Diyarrname
Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ji ber ku bi dehan salan dêrên Katolîk li Kanadayê di dibistanên xwe de zarokan îstîsmar kirine xwest Papa Francesco lêborînê bixwaze.
Trudeau ji bo civîna G7'an çûbû Îtalyayê û ji wir derbasî Vatîkanê bû. Trudeau wisa got: "Ji bo gelê Kanadayê tiştek gelek muhîm e ji bo gelê xwecîhî lihevkirin çêbibe û ji bo vê yekê jî min got lêborînê bixwaze dê keda wî ji bo vê yekê çêbe."
Trudeau ji bo Papa li Kanadayê lêborînê bixwaze ew vexwend Kanadayê.
Hat gotin ku Trudeau li ser guherîna kişwerê jî axiviye û wisa gotiye: "Me qala bi awayekî zanistî parastina grestêrka me kir û ji bo hemû mirovên li vê grestêrkê me qala girîngiya ehlaqê kir."
Vatîkanê li ser hevdîtina Trudeau û Papa tu daxuyanî neda.
Trudeau di gera xwe ya li Îtalyayê de ligel hevdîtina Serokwezîr Paolo Gentiloni û Serokomar Sergio Mattarella, çû serdana Klûba Fûtbolê ya Romayê jî.
Dîroka van dibistanan
Li Kanadayê di salên 1880'yan de dibistan hatibûn vekirin û zarok ji xelkê digirtin di van dibistanan de asîmîle dikirin. Ji van dibistanan yê dawî di sala 1996'an de hat girtin. Tê gotin ku ji 150 hezarî zêdetir zarok ji malbatan hatin girtin û ew bi zorê di dibistanan de dan xwendin. Di van dibistanan de qedexe bû ku ev zarok bi zimanê xwe biaxivin an çanda xwe bijîn.
Komisyona Heqîqet û Rûbirûbûnê ya Kanadayê jî ji Vatîkanê xwestibû ku lêborînê bixwaze. Komîsyonê ji bo van dibistana penaseya "komkujiya çandî" bikar anî bû.
Dêrên Anglikan, Presbiteryen û Unîteryan ku ligel hikumeta Kanada ev dibistan bi rê ve biribûn berê lêborîn xwestibûn.
Serokwezîr lêborîn xwestibû.
Serokwezîrê wê demê yê Kanadayê Stephen Harper jî di sala 2008'an de li ser navê kanadayiyan lêborîn xwestibû û gotibû, "Beşek xemgîn a dîroka me."