logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Ji Weşanên Lîs pirtûkên roman, çîrok û lêkolînî yên nû

Weşanên Lîs vê carê çend nêzî deh pirtûkan bi hev re derxist. Di nav van de roman, çîrok, helbest û dîrok hene. Vane pir

  • Dîrok: 19/05/2011
  • Beş: Berhem

Diyarname
Weşanên Lîs vê carê çend nêzî deh pirtûkan bi hev re derxist. Di nav van de roman, çîrok, helbest û dîrok hene. Vane pirtûkên ku ji Weşanên Lîs derketine û di Fûara Pirtûkan a Amedê de derketine pêşberî temaşevanan:


Îrfan Amîda dest avê romanê: 'Pêşangeha Sûretan'
 
Nivîskar Îrfan Amîda ku heta niha bi helbestên xwe dihat nasîn, vê carê dest avêt romanê. Yekemîn romana helbestkar û wergêr Îrfan Amîda bi navê "Pêşangeha Sûretan" ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin

Pêşangeha Sûretan bi sûretên ku di ‘pêşangeh’ekê de xuya dikin bi pêş de tê. Nivîskar Amîda romana xwe li ser felsefeyekê ava kiriye, ku tê de  jiyan ji sûretan pêk tê û carinan mirov bi tenê di sûretekî de dialiqe. Wekî Fatîma Xanimê ya ku bi tenê di sûretê Aramê winda bûyî de aliqiye. Ku mirov li jiyana xwe vedigere, bi tenê pêrgî sûretan tê. Ku mirov bi wan sûretan sosyolojiya vê axê, dîrok û çîroka vê axê jî deşîfre dike.
Roman bi pêşangeha çaremîn, bi sûretên Fatîma Xanimê dest pê dike, ku li ber sikratê ye û li sûretên jiyana xwe vedigere. Sûretên ku bi 1915’an, bi tehcîra ermeniyan dest pê dikin. Diçe tê li sûretê birîna xwe ya şêst û pênc salî dialiqe Fatîma Xanimê û nivîskar di destpêkê de dipirse: Mirov berê ji ku dera xwe dimire? Û bi pêşangeha pêşîn, bi sûretê Servên diqede û li sûretê dawî dîsa pirs dike nivîskar: Mirov berê ji ku dera xwe vedije? Bi vî awayî, roman di navbera mirin û vejînê de diçe û tê.

Pêşangeha Sûretan, yekem romana Îrfan Amîdayê helbestkar û wergêr, sercemeke sûretan e, bi zimanê xwe ve ji pênûsa helbestkarekî zeyîniye. Romaneke ku bi bêhna xwe ya fireh mizgîniyê dide ku wê Îrfan Amîda bi nivîsîna romanên nû yên bedew berdewam be.

Pêşangeha Sûretan / Îrfan Amîda / Roman / 256 rûpel, Gulan 2011
 


Çîrokên Kawa Nemir 'Çavdêriyên Barbarekî'


Heta niha Kawa Nemir bi helbestên xwe û bi wergerên xwe ku ji zimanê îngilîzî kiribû hatibû nasîn. Niha wî dest avêt beşeke din a wêjeyê û çîrok nivîsî; ew çîrok niha bi pirtûkekê derket pêşberî xwendevanan.
Çavdêriyên Barbarekî, yekem pirtûka kurteçîrokan a helbestkar û wergêr Nemir, ku li dû encama nivîsandina gelek deqên kurteçîrokan peyda bûye.

Çavdêriyên Barbarekî ya ku ji heft kurteçîrokan pêk tê, bi her awayê xwe ve xuya dike ku ji pênûsa helbestkarekî zeyîniye. Kawa Nemirê nivîskarê pirtûkên helbestan ên bi navê 'Selpakfiroş', 'Bîşenga Deşta Dûr' û 'Salname', di nava heft kurteçîrokên xwe yên li ser asta honandina zimanî ya kûr û pirşax re, zimanekî ku di bîra xwe wer dibe peyda kiriye, bi awirê “yêdinbûn”ê li xwe û li cîhana li derdora xwe dinihêre, ji zemanekî berê de, bi riya bikaranîna movikên zimên, li rabirdû, li niha û li dahatûyê temaşe dike, zimanê ji xaka Serhedê pijiqî digire dikişîne ser asta zimanê kurdî yê hevbeş, xwe dispêre coş û peroşa ku xweza didê, bi vegotineke stratejîk, bi şêwezimanekî nû, bi zimanê xwe yê xef derfetên hevoksaziya kurdî diceribîne.

Nemir ê helbestkar, piştî ku mirov li arkeolojiya peyvên deqên wî bikole, bi wê “xefkirin”a wî re toza serdeman tê daweşandin.
Çavdêriyên Barbarekî ya Kawa Nemir bi hêza deqên xwe ve di çîroknûsiya kurdî de li ber e ku riyeke nû veke.

Çavdêriyên Barbarekî / Kawa Nemir / Kurteçîrok/  77 rûpel, Gulan 2011



'Mirina Bêsî' ya Dilawer Zeraq derket

Romana Mirina Bêsî, pirtûka duyem a Sêyîneya Winda a çîroknivîskar û romanivîskar Dilawer Zeraq, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.
Nivîskar Zeraq, çawa ku di pirtûka yekem a sêyîneyê, Şevên Winda, Wêneyên Meçhûl (2005, Lîs) de, bala xwîneran biribû ser windayan, wê sercema bûyer û qewamên xedar ên ku birînên kûr di gewdeyê civakê de vekiribûn, bi romana xwe ya Mirina Bêsî ya ku dûmahîka wê heyama birîndar e, bi pergaleke bi rêk û pêk û bi danandina li ser zemînekî geometrîk, di şexsê lehengê romanê Hogir de, xwe digihîne kuj û qorziyên tarî yên demeke ku hê jî li hêviyê ye ji binî ve bê ronîkirin.

Zeraq, di honaka romana Mirina Bêsî de, tevî zimanekî bi teql û ahengdar, rêbazên hunerên dîtbarî û şêwekariyê bi kar tîne û deliveyên nû yên xwendina romanê derpêşî me dike.

Mirina Bêsî / Dilawer Zeraq / Roman / 201 rûpel, Gulan 2011

 

'Kêşana Lêkeran' a Birahîm Xelîl Taş

Weşanxaneya Lîs a ku bi gelek rêzên pirtûkan ev heft sal e di xizmeta ziman û wêjeya kurdî de ye, îcar Rêza Rêzimanê da destpêkirin û pirtûka bi navê Kêşana Lêkeran a Birahîm Xelîl Taş wekî pirtûka pêşîn a vê rêzê weşand.
 
Wekî yek ji hêmanên rêzimana zimên, lêker mijara sereke û girîng e. Di hevokê de, lêker bingeha hevoksaziyê ye. Peyva ku tevger û kirinê di hevokê de nîşan dide lêker e, wisa ye ku bê lêker hevok nayê sazkirin û nivîsîn. Nivîskar Birahîm Xelîl Taş, ji bo ku vê girîngiya lêkeran di kurdî, zaravayê kurmancî de jî dupat bike û di vî warî de tevkariyeke girîng li rêzimana kurmancî bike, di Kêşana Lêkeran de, 74 kêşan li 5251 lêkeran sepandine. Bi vî awayî jî, li ser bingeha bi rist (regular) û bê rist (irregular) mekanîzmaya lêkerên zaravayê kurmancî nîşan daye.

Kêşana Lêkeran a Birahîm Xelîl Taş, di warê rêzimanê de, xizmeteke baş e ji bo kurdî.

Kêşana Lêkeran / Birahîm Xelîl Taş / Rêziman / 204 rûpel, Gulan 2011



'Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan'

Her civakek, çi qasî rabirdûya xwe û qonaxên guherînan nas bike, ew qasî dikare li ser erdnîgariya xwe, bi dînamîkên xweserî xwe bijî û bi hebûna xwe berdewam be. Gelê kurd ê ku bi hezaran salan e li Kurdistanê, li ser axeke berfireh jiyaye, timî bi guherînên trawmatîk re rû bi rû maye, lê tevî têkçûnên derbaskî, hatiye di vê sedsalê re derketiye.
Gelê kurd bi saya serê rewşenbîr, lêkolîner, lêgerîner û wêjevanên xwe, dîroka xwe û wêjeya xwe sal bi sal zelaltir dike. Bi vî awayî, ji bo ku di warê ronîkirina dîroka kurd û Kurdistanê de qonaxeke din jî zelaltir bibe, lêkolîna balkêş û hêja, 'Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan', a ku nameya doktorayê ya Şiwan Osman Mistefa ye, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate çapkirin.         

Mistefa ev berhem wekî name pêşkêşî Beşa Dîrokê ya Fakûlteya Zanistî ya Zankoya Silêmaniyê kiriye, desteya di binê serokatiya Prof. Dr. Keykawîs Nûrî Qeftan de, her wiha ji ber rastiya ku xebatên bi vî rengî kêm hatine kirin, ev xebat bi dereceyeke bilind nirxandiye û qebûl kiriye.

Ev xebat, ji bilî agahiyên li ser erdnîgariya Kurdistanê ya berî Îslamiyetê û ew dînên ku wê demê kurdan perestine, di warê dîrokî de reng e bê gotin ku bi tenê li ser dewra xîlafeta Xelîfe Omer e. Ji ber ku ka Îslamiyet kingê hatiye Kurdistanê û kurd çawa bûne Misilman, di çarçoveya dîrokî de, pirseke girîng e, xwendevan dê di vê berhemê de bi gelek zanyariyên bi hûrgilî bibîne ku kurd di serdema vê xîlafetê de hatine dagirkirin. Kurd di warê civakî, dînî û aborî de tûşî guherîneke wisa bûne, ku heta wê demê di dîroka xwe de tûş lê nebûne.

"Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan" a Şiwan Osman Mistefa, bi zanyariyên têrtijî yên der barê vê qonaxa girîng a dîroka Kurdistanê de xwendevanan ronî dike. Bi wergera ji zaravayê soranî bo zaravayê kurmancî û tîpguhêziya ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî ya Ziya Avci pirtûk derket pêşberî xwendevanan.

Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan / Şiwan Osman Mistefa / Kurmanciya wê: Ziya Avci / Lêkolîn / 280 rûpel, Gulan 2011

 

Bi 'Medrese'yê ji her alî ve medreseyên kurdan binasin

"Medrese - Ji Her Aliyî ve Medreseyên Me" lêkolîn û lêgerîna mela Birhanê Tarînî ye ku ew bi xwe derçûyî medreseyên kurdan e.

Wekî saziyeke dêrîn a ku rehên xwe bi kûrahiyên axa Kurdistanê de berdaye, medrese û hucreyên feqiyan roleke xwe ya pir girîng di pergala perwerdehiyê ya li welatê kurdan de her hebûye. Nivîskar Mela Birhanê Tarînî bi riya tecrubeyên feqîtî û melatiyê û çavdêriyên xwe yên di van deman de, mijara medreseyan tîne dixe rojeva me.

Medreseyên welatê me li ber jibîrbûnê ne. Pergala wan a perwerdehiyê ya bi sedan salan, li gorî bipêşveçûn û geşedanên cîhana nûjen, reng e ku mirov bibêje, riziyaye, an jî êdî ji demê re nabe bersiv.
Nivîskar Tarînî, di vê berhema xwe de xwe dispêre vê tespîta xwe ya girîng û li jêr sernavên cihêreng, piştî ku behsa dîroka medreseyên me, hejmara wan, rola dîrokî ya medreseyên me ya di jiyana rojane ya kurdan, zanista kurdan û wêjeya kurdî de dike, îcar raz û niyaza ku li ba gelek kesan heye, lê kêm kes behsê jê dike, eşkere dike û pêşniyarên dilêrane tîne bo nûjenkirina medreseyên me, mifredeta wan, pê re jî rola wan a civakî ya li ser neteweya kurd.
"Medrese – Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me" ji her alî ve li ser meleseya medreseyan disekine.

Medrese – Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me / Mela Birhanê Tarînî / Lêkolîn / 110 rûpel, Gulan 2011

 

"Meryema" Sebrî Silêvanî derket

Romana bi navê "Meryema" ya romanivîskar Sebrî Silêvanî derket. Silêvanî di romana xwe Meryemayê de gelş û pirsgirêka jinê, ku ji ber nasnava jinbûnê ji aliyê desthilatê ve hatiye afirandin, bo xwe jî dike arîşeyeke hebûniyê û di nava romana xwe re vê yekê bi me re nîqaş dike. Û di riya vê yekê re jî desthilata mêrane dide ber pirsan.
Gelşa jinê, ku di roja îroyîn de gelşeke taybet e û bi sedema hebûna mirovahiyê ve vebestî ye, li gel civak û komelên din ên cîhanê, hê jî serî li civaka Kurdan jî digerîne. Nivîskar di romana Meryemayê de disîplînên wekî ol, felsefe, îdeolojî, sosyolojî, wêje û çand, her yekê dike tewqeke romanê û me vedixwîne nava nîqaşê; bi pêdeçûna xwendinê re bi me dihisîne ku ev gelş a me hemûyan e jî û ji me tu kes nikare jê ta bide; û dike ku em ji xwe bipirsin û bibêjin: “Gelo arîşeya jinan çi rê û çareserî jê re divê?”
Meyrema, ji romanivîskar Sebrî Silêvanî romaneke ku bi mijara xwe ve girîngiya kêşeyeke civakî tîne bîra xwendevanan.

Meryema / Sebrî Silêvanî / Roman / 114 rûpel, Gulan 2011

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Nûçeyên eleqedar:

- Ji B. Bereh 'Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re'

- Çîroknûs Sîdar jîr vê carê “Dozdeh Çirk” derxist

- Fûara Pirtûkan a Amedê deriyê xwe vedike

 


 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Erebistana Siûdî go Sûriyê de bi 6 mîlyar dolarî projeyan virazo

ad

Çîrok di Roja Çîrokan de li Mêrdînê kon vedide

ad

Sînema di bin stêrkan de tê temaşekirin

ad

68 kete înternetê

ad

Festîvala Karkeran li Enqereyê ye

ad

Notên ji axaftina Bafel Talabînî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname