logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ji Arjen Arî 'Çil çarin'

Pirtûkeke din a helbestan a Arjen Arî derket: "Çil Çarîn." "Çil Çarîn" bi du alfabeyan hatiye çapkirin.

  • Dîrok: 30/12/2008
  • Beş: Berhem

 

Diyarname
Pirtûkeke din a helbestan a Arjen Arî derket: "Çil Çarîn." "Çil Çarîn" bi du alfabeyan hatiye çapkirin.

Îsal pêşî pirtûkan helbestan a Arjen Arî bi navê "Şêrgele" ji Weşanên Avestayê derketibû. Berî ku sal temam bibe niha pirtûkeke wî ya nû derket pêşberî xwendevanan: "Çil çarin".
Pirtûk ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê derketiye û bi du alfabeyan, bi alfabeyên Latîn û Erebî hatiye çapkirin.

Ev dîwan nivîskarê malpera me helbestvan Arjen Arî ji pêşgotineke dirêj di der barê serboriya çarînê de û 40 + 14 çarînan pêk tê.

Her çarîneke di pirtûkê de wekî çavkanî xwe dispêre gotineke/biwêjeke pêşiyan û wê gotiné/biwêjê bi servezêdekirinekê didarizîne.
Zimanê Arî yê helbestî, yê kûrwate xwe di çarînan de nîşan daye û têrçarîran pêşkêş dike.

Helbestvan Arî ji bo pirtûkê pêşekeke dirêji li ser çarînê nivîsandiye. Arî dibêje, "Çarîn, bi navê xwe yê din rubaî, wekî şêweyeke şiîra dîwanê, şêweya  peyv di hev de û hindik, rista herî qayim û tebût, ahenga herî lîrî û neyî, awaza herî lihevker, hizra herî kûr û berfireh, têramandina herî bi hiş, dilînên herî dawerivandî bi yekahengî bi hev ve dike û bi  çar ristan dibe perwazê deriyê dinyayeke hundirîn, ku mirov her û her dixwaze wê bike xewletgeha xwe" ye û van bi ser de lê zêde dike: "Û jixwe; her tişt weke peyva ewil a ku diniqûte beyara dil û pê re pe rê her bêje weke gulên berbiro vedibin, dest pê dike.
Her destpêk encama serencamekê, pêngava gaveke nû ye.
Mîna rûyê gula berbiro, rûyê helbestkar jî ber bi aso û bergehên nû ve ye. Ev liv û tevger lêgerîna biservebûn, berbixweveanîn û zevtkirina nûjeniyê ye."

Yek ji taybetiya pirtûkê jî dualfabebûna wê ye. Li ser vê çimaya vê yekê helbestvan Arjen Arî ji bo me wisa got: "Ji bo hembêzkirina helbestê, ji bo ku her du alî bikirin jê sûde."
Arî di vî warî fikra xwe bi van gotinan tîne ziman: "Heta biryara siyasî ji bo yekalfabeyê hebe, bi ya min heta derfet hebe berhem bi her du alfabeyan bin dê baş be û her du alî dê bikaribin hev binasin."
Arî li ser vê mînakeka "Li başûr haya soranan qet ji edebiya kurmanci nîn e" û wisa dibêje.: "Dema berhema Helîm Yûsiv werdigerînin tîpên erebî eceb dibînin,  wisa jê hez dikin. Mînak di Festîvala Gelawêjê de
biraderekî li ser berhemên Mehmed Uzun lêkolîn kiribû, beşdaran bi baldarî guhdarî dikirin, gelek kêfxweş bûbûn."


Arjen Arî kî ye?
Nivîskarê me Arjen Arî di sala 1956'an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979'an de Enstîtuya Perwerdeyî ya Diyarbekrê Beşa Zimanê Tirkî qedandiye.
Arî, di sala 1976'an de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê tê girtin û polîs dest datînîn ser şîrên wî yên bi tirkî û kurdî. Piştî bi hefteyekê wî ber didin lê helbestên wî hê jhi di mexzena Dadgeha Nisêbînê de girtî ne.
Di gel, ku wekî cara pêşîn di kovara Tîrêjê de helbestên wî weşiyan tê zanîn jî rastî ev e: Helbesta wî ya pêşîn di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hate belavkirin de weşiya. Ew helbest ji sê malikan/beytan pêk dihat û malikek jê ev bû: Du mirin kirin mahne, rakirin ling Nisêbînê/Xewa sibê bela kirin, avêtin nav tirs û xwînê.
Nivîskar û helbestvan Arjen Arî di sala 1992'yê li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrîşeke çekdarî tê û bi birîndarî radikin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Arî ji wê rojê de li Amedê dijî. Her wiha her roja şemî nivîsa xwe ya nû pêşkêşî xwendevanên Diyarnameyê dike û di heman demê de di Azadiya Welat de qunciknivîskarî dike.

Berhemên wî
Ramûsan min veşartin li geliyekî, Şi‘r, Avesta, 2000
Ev çiya rûspî ne, Şi‘r, Avesta, 2002
Destana Kawa, Weşanên Elma, 2003
Eroûtîka,Weşanên Lîs, Şi‘r, 2006
Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok, 2008
Şêrgele, Şi‘r, Avesta, 2008

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Serokomarê nû yê Fransayê Hollande e

ad

Bifikirin: Avahiya te îstîmlaq dikin, ya kêleka te nakin, çima?

ad

Yilmaz Guney li Stenbolê hat bibîranîn

ad

Baroyên Kuridstanê: Peymanên navneteweyî hatin îlhalkirin

ad

Soz! Emê nehêlîn Heskîf noqav bibe

ad

Serketiyên Xelata Abdullah Duran diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname