîrê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname