logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  5. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Derhênerê kurd Hîşam Zeman ji bo me qala sînemageriya xwe kir

Derhênerê kurd Hîşam Zeman bi fîlmên “Bawke” û bi “Winterland” beşdarî Festîvala İF İstanbûlê bû û bersiva pirsên me da

  • Dîrok: 02/03/2010
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Cemil Oguz

 

Derhênerê kurd Hîşam Zeman bi kurtefîlmê xwe yê bi navê “Bawke” û bi “Winterland” (Welatê Zivistanê) beşdarî Festîvala Fîlmên Serbixwe İf İstanbulê bû. Fîlmên wî bi eleqeyeke baş re rû bi rû man. Vê eleqeyê ez bi gotina yek ji kordînatorên festîvalê Serra Ciliv bînim ziman: “Min dema dest bi temaşekirina fîlmê Bawke kir di deqeya duyem de min dest bi girî kir, paşê dema fîlm xilas bû saet û nîvekê ez giriyam.”

Hîşam Zeman niha li ser fîlmekî nû dixebite ku wê çîrok li başûr, Stenbol, Atîna, Almanya û Norwecê derbas bibe dixebite. Me li ser wî û sînemaya wî pêre hevpeyvîneke pêk anî.

Çîroka te û sînemayê kengê dest pê kir? 


Ez zarok bûm, hê 7-8 salî wekî hemû zarokên kurd min dixwest biçim sînema. Min dixwest temaşeyê fîlm bikim, ew dinyayeke sihrî bû ji bo min. Di sala 85’an, dema şerê Iraq û Îranê de rewx ne xweş bû, me jî ji vê rizgar bibin, xweşî bibinîn, dixwest em herin sînemayê, herin li fîlm temaşe bikim.


Wê çaxê li Başûr, li ku sînema hebû?  


Li Kerkûk hebû.


Navê sînemayê çi bû? 


Sînema Hemra hebû, sînemaya bi navê Atlas hebû.


Ew sînemayên kurdan bû? 


Na, xwedî ereb bû. Li şarê me, li Kerkûk kurd hebûn, ereb hebûn, tirkmen hebûn. Di wê sînemayê de dibe ku ne fîlmê hunerî, belê kêm fîlmên hunerî hebûn, zêdetir fîlmê japonî hebûn, fîlmên Samûray, fîlmê Bruce Lee, ew fîlmana hebûn. Tesîra van fîlman îndîrek li ser min hebû. Dema ez zarok bûm min nedixwest ez bibim fîlmçêker, dema ez mezin bûm û hatim Norwecê bergeheke mezin ji bo min vebû. Min xwest hin tiştan bikim, bi vî awayî min dest bi fîlmê amator kir.


Yekem car te kengê fîlm kişand
 


Li Norwecê bi roj min kar dikir, êvaran ez li ser fîlm, kurtefîlm dixebitiyam. Bi pereyekî kêm min kamera û tiştên wisa kirê dikir û min fîlm çêdikir. Destpêka min a vî karî 98 bû. Yekem fîlmê min 99 de çêbû. Min fîlmek amator çêkir, wî fîlmî li festîval xelat wergirt. Min jî got belkî ez tiştan bikim. Di 2001’ê de ez çûm Akademiya Sînemayê Lillehammberê, beşa derhênerî heta 2004’an min xwend. Piştî wê min kurtefîlm çêkir. Yekem fîlmê min ê profesyonel ez dikarim bibêjim fîlmê “Bawke” bû. Wî fîlmî li Norwecê ji bo min dergehek vekir. Piştre min fîlmê “Winterland” (Welatê Zivistanê) çêkir.


Pêşî ez dixwazim tu hinekî qala “Bawke” bikî... 


“Bawke” min di sala 2005’an de kişand. Ji bo min ev fîlmek muhîm bû. Fîlm ne li ser jiyana min e, ez li Norwecê, li jiyana multecî ez kesên wisa nas dikim. Çîroka Bawke çîroka multeciyekî ye. Min penaberî bi çavê xwe dît. Çîroka Bawke çîroka bavek û kurekî ye. Fîlm nabeje ew ji ku tên, diçin ku, nabêje ola wan çi ye. Ew çîroka bav û kurekî penaber nîşan dide. Têde tişteke navneteweyî heye. Mirov dikare xwe têde bibîne.


Bawke li çend festîvalan hat nîşandayîn? 


Bawke li 120 festîvalî hat nîşandayîn, 40 xelat girt. Ez di fîlm de yekem car mirov difikirim. Fîlmê min zêdetir li ser kultur e, kultura kurdî, ya norwecî, ew li wir çawa dijîn. Mirovekî kurd yan jî ji welateke din be, problemê wan pir heye... Ew çawa dikare li wir bijî, çawa kulturê wan bigire, çawa dikare bikeve nav komalgehê wan, çawa ziman fêr bibe, biçe qursê... Wekî zarokek ku her tiştî taze fêm bibe. Ji bo vê ew tişt ji bo min balkêş e. Ne tenê problemê penaberan, problemên li Norwecê bi xwe heye. Ez dixwazim problema wan bînim ziman, ya penaberan bînim ziman. Niha wisa ye, du sal din dibe ez fîlmên din, bi mijarên din bikişînim. Ez naxwazim bibêjim ez fîlmçêkerê kurdan tenê me. Ez di fîlm de însan difikirim.


Tu di fîlm de însan difikirî, lê zimanê wan bi kurdî ye. 


Belê. Ev tişteke pir normal e. Ji ber ku zimanê min kurdî ye. Ez xelkê tirk bama minê bi tirkî bîaniya ziman.


Tu kurd î, li Norwecê dijî. Tu fîlmçêkerê kî yî? Ji te re çi dibêjin? 


Ez dema fîlm dikişînim, li Norwecê ji min re dibêjin fîlmçêkerî norwecî, dema ez têm Kurdistan ji min re dibêjin derhênerî kurd, dema li Dubaî min dawetî Festîvala Abu Dhabî dikin ew ji min re dibêjin ‘Derhênerê Rojhilata Navîn’. Lê navê min Hîşam Zeman e. Mala min li Osloya Norwec e, lê ez nikarim bibêjim ez derhênerê cihek tenê me, yê kurdan im, yê norwec im, ez derhêner im û dixwazim çîrokê bibêjim. Çîrokên ku ji bo min muhîm in, ji bo biraderên min muhîm in.

Ez dema li Kurdistan bûm şer hebû, ji bo min sînema dûr bû, lê ez çûm Norwecê şer nîn bû, min fîlm kişand. Niha li Kurdistan şer nîn e her kes dixwaze kamera bigire û fîlm bikişîne, yê min jî wisa bû. Dema şer hebe kes bîrê sînema nake ku bibe fîlmçêker.


Tu lîstikvanên xwe çawa hildibijêrî? 


Lîstikvanên di fîlmê min de ne profesyonel in. Ji bo van çîrokên min lîstikvanên amator baştir in. Tu bixwazî jiyana du penaberan bibêjî divê natural (xwezayî) be. Di dibistana fîlm de min bi aktoran re kar kir, lê di fîlm de min xwest tiştek taze tecrube bikim, ew amator bû. Zêdetir li cêgehê kurdan, cêgehê multeciyan, ez lîstikvanên xwe ji însanên pir normal, ji amator hildibijêrim. Hîç eleqeya wan bi huner û sînema tune ye. Tu aktor bî tu dizanî bi teknîk, tu dizanî çawa binêrî, çawa poz bidin, ez nabêjim aktorên baş xirab in, bes aktor bi teknîk dizane, dizane derhêner çi dixwaze. Însanên din vê nizane. Mesela ez dibêjim yek bardax av bixwe. Ew çawa li mal av dixwe, wisa dixwe. Yanê hîç kêm zêde nake, wekî xwe. Ez senaryo nadim wan, ez fikrê senaryo didim wan. Diyalog nadim wan. Rojek du roj pêş ceribandin nakim, pir hîn nakim, lê ez diçim cafeterya bi wan re rûdinim. Ez diçim mala wan, dinêrim ew ji çi hez dike. Mînak ew zarok (qala zarokê di Bawke de dike). Odeya wî çawa ye. Ev tiştanan ji bo min baş e, ji bo derhêneriya min yarmetî min dike. Ez dikim ku çawa jiyana wî bikim nav fîlm.


Li ser “Winterland” jî ez dixwazim tiştek bipirsim. Te çîroka Winterland ji cihekî girt, rastî ye yan te xeyal çêkir? 


Ne xeyal e, ne rastî ye. Ne çîrokek belgefîlm e, lê ez mirovên wisa dinasim. Pir jin hene, yan mêr wisa hatin Ewropa. Bi îngilîzî dibêjin “post-married”. Mesela mirov hebûn nekarî biçin Kerkûk, mecbûr ji dayikê xwe, xwişkê xwe dixwazin foto bişînin, vîdyo bişînin, ew dinêrin dibêje baş e, dibêjin ‘ez dixwazim pêre bizewicim.’ Ev tişt li nav kurdan hebû, dibe ku li nav ereb, an miletê din jî hebe. Îro ewropî, norwecî jî bi awayekî modern wisa dikin lê bi navekî din. Mesela chat dikin, hev du nabînin, lê bi resim hev du dibînin. Diçin cihek daniştinê dikin, dibe ku dibin hevalên hev, dibe bizewicin. Tu bixwazî li Kerkûk bi keçek re bizewicî, tu nikarî herî Kerkûk, keçik nikare were Norwec tu mecbûr î rêgehek bibînî. Fîlm dibêje ev rêgeh rêgehek zehmet e, ne asan e û tiştên pirsgirêk hene.


Winterland li Norwecê hat nîşandayîn? 


Belê. Li sînemayê hat nîşandayîn. Li dor 18-20 hezar kesî lê temaşe kir. Ji bo fîlmekî 52 deqîqeyî hejmareke gelek baş e. Reaksiyonên baş bûn. Norweciyan digotin norweciyeke nû, tiştên cuda kişandiye. Dengekî taze hatiye nav sînemaya norwecî.


Ji Norwecê tu piştgirî digirî? 


Belê. Divê tu tiştan bikî ku alîkarî bidin te. Li Norwecê gelek kes alîkarî dixwazin. Ez difikirim ku ew bi çavekî baş li sînemayê min dinêrin, dixwazin sînemayê min pêş ve biçe. Bi qasî ku Norwecê yarmetî min kiriye, ew qas kurdan yarmetî min nekiriye. Dibe ku di pêşerojê de bikin.


Heta niha te çend fîlm kişandin? 


Ez dema hê li dibistana sînemayê bûm min “Texsiya Reş” kişand. Min gelek kurtefîlm kişandin. Min fîlmê bi navê “Pir”, “Serban”, min “Serban” kişand. Dîsa “Bawke” û “Winterland”.


Tu sînemaya kurd çawa dibînî? Yan jî sînemaya kurd heye? 


Fîlmên kurdî pir in, lê sînemaya kurdî li destpêkê ye. Sînemaya kurdî tam ji bo min tune ye. Lê sînemayeke heye dixwaze xwe îspat bike. Pir derhêner hene, dixwazin xwe îspat bikin û deng bidin sînemaya kurdî. Lê sînemaya kurdî tam nîn e.

Yek, taybetmendiya cast (lîstikvan). Lîstikvan ne profesyonel in. Du, çîroka dokumanterî, sê, çîrokî refleksiyonê rabirdû dike, û tiştê polîtîk heye li fîlmê kurdî. Sê çar tişt hebe di her fîlmê kurdî de ev heye. Çar zimanê kurdî, kinc û berê kurdî tu dikarî bibînî. Ev jî parçeyeke sînemaya kurdî ye. Ev tenê jî ne bes in. Ez dikarim van bibînim di fîlmên kurdî de, lê tu bixwazî sînemaya kurdî çêbikî divê productorên me hebin, sîstema me hebe ku alîkarî bike. Nûser divê hebin. Montajkar, fotografkar, dengsazker, kostumkar hebe. Mînak dema ez tişteke çêdikim hemû mirovên li pişta min ne kurd in. Behmen (Qubadî) dema fîlm çêdike pir mirovê sereke îranî ne. Hinar Selîm çêdike, yê li pişt fransî ne.

Mînak ez li Norwec dixwazim çîrokê kurdan bibêjim. Hinar Selîm li Fransayê tiştê xwe, Behmen Qubadî li Kurdistan tiştên xwe tîne ziman.


Projeya te ya nû niha li ser çi ye? Me bihîst tuyê beşek jê li Stenbolê bikişînî? 


Min naxwazim naverokê bibêjim. Dixwazim bibêjim du ciwan in yek li başûr yek li bakur, çîrokek rabirdûya xwe heye. Yek ji başûr dixwaze here Ewropa, li Stenbolê yekî ji bakur dibîne. Çîrokek eşqê ye. Bi kurtî ev e. Ezê beşek li başûr, beşek li Stenbol, yek li Atîna û beşek li Almanya, beşek jî li Norwec.


Tu ji kîjan derhênerî hez dikî? 


Pir derhêner hene lê ger ez nav bidim dibe ne baş be lê li Tirkiye ez ji Nuri Bilge Ceylan hez dikim. Ji ber ku filmê wî ne siyasî ne. Fîlmê wî dikare li Meksîka jî bê nîşandayîn. Ji bo min li Ewropa fîlmçêkerê baş Michael Haneke. Ez ji fîlmê wî hez dikim. Derhênerê meksîkî heye Carlos Reygadas, jê hez dikim. Dem bi dem derhênerên jê hez dikim diguherin.


Ji bo ciwanan, yên ku bixwazin fîlm bikişînin tu çi dibêjî? 


Ger kesek bixwaze fîlman çêbike bila çêbike, ne hewceye here dibistanê. Pir kitêbên sînema bixwîne, li fîlman temaşe bike. Ez naxwazim nesîhet bikim lê dixwazim bibêjim pir fîlmên xirab bikişîne. Yek, du, sê, çar, belkî deh fîlmên xirab çêbike, dûre yek yê baş. Ger tu bixwazî yek fîlm tenê çêbikî û herî Festîvala Cannesê ev ne edalet e. Ez nabêjim du sê fîlmên xirab çêbike û danişe. Na, tu fîlm çêbike, bila xirab be. Bi tecrube tişt dibin.


Pirsa dawî: Tu pir li ser ‘multicultural’ (pirçandîtî) disekinî, tu her wê tînî ziman. Ji bo çi? 


Ev tişteke normal e. Multicultural ji bo kurdan ne xirab e. Mînak ez li Norwecê me, jiyana min her bi norweciyan re ye. Min dixwazim wê jiyanê bikişînim. Ez dixwazim li sînema kultur nîşan bidim. Mesela sed salên din em li sînema Winterland bibînin, wê mirov bifikirin çawa mirovên kurd jiyan dikirin. Ji bo min ev tişteke baş e. Tu sînema çê dikî li ser jiyana wê demê ye. Ev ji bo min girîng e.

 

***

Hîşam Zeman kî ye? 


Derhêner Hîşam Zeman (Di warê navneteweyî de navê wî wekî “Hisham Zaman” tê nivîsandin, ew jî vê tercih dike) bi vî rengî qala kurtejiyana xwe dike: “Ez di sala 1975’an de li Kerkûk hatim dinyayê. Temenê min 9 sal bû ez ji Kerkûk derketim. Piştî Raperînê em çûm Îranê, dûre hatin Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê ez deh meh mam, li Meraşê mam wekî penaber. Em bi rêya Neteweyên Yekbûyî çûn Norwecê. Wê çaxê temenê min 16-17 sal bû ez hatim Norwecê. Yekem car fikrê sînema nekir, pêşî min xwest kar bikim, loma çûm dibistana hînbûna tamîrkirina erebeyan. Min çar pênc salan ew xwend û kar kir. Dûre dest bi sînema kir. Heta niha min gelek kurtefîlm kişandin.”


Foto: Cahit Çeçen  

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Kobanî meşiya

ad

Asayîşa bajarê Tilkoçerê hate avakirin

ad

Kurdî-Derê rêveberiya xwe nû kir

ad

Pirtûkek din a helbestan: ‘Hinekirî mane guliyên şevê’ derket

ad

Kaban: 'Ev tablo derbirîna hestên min in'

ad

'Official Secrets', 'Judy', 'IP Man' û yên din

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname