logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Anakronîzm û Komara Tirkiyeyê

Piştî serdema netewdewletiyê dest pê kir, ji bo ku neteweyên serdest nasnameya neteweya xwe li dewletê bar bikin, pêdivî

  • Dîrok: 28/09/2008
  • Beş: Serbest

 

Îrfan Amîda

Piştî serdema netewdewletiyê dest pê kir, ji bo ku neteweyên serdest nasnameya neteweya xwe li dewletê bar bikin, pêdivî bi netewperestiyê anîn. Ji bo ku neteweperestiyê bikin hişmendiya kolektîv ya civaka li welatên xwe jî pêdivî bi perwerdehiya bi zimanê neteweyî û perwerdehiya dîroka neteweyî anîn.
Ev bi xwe alaveke pişaftinê bû jî di heman demê de ji bo ku netewên cuda bipişivînin. Lê qîma xwe tenê bi qedexe kirina ziman û çanda neteweyên cuda neanîn. Diviya bû, bi qasî ku nirxên neteweya xwe berze dikirin di dil û hişê neteweya xwe de, neteweyên cuda û kêmnetew jî dilê xwe bibijandana ziman û dîroka neteweya serdest. Loma jî feraseteke nû ya dîrokî ku li ser manîpulasyonê hatiye afirandin ava kirine. Ji loma jî gelek caran nakokiyên mezin û şêwazeke anakronîstîk derketiye holê.
Ev anakronîzm car caran ji ber nezanîna dîrokî derketibe jî, pirê caran ji hişmendiya neteweperestiyê derketiye holê û wekî tercih hatiye bikaranîn. Dewletên rojava jî û yên rojhilat jî ev nêzîktêdayîna dîrokî bikar anîne. Mirov dikare vê nêzîktêdayînê, parîkî wekî taybetiyên dîrokî yên serdema afirandina netewdewletiyê û destpêka îqtîdara bûrjuwaziyê bipejirîne. Lê piştî ku serdemeke din derkete holê bi damezirîna DYA’yê û şoreşa Fransayê êdî mafên mirov û netewayan kete rojevê. Ligel ku bi piraniya netewdewletan xwestin li hember van nirxên nû xwe biparêzin jî piştî demekê gelek dewletan dev ji polîtîkayên xwe yên pişaftinê berdan. Hem mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, bi derengî be jî, pejirandin û hem jî naveroka pirtûkên xwe yên dîrokê guhertin û cih dan navên kêmnetewên ku bi wan re dijîn.
Komara Tirkiyeyê jî yek ji wan dewletên ku li ser stûna netewdewletiyê hatiye damezirandin e. Lê ji ber ku bi hin pirsgirêkên bingehîn hatiye damezirandin, hem pişaftineke hovane bikar anîye hem jî şêwazeke dîrokî ya gelekî nêzîkî nijadperestiyê ye, afirandiye. Hem ji bilî zimanê tirkî hebûna tu zimanan nepejirandiye hem jî hebûna tu neteweyan… Dîrokeke mişt manîpulasyon û anakronîstîk, bi hişmendiyeke nijadperestî, ji nû ve nivîsandiye.
Sedema afirandin/nivîsandina vê dîrokê ku gelên li Anatoliyê û Kurdistanê tune dihesibîne, afirandina neteweyekê ye. Dibe ku mirov heta astekê ji bo afirandina nasnameyeke neteweyî biafirîne, dîrokê wekî alavekê bikar bîne, ku gelek dewletan ev şêwaz bikar aniye. Lê tu netew, di dîrokê de, li ser înkar kirina neteweyên din nehatiye afirandin. Ligel ku mafên wan binpê kiribin, xwestibin kêmneteweyan an jî gelên cuda yên di netewdeleta wan de dijîn, bipişivînin jî, hebûna wan înkar nekirine.  Mixabin Komara Tirkiyeyê ev pêk aniye ku bi vî awayî faşîzmeke nû jî afirandiye.
Komara Tirkiyeyê ev înkarkirin heta destpêka têkiliyên bi YE’yê (Yekîtiya Ewropayê) re, manîpulasyonan û bi dîrokeke anakronîstîk domandiye û xwestiye ku gelên din dilê xwe bibijînin tirkbûyînê. Lê piştî ku têkiliya YE’yê parîkî germ bû êdî hebûna hin gelan di pirtûkên xwe yên dîrokê de pejirand û cih da wan. Êdî gelên mîna ermen û suryaniyan ku îsewî ne li gel hin manîpulasyonên dîrokî di pirtûkan de cih digirin.
Ev yêk, ligel kêmasiyên xwe, gaveke girîng û li gorî taybetiyên heyama dîroka siyasî ya îro ye. Lê xuya ye ku ev parîkî ne ji ber pejirandina taybetiyên dîrokê û siyaseta îroyîn tê, piranî wekî manîpulasyon û xapandinekê ye. Lewra ne pirtûkên dîrokî  rûpelên xwe ji kurdan re vekirine ne jî mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî hatiye pejirandin. Ji bilî vê yekê jî, yek ji taybetiyên vê serdemê jî ew e ku mafên gelan bêne pejirandin û ji bo ku ew maf bêne jiyîn jî, dewlet divê peywirên xwe pêk bînin.
Lê mixabin ji dêvla ku vê yekê pêk bîne, yanî ji bo ku zemîna jiyîna mafên gelan û kesan ava bike, hê jî çivan dide xwe. Ji xwe vîna ku vê yekê pêk bîne tune ye bi aktorên siyaseta vê dewletê re. Sedema vê yekê jî ev e ku ew anakronîzma afirandinê di hiş û mejiyê gelê tirk de cih girtiye. Li gel ku, wekî netewe, xwedî îqtîdar in û vê îqtîdara netewdewletiyê gelên din dîl girtine û dipişêfe jî wekî 85 sal berê bi dirûşmeyên kuvva-i milliye û bi ala xwe derdikevin holê. Dîsa wekî ol jî, li gel ku xwedî qerektereke Îslamî ye û heta niha bi vê qerekterê gelek caran qetlîam li oldarên din kirine jî wekî mazlûman derdikevin holê. Ji xwe anakronîzma herî mezin jî ev e. Ji lewra jî tu zemîna veguherîna civak û netewdewletê tune ye. Û ji loma jî têkiliyeke paradoksî di navbera civaka tirk û neteweya wê de heye û ji ber vê yekê jî li hember veguherînê bi rik e.   
Rik û pîkoliya li hemberî veguherînên siyasî, redkirina taybetiyên serdemê, bi awayekî li hemberderketina diyalektîzmê û anakronîzma siyasî ye. Tu dewletê heta niha bi anakronîzma siyasî hebûna xwe nedomandiye. Heger nirx û siyaseta dewletekê bi qasî rûpelên dîrokê kevn bûn, di hundirê xwe de dirize. Lewra gelên bindest, ol û baweriyên bindest yên vê dewletê jî êdî bi vê anakronîzmê dihisin û deşîfre dikin.
Îro Komara Tirkiyeyê jî di vê pêvajoyê de ye. Di anakronîzma siyasî de rik komarê ber bi rizîna hundirîn ve dibe. Ji lewra kurd êdî, ji bilî nasnameya xwe ya neteweyî û nirxên netewî/mafên neteweyî, bi taybetî û nirxên vê serdemê jî hesiyane û civak ber bi vê zemînê de diçe. Kurd êdî anakronîzma siyasî ya vê dewletê deşîfre dikin.          

imemzal@hotmail.com 

 

 ***

Nivîsên Îrfan Amîda yên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Notos Oyku û Semîh Gumuş

- Parlementerên DTP’ê çi nakin…!?

- Exlaqê pênûsê

- Li hemberî polîtîkayên globalîzmê saziyên kurdan û yên demokratîk çi dikin

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Kurdên Ermenistanê jî gihîştin alfabeya latînî

ad

Gotina Hefteyê: 'Tu dizanî em çi êşê dikişînin?'

ad

Sînemager Suphi Orhan hat binçavkirin

ad

Tirkiyeyê nameyek ji bo YNK'ê şand û xwest li cem wan cih bigire

ad

Grûba mamostayan ya ‘Xoseranê Rojhelatî’

ad

Beşikçi: Hikumet pirsgirêka kurd fêm nake

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname