logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

Pêvajoyeke nû ya aştiyê mimkûn e gelo?

  • Dîrok: 22/09/2021
Gelo aqlê îro yê dewleta Tirkiyeyê amade ye bi kurdan re li hev bike? Gotina dawiyê hema pêşî bêjim, amade be, neamade be, mecbûr e!
Dewleta Tirkiyeyê pêvajoya "çareseriyê" ku di salên 2010 an de bi destê AKPê da destpêkirin, weke hewldaneke ji bo têkbirina tevgera siyasî ya kurd bikaranî. Bi hestên aştiyane yên kurdan lîst.
Ew pêvajo têkçû, ev 7 sal in, herdu alî hev û du bi şer diceribînin. Ya ku aqlê dewletê hê jî fehm nekiriye ew e ku kurd ji aliyê zanistiya siyasî ve gihîştine asteke wisa ku di şerê çekdarî de, şûn ve gav bavêjin jî dew û doza wan a mafadar wê vê dewletê tim bixe zorê.
Niha dîsa eynî aqlê dewletê îjar hewl dide bi destê CHP'ê pêvajoyekê bide destpêkirin.
Serokê Partiyê yê Dersimî Kemal Kiliçdaroglu dibêje ew dikarin doza dîrokî ya di navbera tirk û kurdan de bi HDP'ê re li meclisê guftûgo bikin û gavên berbi çareseriyê ve bavêjin. Kurd bi guman li meselê binêrin jî, fikreke erênî ye.
Diyalogeke muhtemel ya bi Dewleta Tirkiyeyê re wê di siyaseta Suriyê û Îranê nermbûnekê biafirîne.
Hêvî ew e ku herdu aliyên ku ev 40 sal in li hemberî hev şer dikin, ji pêvajoya beriya niha ya têkçûyî ders derxistibin û êdî hê hasastir tevbigerin.
Herdu civakan jî pir winda kir, pir ji şer aciz in. Mesele bûye girêka ko.
Şert û mercên cîhanê, rastiya kambax ya şerê çekdarî, êdî çareseriyeke bi rêya diyalogê li aliyan ferz dike. Di şertên normal de, Tirkiye bi bakurê Kurdistanê re bi awayeke xwezayî yek ji welatên herî dewlemend yê cihanê ye.
Xelkê me hem bi erdên xwe yên çandinî hem bi madenên xwe yên bin erdê dikare di nava dewlemendiyê de bijî.
Baş e, çima ev pêk nayê? Çi ye astengî? Hikumetên tirk çima di her dewrî de vî gelê mehkumê birçîbûnê dikin?
Ji civaka tirk wetirê pirsgirêk tenê bêkêriya hukumetê ye. Lê civaka kurd bi tecrubeyên xwe yên bi êş êdî baş pê dizane ku tenê meseleyên gendelî, dizî, îsraf, têra îzahata vê yekê nakin.
Tişta ku ekomomiya Tirkiyeyê serû bin dike û hemû xelkên vî welatî sefîl û perîşan dike, aqilê dewleta Tirkiyeyê yê li hemberî hebûna kurdan e.
Bifikirin butçeya ku ji cebilxane, çek û balafirên şer re vediqetînin, mesrefên dewane ku ji bo hêzên leşkerî dikin, eger bixistana xizmeta civakê îro di nava kurd û tirkan de ti pirsgirêkeke aborî nedima.
Hê jî nedereng e, Tirkiye bi neteweyên xwe yên sereke tirk û kurd dikare wekî endameke Yekîtiya Ewropayê di cîhanê de bibe xwedî îtibar. Dikare bi tevlîbûna neteweya kurd demokrasiyeke wisa ava bike ku li Rojhilata Navîn ji dewlet û neteweyên din re bibe nûmûne.
Dikare bike. Bes tenê samîmî be, tenê durust be. Tenê hebûna kurdan qebûl bike û bawerî pê bîne.
Daxwazên kurdan yên siyasî Tirkiyeyê naxin zorê, tam berovajî wê bilind dikin. Di çareseriyê de, neteweya tirk tiştek winda nake, tam berovajî kurdan qezenc dike.
Hin mijar hene derveyê siyasetê ne, muzakereya wan ne etîk e. Ew mafên xwezayî yê neteweya kurd in.
Wekî nimûne perwerdehiya kurdî ji dibistana seretayî heta universitê divê bê nîqaş serbest be. Azadiya fikir û raman divê bê şert û merc were bicîhanîn.
Îcab nake mirov dirêj bike. Bi kurtasî hemû mafên ku ji bo neteweya tirk rewa hatine dîtin ji bo neteweya kurd jî bi qanûnan werin misoger kirin.
Berî her cure diyalogê, aqlê dewleta Tirkiyeyê ji bo samîmiyeta xwe îsapat bike, divê pêşî hemû girtiyên kurd ku ji ber doza kurdî hatine girtin ji zîndanan berde.
Hemû komkujiyên ku di dîrokê de anîne serê kurdan, hemû qedexeyên danîne pêşiya hebûna kurdan qebûl bike û ji ber wan lêborîn bixwaze.
Dewleta Tirkiyeyê heta ku xetayên xwe qebûl neke çawa dikare ji kurdan hêvî bike ku bawerî bi soz û peymanên wê bîne.
Gava pêşî dikare wisa destpêbike.
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin:


Hin Nivîsen Nivîskar

Çîroka kevir û karsazan

  • 21 Avrêl 2017

Ev çîrok, min zemanekî pir berê, di cîwaniya xwe de bihîstibû, ez dixwazim li vê derê parve bikim.Rêvebirên saziyên mezin yên cîhanê ji bo...

Roja aştiyê, çima 1'ê Rezberê ne rojeke din?

  • 31 Tebax 2018

Aştî, aramî, lihevhatin...Çi gotinên efsûnî ne ku di xwe de tije paradoks dihewînin.Li aliyekî hin dewlet hene van têgehên pîroz di rêya armancên xwe...

Ev camêr kî ye?

  • 10 Rezber 2016

Li ber derê Restorantê ji serma dicirîm, zivistana ku van rojan giran bûye, vê êvarê bi hemû hebûna xwe ve, bi rik, xwe dide hîs kirin. Bi xatirxwestina rojê re...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

THY seferên ji bo Iraqê da dest pê kirin

ad

Stada nû li Amed Sporê hat

ad

Nêrînek li lîsteya BBC a 100 fîlmên sedsala 21'ê

ad

Hevşaredara Licê hat tewqîfkirin

ad

'Divê Almanya nasnameya kurdan binase'

ad

Rola malperên kurdî hat nîqaşkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname