logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

Bi stranên bi kurdî û tirkî ketin grevê

Ji bo li Tersaneya Tûzlayê êdî karker nemirin îro grev hebû. Karker di grevê de li ber stranên kurdî tirkî ketin dîlanê.

  • Dîrok: 16/06/2008
  • Beş: Aborî

 

Stenbol
Ji bo li Tersaneya Tûzlayê êdî karker nemirin îro grev hebû. Karker di grevê de li ber stranên kurdî tirkî ketin dîlanê.

Greva ku li Tersaneyên Tuzlayê serê sibê saet di 09:00'an de destpê kir, bi dîlanên li ber stranên bi kurdî û tirkî didome. Parlementer, nûnerên saziyên civakî yên sivîl, nûnerên sendîkayên karkeran ku ji Fransa, Brezîlya, Bolîvya, Şîlî, Venezuella û Arjantînê hatine jî piştgirî didin grevê. Hate diyarkirin ku ji sedî 50'yê karkeran beşdarî grevê bûne.

Greva ku ji aliyê sendîkaya Lîmter-Îş'ê ve serê sibê saet di 09.00'an de li tersaneyê hate destpêkirin, bi dîlan û stranan didome. Parlementerên DTP'ê Akin Bîrdal, Sebahat Tuncel, Serokê Giştiyê ODP'ê û Parlementerê Stenbolê Ufuk Uras, Seroka Giştiya SDP'ê Fîlîz Koçalî, Serokê Giştiyê EMEP'ê Levent Tuzel, Serokê Giştiyê DÎSK'ê Suleyman Çelebî û endamên Lijneya Rêveberiyê, ji Haber Îş, Tez Koop-Îş, Basin-Îş, Yol-Îş, Harp-Îş, Hava Îşê, Platformên Şaxan ên KESK'ê û DÎSK'ê yên Kocaeliyê, TMMOB, Odeya Bijîşkan a Stenbolê û ya Kocaeliyê, nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê, nûnerên Tevgera Bêaxên Brezîlyayê, nûnerên sendîkayên karkeran ên Bolîvya, Şîlî, Venezuella, Arjantînê, ciwanên ku beşdarî Hevdîtina Karkerên Ciwan bûn, Weqfa 68'iyan, Weqfa 78'iyan, DHP, ESP, Halkevlerî, komên Anarşîst, xwendekarên zanîngehên ODTU û Bogazîçiyê, rojnameger û nivîskar Temel Demîrer, Prof. Dr. Tahsîn Yeşîldere, nivîskar Sîbel Ozbudun hatin qada grevê.

Beşdarî derdora ji sedî 50'yî de ye

Di greva ku serê sibê destpê kir de tenê kolanek ji bo çûyîn û hatina herêma ku Tersaneyên Tuzlayê lê ne hate vekirin. Saeta mesaiyê ku li hemû tersaneyan 07.00 e, tenê ji bo îro wek 05.00 hate kifşkirin. Ji bo ku karkerên diçûn tersaneyan li qada grevê peya nebin, wesayîtên servîsê ji aliyê polîsan ve hatin kontrolkirin. Lê digel hemû hewldanên karbidestan ên ji bo astengkirinê, karker daketin qada grevê. Tê diyarkirin ku ji sedî 50 tevlîbûn heye.

Uras: Dewleta civakî tê hûr hûrîkirin

Serokê Giştiyê ODP'ê Ufuk Uras ku ji bo piştgiriya bi karkeran re hate qada grevê, diyar kir ku gelek caran çûye tersaneyan û got ku herêma tersaneyan di nav hawireke pir wehşî de ye. Uras, wiha dom kir: "Ne bi xwêdana eniya karkeran, bi xwîna karkeran pere qazinc dikin. Dema em têne vê derê, başdir dibînin ku dewleta civakî hûr hûrî kirine."

Parlementerê DTP'ê yê Amedê û Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê Akin Bîrdal jî got ku hemû kes êdî dibînin ku tersane bûne mîna zeviyên mirinê. Bîrdal, da zanîn ku mijarê birine rojeva Meclîsê jî. Bîrdal, ragihand ku gelek caran têkildarî mijarê bi karbidestan, taşeronan û nûnerên sendîkayan re hevdîtin çêkirine. Bîrdal, diyar kir ku raporeke lêkolînê ya tê de awayê çareserkirina pirsgirêkê heye jî amade kirine. Bîrdal, da zanîn ku ji sedî 95'ê karkeran bêyî ku qeyda wan bê çêkirin têne xebitandin. Parlementera DTP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî da zanîn ku piştgiriyê didin vê grevê da ku karker nemirin.

Li qada grevê klamên bi kurdî û tirkî têne gotin. Dîlanek mezin hatiye danîn. Komên anarşîst li qadê pankarta "Xwedê belaya patronan bide" vekiriye.

Ji DÎHA'yê hatiye girtin

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Aborî - Nivîsên Dawî
news
  • 12 10 2026

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

news
  • 07 10 2026

ÎSÎG: Êlûne de 226 tenî miyanê karî de merdê

news
  • 26 09 2026

Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir

news
  • 19 09 2026

Çîroka hespvanekî ku 30 sal e hespan xwedî dike

news
  • 11 08 2026

Ev nûçe ji bo dewlemendên kurdan e: Ev şato tê firotin

news
  • 29 07 2026

Li Qamişloyê Festivala Genim li dar ket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Bono, ji bo Fehmi Tosun stran got

ad

"Nexweşê Nexweşiyê" derdikeve ser dikê

ad

Me ji bo yarê 420.3 mîlyon YTL xerc kir!

ad

Ser xêrê: JINHA vebû

ad

Navê kesên ku hatine binçavkirin

ad

Berendamên DTP'ê yên Mêrsîn û navçeyên wê diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname