Newroza 2011'an li bajarên rojavaya Kurdistanê û li Sûriyeyê bi beşdarbûna deh-hezaran kes hat pîrozkirin. Kurdan di Newrozê de peyamên girîng dan dewleta Sûriyeyê. Gelê kurd banga rakirin rewşa awerte li rejîma Beas kir.
Newroz, li Qamişlo, Efrîn, Tirbêsî, Serê Kanî Hesekê, Dêrka Hemko, Amûdê, Kobanî, Heleb, Reqa û Şamê bi beşdariya girseyên mezin hat pîrozkirin.
Şahiyên Newrozê li bajarên li Qamişlo, Efrîn, Tirbêsî, Serê Kanî Hesekê, Dêrka Hemko, Amûdê, Kobanî yên rojavayê Kurdistanê jî bi dirûşima “An Azadî an Azadî” hatin lidarxistin. Di şahiyan de posterên Ocalan hatin vekirin.
Gelê kurd ê li rojavayê Kurdistanê banga rakirina rewşa awerte li rejîma Beas kir.
Pîrozbahî ne tenê li Kurdistanê li bajarên Sûriye Heleb, Şam û Reqayê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin.
ANF
**
Nûçeyên li ser Newroza 2011'an:
- Bajar bi bajar pîrozbahiya Newrozê
- Axaftina Turk, Kişanak û Baydemîr a Newrozê
- Kurdên Stenbolê Kazliçeşme 'Dagir kir'
- Mîlyonek kesî li Amedê agirê Newrozê geş kir
- Îro jî ji bo Newrozê gel li qadan bû
- Li Îdir û Şirnexê bi deh hezaran kes li qadan bûn


