logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

“Zeraq”ê daye Mirina/Kuştina Bêsî

“Mirina Bêsî” navê romana nû ya Dilawer Zeraq e û ev roman îsal Weşanên Lîsê kiriye diyarî bo pirtûkxaneya kurdî.

  • Dîrok: 06/06/2011
  • Beş: Serbest

Omer Dilsoz

“Mirina Bêsî” navê romana nû ya Dilawer Zeraq e û ev roman îsal Weşanên Lîsê kiriye diyarî bo pirtûkxaneya kurdî.
Li ser navê romanê, ez dixwazim  anektodekê li vê derê vebirim û bi bîr bixim ku di zimanê kurdî de ferq û cudayî di navbera “mirin” û kuştinê” de heye. “Mirin” bidawîhatina jiyanekê ye, piranî mirin encameke xwedayî ye û destê tu kesî tê de nîn e, lê “kuştin” ji mirinê biwêdetir e, kuştin, bidawîanîna jiyanekê ye, di kuştinê de destkarî heye. Mirin bi sî û sîber be, an bêsî û sîber gelekî nabe mirineke nesasayî û di hişê mirovî de jî têgihîştineke wisa ku ne normal be, çênake. Lê gava hate gotin “kuştin” hingê yekser em têdigihêjin ku li pişt vê kiryarê destek heye û niyeta jiholêrakirin û tunekirinê li ber me ronî û eşkere dibe.
Ji ber hindê jî, di vê romana kekê Dilawer de ji ber ku bûyer kuştinek e û ev yek di romanê de tê ronîkirin,  -bi ya min- çêtir bû ku li şûna “mirinê”, “kuştin” bihata tercîhkirin.
(Hêjayî gotinê ye, ev jenerasyona nivîserên kurdî yên nû yên bakurê Kurdistanê ango kurmancînivîsên me, gelek caran mirin û kuştinê têkel hev dikin)   
Roman, bi derxistina Hogir (Wedat Aydin) a ji malê dest pê dike û bi çavê nivîskar,  salên Derbeya 12’ê Rezberê ku wê demê Hogirê me jî hê ciwanekî şoreşger ê aktîf e,  didome.          
Wekî tevn û rêstina bûyeran Mirina Bêsî, qewareyeke berfireh li xwe digire û bi ser zarê çend lehengên nêzî Hogir in, hem em bi kesayeta Merwan (Wedat Aydin) dihesin hem jî tiştên lê diqewimin an jî têne lê qewmandin, dibînin û dixwînin.
Dilawer Zeraq, di vê romana xwe de, ketiye pey şopa mirina bêsî ya “bêseroşûn” û me heta quncikên tarî yên hucre bi qewlê nivîskarî (tenggeh)ên li nav Navdêzêya Diyarbekirê (Kaleiçiya ku demekê meqerê JÎTEMê bû) dibe û dîmena îşkence û berxwedana Hogir tîne pêş çavên me.
Nivîskar, bi şiyanên xeyalmendiya xwe jîrekiya xwe di vê derê de nîşan daye, di tevna romanê de, ligel hatûçûyînên di navbera deman de bêyî ku kela bûyera sereke bi mirovî bide sarkirin, honak durist kiriye.                       
 Hêjayî gotinê ye, Zeraq, bi vê xebata xwe ya hêja zeraq daye kuştinên bêsî û rûpelek ji kurtedîroka nêz bi zarê romanê bi bîra me xistiye û nîşan daye ku wêje û edebiyat, ligel xweşikbêjî û bedewkariya rihî di heman de berpirsyariyeke dîrokî û civakî ye, cihê xwe li nik wê birrê destnîşan kiriye ku “hunerê ne tenê ji bo hunerê, lê hunerê ji bo civakê” dibîne.
Kekê Dilawer, di vê berhema xwe de, wekî her carê bi ser zarê Narînê ku evîndara Hogir e û yek ji serlehengên romanê ye, hestên jinekê –ligel ku ew bi xwe nivîskarekî mêr e- gelekî bi hostetî honandiye û bi vê şarezahiya xwe her wekî bêje, “Nivîskarî empatî û xeyalkûriyê li xwe digire.”      
Zeraqê ku bi zimanekî qelew û kurdiyeke şayik a dewlemend, salên nodî yên Amedê û salên heştê yên Farqînê di vê romanê de careke dîtir helsengrandine û xwîner yekser dibe wan deman, vê carê di bikaranîna cînavkên kurmancî de formeke cuda (ev form li devera Hekariyê aktîf e) bi kar aniye û dibêje, “Forma rastî ya kurmanciyê ev e.”
Li gorî vê formê; li şûna em bibêjin “Elî ji Eyşê re got”, çêtir e em bibêjin “Elî gote Eyşê” û ev di heman demê de ji bo kurdiyê jî qonaxeke nû ye û ziman her ku di nava demê de ber aşê berheman bihêre xwe nûtir dike û pirtir dadigere ser bingeh û binemayê xwe.
Ji ber vê jî mirov dikare bêje, Mirina Bêsî di heman demê de zeraqeke li ser ziman û zimanzaniyê ye jî. Jixwe têrûtijîtiya biwêj û îdyoman têra xwe roman xemilandiye û hevokan wekî ku li ser qedîfeyê rûniştibe wisa nerme nerme bi rih dixe jî, aliyekî dîtir ê pêşketî yê vê berhemê ye.
Dilawer, belkî pêdivî pê nedîtibe, ji ber wê jî, di vê berhemê de tasvîrên cî û deveran hema bêje hîç tune ye, tenê çend caran ku ew jî ji ber ku dema bûyerê eşkere ye, tê diyarkirin ka kîjan demsal e.       
Bi kurtebirî, Mirina Bêsî, romaneke têrtijî êş, têrtijî hezkirin, têrtijî dostanî û bêbextî, têrtijî kurd û Kurdistanî ye. Carina hûn ê di tenggehên îşkenceyê de bêzar bibin û bibêjin “de bes e lo, heke bikujî de bikuje bila qenebe di kuştina we de dilopek mêranî-egîdî hebe”, carina jî hûn ê bi evîna wî ya dizoke re bi kelegermiya dilê xwe ya ciwaniyê vegerin û belkî carina bibin Narîn dil berdin Hogir, belkî jî bibin Hogir dil berdin Narînê.
Ji zar devê Narînê hûn ê gelek caran gazina ciwanejinekê ya ji feodalîteyê bibihîzin û gelek caran jî bi eşq û hevşabûna wan a ku çi rêz û rêzikan li xwe nagire, bi delodîniya nava xwe bihesin.
Di vê berhemê de nivîskar teknîkeke geometrî bi kar aniye û tevna romanê li dora bûyerên di beşa “G”yê de rûdidin, raçandine û wekî ku kakil û reha qewmînan “G” be û yên deroberê carina 10 salan berê, carina jî 10 salan paşê lê vedigerin û hemû bûyerên beşên dîtir ji bo ronîkirina vê “G”yê hatine ristin.
Ji bo ku hûn pê bihesin, “yên ji nava me birine xwedîyê çi dilî bûne” diviya hûn serdanekê li vê berhemê bikin û bi çêj û tama kurdîyeke zelal û xweşkûk, tîrêj û zeraqekê bidin ser mirinên/kuştinên bêsî…

omerdilsoz@yahoo.com


***

Nivîsên Omer Dilsoz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Bîr û boçûnek çend-alî li ser romana kurdî
- Kê, çima ÎBO birîndar kir?
- Dîjle can, 6 heyv e ronahî didî jiyana me
- Êvarek ji zivistana gundî
- Kurdistana 2011'an…
-Çîroka herî kin
-
Bangên xwedîtiyê û ‘xwelîseri’ya karê kurdî
- Ji bilî me kurdan kes nabêje ‘dewê min tirş e’
- Sibeya cejnê li Mexmûrê
- Şîfreyên dema nû û tiştên bêne kirin
- Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piştê!’

 

**

Nûçeya eleqedar:

- Ji Weşanên Lîs pirtûkên roman, çîrok û lêkolînî yên nû
             

 


 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li ser 'Leylan'an daxuyaniyek

ad

Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî

ad

TAZ'ê dest bi tirkî kir

ad

Hewayek di bin lêkolînê de

ad

Helbestên Berken Bereh kirin soranî

ad

Bekîr Kaya: Emê dawî li seltaneta dizan bînin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname