Stenbol
Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) John Kirby li ser Rêveberê DBP'ya Şirnexê Hurşît Kulter ku ev 49 roj in winda ye got ku ew dê li ser wî lêkolînê bikin.
Kirby îro di daxuyaniya çapemeniyê de bersiva pirsan da got, "Em dixwazin Komîsyona Mafên Mirovan a NY'yê (Neteweyên Yekbûyî) here herêmê û li wê derê çi qewimiye rapor bike."
Wî bibîr xist ku hikumetê destûr nedaye ku Komîsyona NY'yê. Kirby ji hikumetê xwest ku destûr bide ku dozger li Cizîr û bajarên din lêkolîneke bingehîn bikin ku li wan deran çi qewimiye.


