logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Ji Ertugrul Ozkok nameyek eşkere ji bo Ocalan

Gerînendeyê Giştî yê rojnameya Huriyetê yê berê Ertugrul Ozkok nameyeke eşkere ji bo Ocalan nivîsî. Vaye ew name:

  • Dîrok: 09/12/2010
  • Beş: Çapemenî

Gerînendeyê Giştî yê rojnameya Huriyetê yê berê Ertugrul Ozkok salek berê xwest bi Abdullah Ocalan re roportajê bike û ji aliyê rayedaran ve hat redkirin. Ozkok, niha bi sernivîsê "Tirkiye ya Tirkan e" nivîsek di quncikê xwe de nivîsî û wekî nameyeke eşkere pêşkêşî Ocalan. Ozkok di nameyê diyar kir ku wî gelek caran xwestiye bi Ocalan re hevpeyvînê bike lê her tim ew hatiye redkirin. Ozkok, anî ziman ku hem kurd û hem tirk bi redkirina Ocalan re dê pirsgirêkê zor çareser bikin û wiha got: "Rêberê kurdên Tirkiyeye ew e. Dîsa dê pêşengê çareseriyê jî dê ew be."
Ozkok di nameya xwe de 18 pirs pirsîn.

Ertugrul Ozkok ku 20 salan ji bo rojnameya Huriyetê re Gerînendetî kir, di quncikê xwe ya îro de nameyek eşkere ji bo Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan nivîsand.
Ozkok, di nameya bi ser nivîsa "Tirkiye ya Tirkan e" ya rojnameyê de wiha nivîsand: "Min gelek caran xwest bi Ocalan re hevpeyvînê bikim. Lê êdî hêviyê min nema ye. Girtiyê bi navê Alî Çabar wêneyek ji min re şandibû. Ala Tirkiyeyê çêkiribû. Li bin alê jî bi kurdî 'Tirkiye ya Tirkan e' nivîsandibû."

Ozkok, di berdewama nameyê de wisa got: "Çi kurd û çi tirk dibe, kesên beyî Ocalan li çareseriyê bigerin pêkan e, lê pir zahmet e. Kî çi dibêje bila bibêje rêberê kurdên Tirkiyeyê Ocalan e. Min gelek çaran xwest li Îmraliyê bi Ocalan re hevpeyvînê bikim. Lê rayedaran bersiva daxwaza min neda. Min daxwaza xwe ragihand Serfermandariya Giştî, ji wê derê leşkerekî raye bilind got: 'Ev ne karê me ye, ji Wezareta Edelatê bipirse. Min ji wan daxwaz kir, yekî ji wan got: 'Meseleya çêkirina hevpeyvîna we di hemû beşên dewletê de bi awayekî cidî tê nîqaşkirin' lê ji wê derê jî bersiv derneket."
 
Ertugrul Ozkok got ku diyar kir ku hêviya wî ya çêkirina hevpeyvînê nemaye û di qunicîkê xwe de ev pirs ji bo Ocalan rêz kirin:

"Hûn ji têgeha "xweseriya Demokratik" çi fam dikin? Eyalet e? Herêma Xweser e? An jî dewleta unîter e?
- Ji van xalan kîjan dikeve nava vê tarîfeyê:
a. Li gel ala tirk ala herêmî.
b. Sirûda taybet a herêmê.
c. Parlementoya herêmî.
d. Yekîneyên ewlehiyê yên cuda.
e. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî.

- Hûn xwe çi dibînin:
a. Kurd.
b. Tirk.
c. Nîvî kurd nêvî tirk.
d. Tenê welatiyê Komara Tirkiyeyê.

- Hûn ji çalakiyên ku te berê kirin ango ji aliyê PKK'ê ve hatin kirin, tu ji kîjan çalakiyan poşman î?

- Hûn xwe bi kîjan zimanî baştir tînin ziman? Bi tirkî an kurdî? Ji niha û şûn de hûn dixwazin bi kîjan zimanî bijîn?

- Hûn li kîjan muzîkî guhdar dikin û ji kîjan hunermendan hez dikin?

- Nivîskarê herî zêde hûn jê hez dikin kîja ye?

- Ji çapemeniya tirkî hûn bêtir kê ji nêz ve dişopînin?

- Heta niha we kîjan siyasetmedarên tirk herî zêde nêzî çareseriyê dîtiye?

- Ger hûn serbest bên berdan hûn dê biçin ku betlaneyê?

- We çalakiya çekdarî dest pê kir. Hûn çima bi fermanekê çalakiyê nadin rawestandin? Ev biryar dê çareseriyê hêsan neke?

- Hûn ji dil bawer dikin ku kurd û tirk di nava hev de bijîn?

- Ger ku hûn bên berdan hûn dê di serî de hesab ji kîjan siyasetmedarê kurd bipirsin?

- Ger ku pirsgirêka kurd çareser bibe û aştiyek mayinde pêk bê, hûn dê jiyana xwe ya teqawîtî li ku derbas bikin. Hûn dê li Amedê ango li bajarekî rojava derbas bikin?

- Hûn niha xwe çawa dibînin? wekî kesekî serkeftî an jî kesekî têkçûyî?

- 11 sal in tiştê herî zêde we berî kiriye çi ye?

- Ger hûn serbest bên berdan hûn dê bixwazin kîjan hevalê/a xwe bibînin?

- We bi rastî gef li Osman Baydemîr xwar? Ma ev ne şaşî ye?

- Demîrel, digot, "Tenê kesên aştiyê dizanin divê şer bikin" Şer an aştî pir wêrekiyê dixwaze? Wêrekiya we ya hûn çekê berdin tune? Ger ku ev wêrekî û hêza we hebe çima hûn vê hêza xwe bikar naynin?

- Tiştekî ji me re bêjin ku em êdî pêşdaraziya xwe xera bikin û bawer bikin.

***

09.12.2010, Hurriyet

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

news
  • 14 10 2026

Kayûm şandin ser Halk TV

news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Lîsê du romanên nû

ad

Baş e ku çîrok tê nivîsandin!

ad

Ji Cizîrê hin dîmen

ad

Gotina Hefteyê: 'Çete û diz li meclisê ne'

ad

Ji 'şehîda hukmen' re

ad

'Mîrname'ya Jan Dost bi erebî derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname