Diyarname
Nivîskar Mem Med vê carê bi pirtûka xwe ya helbestan "Janistan"ê li pêşberî helbesthezan e.
Mem Med kurdekî ji Bazîdê ye û li Stenbolê parêzerî dike. Heta niha helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Nûbihar, Tîroj û Çirûskê de hatine weşandin. Çîroka nivîskariya wî bi pirtûka helbestan a bi tirkî "Esmera" (Weşanên Artshop, 2010) dest pê kiriye lê dûre berê xwe daye kurdî û vê rêwîtiya xwe didomîne: Mem Med pêşî pirtûkan helbestan a bi kurdî "Berdin bila tarî be" (Weşanên Nûbihar, 2012) derxist, vê carê "Janistan" derxist ku ev jî ji Nûbiharê derketiye.
Med di helbestên xwe de kurdewarî ye, ji nav jiyana kurdan dikeve rê, carinan jî hin gotinên pêşiyan jî dixemilîne helbestên xwe. Carinan 'Dîlan' e, carinan dibe 'Zozan'an xwînerên xwe, carinan serhildan e, carinan meseleya qedexeya li ser "W"yê ye... Her helbestene li ser Kobanî jî di nav pirtûkê de cih girtiye.
Piştî her du pirtûkên helbestan, Mem Med dibêje ku niha li ser pirtûkeke çîrokan dixebite û di demeke kurt de dê here çapê.
Janistan / Mem Med / Helbest / 61 rûpe / Weşanên Nûbihar / 2014
Ji bo têkilî û xwestinê:
nubihar@gmail.com
0212 519 00 09


