Me vê heftê wekî “Civata wêjeyî ya Rojen Barnas” pirtûka Eta Nehayî ya 'Qêrînek di gewrîya şevê de' xwend. Em heft kes bûn, me pirtûk xwend lê tu kesî ji me wergera birêz Rizgar Elegez neeciband. Ji bo em berawird bikin me ji pirtûka wî ya bi navê 'Hîkayeta terzîyekî û çend tiştên din' çend çîrok xwendin. Zimanê çîrokên wî û çîrokên ku ew wergerandiye ji hev gelek dûr in. Ji ber vê em wekî civata wêjeyî ya Rojen Barnas' dixwazin çend pirsan bikin ji cenabê Rizgar û Weşanxaneya Avestayê;
I
Gelo wergera vê pirtûkê wekî ferman/sîparîş ji aliyê weşanxaneyê ve hatiye daxwazkirin, an wekî projeyeke kesane ya wergêr geş bû? Her wiha, gelo di pergala Weşanxaneya Avestayê de lijneyeke wergerê an edîtoryalek ku deqên wergerandî ji aliyê lihevhatina kurmancî-soranî ve kontrol dike heye? Gelo ev deq di pêvajoyeke wiha re derbas bûye?
II
Di navbera zimanê çîrokên we yên xwerû (Hîkayeta terzîyekî û çend tiştên din) û zimanê vê wergerê de cudahiyeke berçav heye. Di vê wergerê de tercîha zimanekî ku xwendina wî giran e, hevoksaziya wî asê ye û herikbariya wî kêm e (bi taybetî di çîroka yekem de) encam çi ye? Gelo ev hewldaneke zanebûn e ji bo parastina hişkiya deqa eslî ya Eta Nehayî, an encama asêbûna di navbera her du zaravayan da ye? Asta we ya serdestiya li ser zaravaya soranî di çi astê da ye?
III
Berî ku pirtûk çap bibe, we deqa dawî bi çend kesan da xwendin? Kesên ku ev deq xwendine (heger navên wan eşkere bin) di warê ziman û fiksiyonê de çi feedback/nêerîn dan we? Tecrubeya we ya wergeriyê ya ji soranî ber bi kurmancî ve, ji bilî vê pirtûkê, bi deqên din re çêbûye an ev yekem tecrube ye? Pêvajoya wergerandina vê pirtûkê çiqas wextê we girt?
IV
Di pirtûkê de navên wekî Îrec Kakeyî, Huseyn Belede û Sumeye Ciwanmerdî derbas dibin. Gelo rola van kesan di vê pirtûkê de tam çi ye? Ma wan wekî şêwirmendên ziman/ferhengî alîkarî kirine, an hin çîrok rasterast ji aliyê wan ve hatine wergerandin? Ji ber ku di navbera çîrokan de asteke fêmkirinê û cudahiyeke zimanî ya berçav heye, gelo ev her du rewş (wergera alîkaran an destwerdana zêde) bandor li deqê kiriye?
V
Bikaranîna zêde ya peyvên soranî, farisî û erebî yên ku li herêma kurmancîaxêv nayên naskirin, li gel lihevxistina deman (tenses) û xerabûna hevoksaziyê, tameke wisa dide ku deq rasterast hatiye tewandin (mottamo) û rihê kurmancî tê de qels maye. Wekî mînak, di çîroka yekem de ev giranî xwendina pirtûkê asê dike. Hûn vê krîtîka li ser "xerabûna avahiya kurmancî" çawa dinirxînin?
**
Nota Diyarnameyê: Berê jî me nirxandinên komên şêwrên wêjeyî belav kiribûn û me gotibû di vî warî de nirxandin bên emê belav bikin. Niha jî em ya “Civata wêjeyî ya Rojen Barnas” belav dikin...


