Enqere
Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç li ser betalkirina mebûsiya Hatip Dicle axivî û got: "Ji bo guhartina zagonê emê dengê erê bidin."
Arinç li ser biryara YSK'ê ya ji bo Dicle axivî, got ku divê reaksiyon li meclisê bêne nîşandayîn û "Formula Erdogan" ku di sala 2002'yan de pêk hatibû bibîr xist, got ku dikarin vesazkirineke wisa çêbikin. Arinç wisa got: "Li ser daxwazeke wisa mafdar wekî sala 2002'yan em dikarin bibêjin erê. Em dikarin ji bo guhartina xala 76'an a Zagona Bingehîn bibêjin erê."
Li aliyê din parêzerên Dicle serî li YSK'ê dabûn ku zagonê biguherîne, YSK'ê vê daxwazê dê îro saet 15.00'an de binirxîne. Lê ji ber ku biryara YSK'ê di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin kes ne li bendê ye ku YSK biryareke nû bigire.
***
Nûçeyên eleqedar:
- HAK-PAR'ê biryara YSK'ê şermezar kir
- YMK’ê biryara YSK’ê şermezar kir
- KCD: Bila BDP neçûna meclisê eşkere bike
- KCD nîqaş dike: Blok dê here meclisê?
- Parêzerên Hatip Dicle çûn YSK'ê
- Parêzerê Dîcle: Biryar bi temamî siyasî û kêfî ye
- Deqeya dawî: YSK'ê mebûsiya Hatip Dîcle betal kir
- Hatip Dicle ji YSK'ê dem xwest
- Hatip Dicle anîn Lijneya Hilbijartina Amedê
- Hatip Dicle dê bikaribe bibe mebûs


