logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Bangên xwedîtiyê û ‘xwelîseri’ya karê kurdî

Nûçeyeke germ kete ser ajansan. Di flaşa nûçeyê de, -Amed- bi ber çavan dikeve. Mijar axaftin û bikaranîna zimanê kurdî

  • Dîrok: 16/12/2010
  • Beş: Serbest

Omer Dilsoz 

Nûçeyeke germ kete ser ajansan. Di flaşa nûçeyê de, -Amed- bi ber çavan dikeve. Mijar axaftin û bikaranîna zimanê kurdî ye.

Yê daxuyaniyê dide Hevserokê BDP’ê Selahattin Demirtaş e. De kerem bikin, em berdewama nûçeyê bi hev re bixwînin:

“(...) Hevserokê BDP’ê Selahattin Demirtaş, bang li gelê kurd kir ku li zimanê kurdî bibin xwedî.

Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattin Demirtaş, 10’ê berfanbarê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan, îro (15’ê berfansar 2010) li Diyarbekirê/Amedê, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Demirtaş, bi bîr xist ku salên 1990’î de 3 hezar gund hatine kavilkirin û 17 hezar KURD bi awayekî failê wan nediyar hatine kuştin û xwest dewlet lêborînê (ji kurdan) bixwaze.

Selahattin Demirtaş banga “Kurdî li jiyanê serdest bikin” li gelê kurd kir û xwest hemû esnaf tabelayên xwe, xwaringeh menûyên xwe bi kurdî-tirkî amade bikin û şaredarî jî tabelayên kurdî li hemû gund, navçe û bajarokan hilawîsin.

Demirtaş, ji hemû şaredariyan xwest ku di derwazeyên navçe û bajaran de  li ser riyan bi kurdî “Hûn bi xêr hatin” bê nivîsandin.

Hevserokê BDP’ê, destnîşan kir ku ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê di bin banê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de kampanyaya zimanê dayikê dane destpêkirin û ew ê bi wê bi mîlyonan îmzeyan berhev bikin û pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bikin...”

Bangên xwedîtiya li kurdî vê heyamê gelekî moda ye, hema bêje, li Parlamentoya Tirkiyeyê her roj di vî warî de em rastî hin hewldanan tên. (Serokomar Abdullah Gul îro hişyarî/gef li vê yekê xwar!)

Mirov nizane bayê siyasetê dê ji kîjan hêlê de were, lê rastiyek heye ku îro hê jî kar û xebata bi kurdî berî her tiştî di nav kurdan bi xwe de tirş e, zerdav e, bêqedr e, giyayê hewşê ye, lawê jinbavê ye, tal e, bêqîmet e, çi pere nake, bêrû û rêz e, karê gundî û ‘nezanan’ e.

Heta ev têgihîştina xelet neyê herifandin, nabe stêrka kurdî li asîmanê Kurdistanê wekî stêrka gelawêjê bibiriqe; nexwe, dê hema her tenê ji formalîteyê biwêdetir neçe.

Vê yekê, ji her kesî pirtir, em kesên ku rasterast bi vî zimanî hest dikin, bi vî zimanî raman û xeyalên xwe, axîn û kovanên xwe dadirêjin, pê dihesin û ji her kesî pirtir em bi vê jan û kulê diêşin.

Ew daxwazên li jor ên birêz Demirtaş bilêv kirine, ji her pirtir ez digel im, bi rih û canê xwe ez pê re me, bila be, bila her dever, her tişt bi carekê bibe kurdî; “ma kesê kor û nebîne çi dixwaze? Helbet du çavên ron û ronak!”

Lê kûrahiya meseleyê, diviya em hinekî hilxepêrin û di ber de di ber de diviya em xwê di vê kulê werkin û wê bikewînin, nexwe, heke xwêya girarê genî bûbe, tu çend av û danî biguherî bi kêr nayê.  

Min dil heye, ji bo ku mebesta min bê fêmkirin, hinekî ronahiyê bidim ser gotinên xwe yên jorî û piçekî mijarê vexepêrim.

Bi salan, em di saziyên kurdî de ji bo zimanê kurdî xebitîn, gelekî xweş bû helbet, lê wekî ku îro dibe duhî jî tim têgihiştin û qinyateke ‘kêm’ der barê kurdî de hebû/heye. Mixabin, di vê serhatiya ‘ronasansa kurdî de’ kurdî mixabin û sed caran mixabin tim û tim pepûk ma, tu carê nebû bûka vê qesrê!...

Sazî hatin danîn (helbet karê wan pîroz e) lê kesên qet bi kurdî jî nizanin anîn danîn ser van saziyan; wan, hem nehişt sazî wekî gulekê geş bibin û berhemê bidin, hem jî kurdîhez û dilsozên vê qewareyê di agirê xwe de fetisandin, xeyidandin û gelek ji wan wekî ku qet tunebin, penîçav û dûrîqadkirin.

Li her devera gula kurmancî bişkivî, anîn, îdeologên rih gardiyan ên tirkperest danîn ser serê wan; gotin, bi kurdî rojnamegerî nabe, wergêr e, bi kurdî nivîskarî nabe, tercume bike, bi kurdî şano nabe, ji ber bigire, bi kurdî siyaset nabe, termonolojîya wê tune...

Lê tu carê nehişt ku kurmancî bi hemdê xwe, li ser rehên xwe, bi destê heskirî û pisporên xwe GEŞ bibe, aha, a rastî, kula me ev e, derdê me ev e, êşa me ev e... Ev êş îro hê jî berdewam e, Bakur jî wisa ye, Başûr jî di hin deveran de tê ber guhê min ku ev NESAXÎ û VIRÛSA kurdên spî ya jehkirina kurdî û reha kurdewariyê pêl vedide û ev bextê reş dubare dibe.

Ev rewş, bi yek gotin tê şîrovekirin: XWELÎSERÎ!

Vê daxuyaniya Serokê BDP’ê hinekî hêviya dilê min XWEŞ kir. Hema ez ê bi gotineke pêşiyan mijarê bi dawî bînim: Ji kerema xwe “nanî bidin nanpêjan, bila nanek tunebe.”   

omerdilsoz@yahoo.com

 

***

Nivîsên Omer Dilsoz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Ji bilî me kurdan kes nabêje ‘dewê min tirş e’
- Sibeya cejnê li Mexmûrê
- Şîfreyên dema nû û tiştên bêne kirin
- Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piştê!’

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Moskowayê Konferansa Neteweyî ya Kurdan li dar dikeve

ad

Li ser vîrusê çend agahiyên nexweş

ad

Dibistana bi kurdî ya Ferzad Kemanger hat girtin

ad

Asayîşê êrîşê mamosteyan kir

ad

Saziyên başûrê Kurdistanê 'Pirsgirêka Kurd' gotûbêj dikin

ad

Albuma nû “Azadî” derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname