logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Ez ditirsiyam ku rahêjim pirtûkê

Çarenûsa me kurdan ev e, em bi ku ve jî biçin lekeya vê çarenûsê li eniya me ye, lê bi saya van şehîdan rojek were dê bê

  • Dîrok: 09/12/2020
  • Beş: Serbest

Cîhan HESEN*

Ji bo Ezîz Nêmatî û Helîm Yûsiv

Dema we xweş be nivîskarên hêja 

Hêja Ezîz Nêmatî min nameya ku te ji rêzdar Helîm re nivîs bû di Diyarnamê de xwend, xuya ye te bi dilekî tenik û rihê xwe yê hîsdar nivîsî ye, mîna her kurdekî dirust û welatperwer bi êşa bira û xwişkên xwe re giriya ye.

Çarenûsa me kurdan ev e, em bi ku ve jî biçin lekeya vê çarenûsê li eniya me ye, lê bi saya van şehîdan rojek were dê bê guhertin û wê tu sînor me ji hev neqetîne.

Ez pir kêfxweş bûm ku bi saya romana Helîm Yûsiv “Firîna bi baskên şikestî”, xewna min a bi salan e, ne birastî be jî lê bi rihî ez li Rojhilat bûm û te jî birêz Nematî êşa min û ya bajarê min bi me re parve kir.

Ev xewna hatina min a Rojhilat jî pêk hat, lê dîsa hêvî dikim ku rojekê werim ew bêhna wê ya ku bi salan e di henaseyên xwe hîs dikim di hembêza Xorasanê, Kimanşahê, Ûrmiyê … de pêk bînim.

Ezîzê Ezîz, mîna ku hûn li wî parçeyê welat bi êşa me re digirîn, em jî li vî parçeyê welat bi êşa we re digirîn.

Sînoran em dûrî hev xistine, lê giyanî em bi hev re ne.

Ez bi qurbana wan hêsrên ku bi me re barê vê êşa giran rakirine, ez jî ji te û ji mamoste Helîm re dibêjim nizanim li ber rihê we yê pak û hestiyar çi bibêjim?

Ya rast mamoste Helîm divê min jî nivîsek ji te re û yek jî li ser romana te ya (Firîna bi baskên şikestî) re binivîsanda, piştî ku min romana êşa xwe xwend.

Lê mîna kekê Ezîz, piştî ku roman gihîşte min hefteyeke li ser maseyê li ber çavên min ma, ne ku karê min hebû, ne jî ku mîna kekê Ezîz di rewşeke nexweşîyê de bûm, na ez bi hemî bedena xwe ya xurt bûm.

Lê ez ditirisyam, bawer bike mamoste Helîm, ez ditirsiyam ku rahêjim pirtûkê. Ez ji êşa xwe ditirsiyam. Baweriya min bi pênûsa te heye û min hemî berhemên te xwendine, min baş dizanî bû te bi çi xurtbûnê ev êş ravekiriye, lê baweriya min bi min tune bû ku dê roman û bûyerên romanê çi bînin serê min. Min baş dizanbû ku dema te nivîsand tu bi vê êşê re çawa dijiyayî û wisa jî li pênûsê bar kir.

Piştî hefteyekê ji gihîştina pirtûkê, min “anê” dayîka xwe di xew de dît, sibehê zû ez ji xew rabûm û dilê min pir teng bûbû, pir bi hewce bûm ku bêhna axa gora wê bêhn bikira. Eger ku ez li welat bûma, li Kobanî bûma, ez ê yekser wê sibehê biçûma ser gora wê. Ez dûrî gora wê me tu dizanî, ez li Ewropayê me, lewma wê sibehê ber bi pirtûka te ve çûm. Cara yekê min rakir li şûna bihna “anê” min pirtûk bêhn kir û dest bi xwendinê kir.

Min bi hestên te re serdana gora “anê” kir.

Di rûpelên destpêkê de, piştî ku min navê Rodî bihîst, bêyî hemdî xwe ez giriyam, hêsran rê neda min ku ez peyvên te yên nivîsandî bibînim. Bawer bike, heta dawiya romanê girî di çavên min de bûn. Hinekî min xwendina romanê dirêj kir, belkî hefteyekê min dixwend, ji ber ku girî rê nedida ku ez temam bikim. Nefesa min pir teng dibû û ew roj bi hemû hûrgiliyên xwe ve  dihatin bîra min. Min her dem pirtûk dida alî û ez vedigeriyam wan rojên bi êş û şahî. Hinekî rojên xweş bûn ku em hemî di bin baskên “anê û Kekê” de bûn, pişt re bûn rojên herî xerab bêyî wan. Ew hefteya ku min roman dixwend her şev ez bi wan dihizirîm û radiketim û her şev mêvanên xewna min bûn. Hefteyekê bi wan hemûyan re jiyam, Kekê, Anê, Viyan Amara, Viyan Rustem, Gulê, Ehmed û Rihan, Rodî û Perwîn û Kobanî. 

Hefteyekê mala min li vê xurbetê bi bîranîn û pêjna lehengê romana te şîn bû. 

Malabata min, bi xêra te, hemî hatin serdana min.

Dîsa dibêjim, divê min ev name ji mêj ve binîvisanda, lê bawer bike min nedikarî, min nedikarî gotinek jî ji bo te û ji bo ev hestên te rave bikira.

Ji ber ku te hemî hûrgiliyên wan êşan û bûyerên wê demê bi hestine pir zelal û rast nivîsandiye, mafê êşê di cih de de ye û ravekiriye. 

Ji bo wê bandora romanê heta piştî hefteyekê jî li min hebû û tu gotin ji min dernediketin.

Ji aliyekî ve xemgîn bûm ku mêvanên min çûn. Lê ji aliyê din ve heta niha roman li pêş çavên min e. Piştî bûyerên ku bi min re çêbibûn, min rê nedida bîra xwe ku yekî ji malbata min ya şehîd û wan bûyerên bi êş bîne bîra min. Ez dîn dibûm û nedikarî bi wan de bifikiriyama û diketim rewşeke xerab, ji bo min pir zehmet bû.

Lê niha ne wisa me, her bi min re ne, ku bêriya wan dikim navê wan di romana te de dixwînim.

Ku bi derengî jî be spas ji bo te û pênûsa te ya dibe sedem ku hemî bûyer, êş û komkujiyên di ser me kurdan de tê kirin ji bîr nebin û her di bîra her kurdî de, wisa jî di dîroka kurdî de, sax bimînin . Spas ji bo dilsoziya te ku wisa êşên me vedijînî û ji raya giştî re bi hûnera xwe ya wêjeyî vedibêjî.

Bibore ku ez niha jî digirîm.

Silav û rêzdarî

 07.12.2020

***

*Têbiniya Diyarnameyê: Piştî ku Ezîz Nêmatî li ser romana Helîm Yûsiv nivîsî Cîhan Hesen ev yek nivîsiye. Balkêşiya meseleyê ew e ku Cîhan Hesen yek ji karakterên romanê ye, vebêjera romanê ye û hestên xwe piştî xwendina romanê anîne ziman. Her wiha em vê jî bêjin Cîhan Hesen helbestvanek e û pirTûkeke wê ya helbestan bi navê "Di navbera şev û berbangê de" ji Weşanên HRRK'ê derketiye.

**

Nivîsa Ezîz Nêmetî:
- Nizanim çi bibêjim?

 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Çalakiyek nû: Xwendekar di Pêşbaziya Zanînê de li hev civiyan 

ad

Werinêêê!!!... Helaw erzan bûye!!!...

ad

Documentaristê Documentaristê "Mîmaroglu" xelat kir

ad

Fînal li benda sporhezan e

ad

'Rewşen' tê nîşandayîn, Îrfan Amîda beşdarî gotûbêjê dibe

ad

Ji anketa Artibîrê îstatîstîkên li ser Tirkiyeyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname