logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

3 hezar zarokên Kobanî ji nû ve dest bi perwerdeyê kirin

Piştî ku navenda Kantona Kobanî û gundên wê ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, sîstema perwerdeyê ji nû ve dest pê kir

  • Dîrok: 20/04/2015
  • Beş: Nûçe

Kobanî

Piştî ku navenda Kantona Kobanî û gundên wê ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, sîstema perwerdeyê ji nû ve dest pê kir. Di nava vê demê de li 19 dibistanan 3 hezar zarokan dest bi perwerdeyê kir. Her wiha rapora ziyanan hate amadekirin.

Li gor nûçeya DÎCLE MUSA ya di ANHA'yê de di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Desteya Perwerdeyê û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve tên meşandin de, destpêkê ziyanên di dibistanan de pêk hatine û derfetên dayîna perwerdeyê hatin tespîtkirin. Piştre jî li gorî derfetên heyî, dest bi perwerdeyê hatiye kirin. Perwerdeya ku ji navenda bajar dest pê kir, niha li gundan jî belav bûye û pergala wê hêdî hêdî tê rûniştandin.

Serokê Destepa Perwerdeyê Hisên Mehemed Elî gotiye ku li navenda Kobanî 15, li gundên wê jî 430 dibistan û li tevahiya van dibistanan jî 58 hezar xwendekar hebûn, lê rejîm bi guman nêzî herêmê dibû, lewre ezmûnên xwendekarên asta navîn û amadeyî li bajarên din çêdikirin. Elî, da zanîn ku li dibistanan ne tenê perwerde, axaftina bi zimanê kurdî jî qedexe bû û got: “Me nikaribû bi zimanê kurdî biaxiviya. Pir caran yên ku bi zimanê kurdî diaxivîn dihatin cezakirin. Her wiha girîngiyek ji bo perwerdeyê jî tune bû.”

Elî diyar kir ku bi şoreşa 19`ê Tîrmehê û îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re di xebatên perwerdeyê de jî pêngavên şoreşgerî hatine avêtin û ev agahî dan: “Li gorî hejmara şagirtan û dibistanan me xebat ji nû ve birêxistin kirin. Bi alîkariya Saziya Zimanê Kurdî û Yekîtiya Mamosteyan di nava 3 salan de 1100 mamosteyên herêmê yên dildar li dibistanên bajar û gundan dersên zimanê kurdî dan. Tiştekî pir hêja  û dîrokî bû. Di nava tunebûn û hemû astengiyan de perwerde li herêma Kobanî ranewestiya. Ji refa yekê heta refa 9’an zimanê kurdî li dibistanan dihatin dayîn.  Cara yekemîn li herêma Kobanê perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanan tê dayîn. Bi îlankirina Kantonê, Desteya Perwerdehiyê jî çêbû û me bi alîkariya Saziya Zimanê Kurdî  xebat birê ve birin.”

Elî li ser rewşa niha jî wisa got: "Piştî ku bi hezaran welatî vegeriyan herêmê, me ji nû ve dest bi karê perwerdeyê kir. Ji 15 dibistanên li navenda Kobanî 6 bi temanî hatine rûxandin. Dîsa dibistanên gundan gelek ziyan dîtine. Me li ser zirarên dibistanan û rewşa perwerdeyê ya heremê raporek amade kiriye û emê vê raporê pêşkêşî konferansa ku dê li Amedê bê li darxistin bikin. Niha li navenda Kantonê 4 û li gundan jî 15 dibistan ji nû ve hatine vekirin. Me navê dibistanên li navendê bi navên wekî; dibistana Şehîd Berfîn, dibistana Şehîd Mamoste Osman guherandin. Dîsa pêşniyar hate kirin ku dibistanên Miştenûr (Mumemed Dira) û Tişrîn jî bi navê Şehîd Arîn bêne binavkirin.  Tevî  ku avahiyan zirarên madî dîtine jî, dîsa me dibistan vekirin ku zarokên me bê perwerde nemînin. Niha li herêma Kobanî bi giştî 3 hezar zarok ji aliyê 200 mamosteyan ve têne perwerdekirin. Tevî rewşa aloz a herêmê jî, têkiliya me bi mamosteyên gundan re heye. Li aliyê din kesên ku navên xwe li nivîsgeha kar ji bo perwerdeyê dane nivîsandin zêdetirî 100 kesî hene. Ji vana 58 kesan bi dildarî dest bi kar kiriye. Ev karekî netewî  û mirovî ye.”

Her wiha Mehemed Elî, got ku ji bakurê Kurdistanê alîkariya lênûsk, pênûs, çente û pêdiviyên din ên perwerdeyê hatine û ev li li şagirtan hatine belavkirin, lê hîn pir kêmasî hene û bang kir; “Em bi hêvî ne ku rêxistinên navnetewî û Kurdistanî ji bo perwerdekirina zarokên Kobanî alîkariyê bişînin.”


Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 14 10 2026

Li Stenbolê 2 kes mirin; va ye bilançoya rojê

news
  • 12 10 2026

Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

news
  • 12 10 2026

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

news
  • 12 10 2026

Mesûd Barzanî, Mazlûm Ebdî kir mêvan

news
  • 12 10 2026

Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev

news
  • 11 10 2026

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

BEKSAV 14 saliya xwe pîroz dike

ad

Vaye ala Desteya Bilind a Kurd

ad

Aldar Xelîl: Xendek beşek ji siyasetên li dijî xweseriyê ye

ad

Tê gotin kitêbên me hatin şewitandin

ad

Messi hebe bes e! Vane golên wî!

ad

Bi stranên bi kurdî û tirkî ketin grevê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname