logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

71 salên kurdî li INALCO´yê

Herçî beşa akademîk a Lêkolînên Kurdîzanî Kurdolojiyê ye, ya herî kevin li Rojavayê Ewrûpayê, ya li INALCO´yê ye. Ev zan

  • Dîrok: 25/08/2019
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: LUQMAN GULDIVÊ / PARÎS


Herçî beşa akademîk a Lêkolînên Kurdîzanî Kurdolojiyê ye, ya herî kevin li Rojavayê Ewrûpayê, ya li INALCO´yê ye. Ev zanîngeha ku înstîtuya fermî ya lêkolînên ziman û çandên rojhilatî ye li Fransayê, ji sala 1948´an ve cih daye Kurdî. Serpêhatiya ku weke dersên Kurmancî dest pê kirî, îro veguherî beşeke bi serê xwe ya berfireh. Em bi Rêveberê Beşê Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan re li ser serpêhatiya Kurdolojiyê li Ewrûpa, ka çi derfetan dide xwendekarên xwe, peyivîn. Wî got, “Hem di çapemeniya Kurdî û Fransî de, hem di dîplomasiya Kurdan û ya Fransayê de û hem jî li dinya akademîk ya Kurdî û ya Fransî de dikarin bibin xwedî kar.”


Lêkolînên Kurdî ku Rojavayê Ewrûpayî cara yekê li Parîsê hat vekirin, em ji wê roja sifirê dest pê bikin, cihê Parîsê di lêkolînên Kurdî de çi ye?

Wekî beş Lêkolînê Kurdî li Ewrûpaya Rojava ya yekem e. Gava ku sala 1948´an vê beşê dest pê kir, ew tenê dersa zimanê Kurdî bû. Di bin banê perwerdehiya Lêkolînên Îranî de tenê dersa Kurmancî hebû. Di salên 60´î de piştî şoreşa Kurdî li Başûr, hingê gava dinyayê berê xwe dida Kurdan li Başûr dinihêrî. Wî çaxî Soranî jî lê hat zêdekirin. Dûv re ji sala 1977´an û bi şûn ve, bi serê xwe bû beş. Ne tenê dersa ziman bû êdî û weke dersên ziman û şaristaniya Kurdî dewam kir. Her ku çû ders lê hatin zêdekirin. Niha jî, mesela me dersa sînemaya Kurdî, dersa lêkolîna metnên Kurdî lê zêde kir. Ji bilî dersên ziman û edebiyata Kurdî, dersên edebiyata modern a Kurdî, dersên tehlîla metnên Kurdî, dersên dîroka çapemeniya Kurdî – îsal navê wê bibe dîrok û rewşenbîrî – ji xeynî van, dîroka Kurdistanê, cografyaya Kurdistanê û şaristaniya wê jî ji dersên me ne. Wekî din dersên hevpar ên zanîngehê hene, yên weke tîpolojiyê, zimanên rojhilatî, rexneya edebî û wekî din hene.


Di asta mastirê de ji kengî ve li di beşa Kurdî de ders tên dayîn?

Ya rastî weke sîstem ji dema ku bûye beş dikare. Lewma li gorî sîstema INALCO´yê her zimanê weke beş heyî, dikare dîplomayên mastirê bide. Lê ji 94 zimanên ku dersên wan li INALCO´yê tên dayîn, her ziman ne beşek e. Em mastira Kurdî didin. Gava xwendekar bixwazin doktorayê bikin, hingê ´école doctoral´a me ya hevpar a INALCO´yê heye. Lê xwendekarên me bêhtir dixwazin zû bi zû dest bi jiyana kar bikin; lêkolîn çavên wan ditirsîne hebekî. Di mastirê de îsal 8 xwendekarên me hebûn, lê sala bê wê çend bin, ez nizanim.


Di astan hemûyan de niha çend xwendekarên Beşa Kurdî hene û gelo haya cenabê te heye ji qeydiyên xwendekarên nû? 

Di hemû astan de hemû li ser hev îsal 43 xwendekarên me hebûn. Gava min sala 2007´an dest bi mamostetiyê kir, tenê 12 bûn. Di sinifa 3´yan de xwendekar tinebûn. Di mastirê de 2 xwednekar hebûn. Di van deh duwanzdeh salan de me hinekî promosyona Beşa Kurdî kir. Me xelk agahdar kir ku INALCO zanîngeh e, ti peywendiya wê bi dezgeh û saziyên ji derve ve tine ye.


Sîstemek li Fransayê heye ku xwendekarên lîseyê di sala dawî de karibin tercîhên xwe yên zanîngehê bikin. Heta niha 35 kesan Beşa Kurdî ya INALCO tercîh kiriye. Dosyeyên wan ji min re hatin, min hemû qebûl kirin. Ji derve jî 5,6 kesan ji min re got, ew dixwazin xwe qeyd bikin. Min jî agahî dan wan. Ji Kurdên Rojava yên li Ewrûpayê penaber gelek taleb dikin. Niha xwendekarên me çalak in, têkiliyên wan bi civaka Kurd, bi komeleyan re hene, diçin Newrozan, wan bi xwe jî komeleyek çêkir. Kovarekê derdixin, KurdInalcoyê. Ev dibe sedem ku di nava xwendekaran, di nava derdorên Kurd û hem jî di nava tora civakî de navê ÎNALCO´yê bê naskirin.


Te behsa bernameyeke dewlemend a dersan kir, kî dersan dide?      

Em 5 Kurd, 2 Fransî û Holendiyek – Michiel Leezengerg- dersê didin. Leezenberg dersdarê mêvan wê semestrekê dersa Panoramaya wêjeya zimanên Îranî bide. Dr. Amr Taher Ahmed, ew jî nû hat cem me, dersên ziman û wêjeya Soranî dide. Gérard Gautier dersên dîrok, cografya û şaristaniyê dide. Dr. Pauline Tucoulet dersa sînemaya Kurdî dide, dersên pratîka zimên jî asîstanên me Sara Anter û Musa Ekici bi Kurmancî û Haussain Tahr jî bi Soranî dide.


Baş e, xwendekarên Lêkolînên Kurdî gava Lêkolînên Kurdî dixwînin, dixwazin bi vê xwendinê çi bikin?

Pirseke lazim e; ji ber ku kesên ciwan hema ji bo xwebipêşvebirinê naçin beşekê naxwînin. Belkî hin mirovên ku kariyera xwe kiribin, vê bikin, lê ne ciwan. Ew dinihêrin ka çi derfetên îstîxdamê hene. Kesên ku Beşa Kurdî bixwînin, dikarin bibin tercûman, dikarin li dezgehên dewletê kar bikin, weke tercûman, şêwirmand û tiştên din. Weke nimûne, xwendekareke min hebû niha li wezareta derve kar dike. Wê du kursî bi hev re xwendin, zanistên siyasî û Lêkolînên Kurdî. Gava çûbû miracaet kiribû, di milaqatê de yek pirsa bi tenê jê kirine; te di CV´ya xwe de gotiye tu bi Kurdî dizanî, tu ji ku fêrî vî zimanî bûyî? Wê jî gotibû lîsansa min a Kurdî heye ji INALCO´yê. Ew girtine kar, jê re gotine, piştî du salan stajê tu wê biçî Kurdistanê kar bikî. Ew niha dîplomateke Fransî ye ku li cem me xwendiye. Xwendekareke me ya din ku bi xwe jî Kurd e, li wezareta parastinê kete kar. Ji ber ku bi Kurdî û Tirkî jî zanîbû, rabû ew xistin buroya çapemeniyê.


Ji xeynî wê, xwendekarên me hene, li cem me xwendine û di rojnameya Le Monde Diplomatiqueê de bûne wergêr, xwendekarên me hene pirtûkan werdigerînin û bûne wergerên profesyonel. Mesela xwendekarekî me, Firat Baran weke xebata mastirê, romana Patrick Modiano ji Fransî wergerand Kurdî û niha amadekariyên çapa wê dike.


Li aliyê din gava dibistanên Kurdî vebin, ev kesên ku dîplomaya ÎNALCO´yê bi wan re heye, rasterast dibin mamoste. Mesela ew biçin Rojava, li wir ew rasterast dibin mamoste; kesekî li cem me mastir kiribe, li Başûr wê yan jî wî li zanîngehan dikin mamoste. Yanî hem di çapemeniya Kurdî û Fransî de, hem di dîplomasiya Kurdan û ya Fransayê de û hem jî li dinya akademîk ya Kurdî û ya Fransî de dikarin bibin xwedî kar.


Têkiliyên Lêkolînên Kurdî ji bo bi pêşxistina lêkolînê bi kê re hene li derveyî ÎNALCO´yê?

Ya rastî berê tenê mamosteyan lêkolîn dikir. Em niha xwendekaran teşwîq dikin lêkolînan bikin. Ev heft, heşt sale hemû xwendekarên me yên asta sala sêyem gotarekê ji me re dinivîsin. Niha va ye weke pirtûkekê li me gihiştiye. Li Amedê em bi weşanxaneya Lîsê re peyivîn ji bo belavkirina wê weke lêkolînên xwendekar û mamosteyên INALCO´yê. Bi rastî jî lêkolînên gelekî cidî ne.


Mesela xwendekarekî me yê Çînî, gava ku sala 3´yan xilas kir, meqaleyek bi navê “Danberhevek di navbera romanên Mehmet Uzun û nivîskarekî Ewrûpî de” li ser pirsa rewşenbiriyê ye; dipirse, rewşenbîr li cem Mehmet Uzun û li cem nivîskarekî Ewrûpî kî ye. Lêkolîneke ew qasî baş bû ku min ji xwendekarên Kurd re got, bila bêvila we bişewite.


Îsal me xeber ji hemû lêkolînerên di warê Kurdolojiyê de kar dikin, çi ziman, çi dîrok, çi civaknasî û wekî din, û di nava xwe de me ji xwe re toreke alternatîf çêkir. Hin kom hene di lêkolînên Kurdî de jî, ew tenê xwe bi xwe ne û kesî ji derve nahewînin. Min timî hefza xwe ji wan kir. Gava organîzasyonekê dikin, tenê nas û dostan haydar dikin. Mesela konferansek çêdibe, piştî ku bername belav dibe, haya me jê çê dibe. Niha li seranserê dinyayê gelek lêkolînerên ciwan hene, em dixwazin du salan carekê li INALCO´yê û heger ji destê me bê li dezgehên din jî em kongreya Kurdolojiyê li dar bixin. Ji bo ku em bizanin, ka kê di nava du salan de çi kar û xebat kirine, haya me ji hev çêbe. Paşê jî em ê katalogekê çap bikin.


Bi zanîngehên Zaxo, Duhok, Newroz, Silhedîn û Soranê re peymanên INALCO´yê hene. Wekî din jî bi Zanîngeha Rojava re ku di amadekirina bername û tuzuka wê de jî em bi rola xwe rabûn, niha em hewl didin peymana me bi Zanîngeha Rojava re bibe peymaneke fermî da ku di asta navneteweyî de Zanîngeha Rojava weke dezgeheke akademîk bê nasîn. 


Pirsa min a dawî bila li ser qeydiyan be; heta kengê qeydî tên qebûlkirin, li ser qeydiyê agahiyên pratîk çi ne?

Ji meha 6´an heta dawiya meha 9´an qeydî dewam dikin. Lê divê bê zanîn, INALCO zanîngeheke li Fransayê ye. Yanî ji bo xwendinê divê mirov bi Fransî zanibe. Wekî din zanîngeha me bursan nade. Di warê peydekirina xanî, odeya xwendekaran de em dikarin bibin alîkar. Herçî qeydî ye, kesek dikare Îlonê bê ÎNALCO´yê, heger dîplomaya wan a lîseyê hebe û bi Fransî herî kêm di asta B1 de bi Fransî zanibin, em dikarin wan li INALCO bidin qeydkirin. Têkiliyên me yên bi xwendekaran re li vir ne weke mamoste û xwendekar e, lê weke hevalekî mezin, birayekî mezin bi yê piçûk re ye; weke ya maliyên yek malê ye. Em alîkar û elaqedar dibin.

***


INALCO û Kurd’Inalco


INALCO yanî Înstîtuya Neteweyî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilatî, dezgeha akademîk a dewleta Fransayê ye ku lê îro 94 ziman tên fêrkirin. Ew di warê rêxistinî de ser bi Zanîngeha Paris III ya Sorbonneê ye. Yek ji kevintirîn dezgehên bi vî rengî yên li dinyayê ye û sala 1795´an hatiye damezirandin. Îro bi xwe li INALCO´yê 12 departiman hene û Kursî jî di van departimanan de hatine bicihkirin.

Lêkolînên Kurdî weke beş ji sala 1977´an ve li INALCO hene, lê serpêhatiya Kurdî 1948´an bi dersên Kurdî yên Kamuran Elî Bedixanî li INALCO´yê dest pê kir; înîsiyatîfa vî karî jî ya dîplomatê Fransî Roger Lescot bû.

Li INALCO´yê komeleyeke xwnedekarên Lêkolînên Kurdî heye bi navê Kurd’Inalco. Ew çalakiyên çandî û akademîk organîze dikin. Wan di nava vê salê de dest bi weşana kovareke bi heman navî jî kir ku xwendekarên lîsans û mastirê weşana wê girtine ser xwe. Hejmara yekê ya vê kovarê ji 83 rûpelan pêk dihat û  li mijarên gramer, wêje, zanistên siyasî, teknolojî û matematîk bûn. Zimanê gotaran jî Kurmancî û Soranî ye.

Ji Yenî Ozgur Polîtîka hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Fîlmên vê hefteyê 'Christopher Robin' û yên din

ad

Helwesta rewşenbîrî û Seqetiya Danûstendinên me

ad

Ahmet Turk: Bila serê gelê kurd sax be

ad

Helbestên ji 'Xemzên' diherikin

ad

Şêx Seîd li Amedê tê bibîranîn

ad

Panzêran Barça parçe parçe kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname