logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Şengal û parastina kurdên êzîdî

  • Dîrok: 08/01/2017
  • Beş: Serbest

ÎHSAN BÎRGUL

Min bêrê jî gotibû. Em kurd sêwiyên civaka Îslamê ne, kurdên êzidî jî sêwiyên netewa kurd in. Ango biçûkê bira ne. Divê me biparasta û biparêzin. Me kurdên misilman çiqas êş û azar dîtibe, wan du carê me dîtiye. Çi ji destê misilmanê din çi ji destê me...

Çimkî wexta em ji destê dagirkeran difilitîn em vedigeriyan/vedigerin dora êzidiyan. Û gelek caran jî em bûn /dibin şirîkê qesasê birayên xwe...

Ez naxwazim bikevim nîqaşa dema ketina DAIŞ'ê ya Şengalê. Kî heq kî neheq...

Bêguman berpirsyariya herî mezin ya hikumeta Başûr e. Ji ber ku Şengal di erdê Başûr de ye û di bin rêveberiya wan de ye. Çawa ku îro dibêjin "ji bilî me divê tu hêz di vir de nemîne"...

Axir sedem çi be kî be êzidî ketin destê keftar û hovên DAIŞ'ê...

Hêj bi hezaran keç û jinên êzidî di destê wan wehşan de ne û namûs û heysiyeta kurdan li bazarên ereban tên firotin.

Mixabin dar bi xweziyan şîn nabin. Em bibêjin xwezî wiha nebûya jî lê rastî ev e. Bi fermana 74'an Şengala Êzidîxanê bû goristana zarokên bêav mirî...

Çima Şengal û êzidî? Çimkî kurdên êzidî reseniya netewa kurd in. Tenê kurdên êzidî bi zimanê kurdî ibadeta xwe bi cîh tînin. Û çanda nasnameya kurd herî zêde di nava wan de jîndar e...

Bila şaş neyê fam kirin. Ev nayê vê menê ku em hemû dîsa bibin êzidî an bila êzidî bibin desthilatdarê neteweya me...Lê parastina birayên me ye êzidî deyn û berpirsiyariya me ya neteweyî ye. Em nikarin bi çavên ku misilmanê tirk, ereb û faris li êzîdiyan dinêrin binihêrin. Çendî baweriya me cuda be jî ew birayên me ne û zarokên vê xakê û neteweyê ne.

Eger bi çavekî olperest û mezhebî li êzidiyan binêrin, emê şaşî û xeletiyên bav û kalan dubare bikin. Û bibin kujerê nasnameya xwe.

Ya herî girîng jî ev e. Divê em kurdên êzîdî nekin qurbana bîrdoziyên partiyan. Yanî nekin amûreke siyasetê û siyaseta xwe li ser wan nekin. Di heman demê hemû hizb û tevgerên siyasî yên kurd mecbûr in Şengal û êzidiyan biparêzên. Ev ne minnet e, bicîhanîna erkên niştimanî ye. Nemaze hikumeta Başûr. Ji ber ku ew ji her kesî bêhtir dewa netewetiyê dikin û xwedî desthilatî ne.

Gotina dawîn; heta ku tenê yek jineke êzidî jî di destê wehşên DAIŞ'ê de be em nikarin bibêjin em azad in. Ne Kurdistanek heft Kurdistan jî ava bibin pûç e...


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

3 jinên kurd hatin kuştin

ad

Duda: Fikra LGBT ji bîrdoziya komunîzmê talûketir e

ad

Putînî serxwebûna Donetsk û Luhanks bi awayekî fermî nas kir

ad

'Nameyek ji cîharê re' û ji kurdan re

ad

Bulut: 'Pêdiviya kurdan bi dîplomasiyek yekbûyî heye'

ad

Yekîtiya Mamostayên Kurd kongreya xwe li dar xist

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname