Cizîr
Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn (NÇM) kete 5 saliya xwe. Navendê ji bo salvegera xwe şahiyeke li dar xist.
5'emîn salvegera damezirandina NÇM'ê li avahiya NÇM'ê bi çalakiyeke hate pîrozkirin. Di çalakiyê de Şaredarê Şirnexê Ahmet Ertak, Serokê DTP'a Şirnexê Halîl Îrmez, Serokê DTP'a Cizîrê Yakup Budak, Serokê DTP'a Silopiyê Suleyman Şavruk, Berdevkê Meclisa Bajêr a Şirnexê Îbrahîm Erkul, Şaredarê Silopiyê Muhsun Kunur, Şaredarê Hezexê Rasul Sadak, Şaredarê Cizîrê yê ji peywirê hatiye girtin Aydin Budak û gelek kes amade bûn.
Ji rêveberên NÇM'ê Îskan Kalkan axaftina destpêka çalakiyê kir û got ku NÇM li Botanê baxçeyek e û xwest her kes gulekê li vî baxçeyî biçîne.
Şaredarê Cizîrê yê ji peywirê hat girtin Aydin Budak diyar kir ku li ser gelê kurd polîtîkayên qirêjî tên meşandin û got ku navên gund û parkên kurdan tên guhertin. Budak wiha bedewam kir: "Birca Belek parçeyek Kurdistanê ye. Derdorên wê bi telan hatine dorpêçkirin, em nikarin wêneyek wê jî bikişînin. Gelê kurd ê leheng, li hemberî van pêkanînan serî rakiriye û ev yek qebûl nekiriye. Di encama vê berxwedanê de ciwanên me îro stranên Mehmet Arifê Cizirî ku berê qedexe bûn, distirên û li ser dilê me teht digirin."
Bername bi stranên Îbrahîm Rojhilat û komên NÇM'ê û govendê bi dawî bû.