Diyarname
Kakil, yekem pirtûka çîrokan a Dilawer Zeraq e ku di sala 2002'yan de ji aliyê Weşanên Sî ve hatibû çapkirin. Piştî 15 salan Kakil niha bi çapa xwe ya nû ji Weşanên Lîsê derket.
Nivîskar Dilawer Zeraq, di vê pirtûkê de, rengên cuda cuda ên jiyanê di çîrokên xwe de dide der. Ew carinan diçe cem zarokekî ku barê mezinan lê hatiye kirin, carinan diçe cem dayikekê ku giraniya “çûna” keça wê, kurê wê li dilê wê bar bûye, carina diçe cem zilamekî ku barê bavbûn û zilambûnê lê bar bûye; û carinan jî me bi xwe re dibe di navenda bajarê Amedê de digel şêxê Pîranê û dîroka Kurdan a têr karesat dihêle…
- Kakil / Dilawer Zeraq / Çîrok / 86 rûpel / Weşanên Lîs / 2017 / Amed


