logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Jiyanên nîvcomayî: Şerm

Romana Sîdar Jîr a bi navê Şerm ji Weşanên Lîs derket. Nivîskar serpêhatiyê ku bingeha xwe ji rastiyê digire temam nake

  • Dîrok: 18/02/2021
  • Beş: Berhem

Abdurrahman GOK / MA

Romana Sîdar Jîr a bi navê Şerm ji Weşanên Lîs derket. Nivîskar serpêhatiyê ku bingeha xwe ji rastiyê digire temam nake û jiyanên nîvcomayî li benda temamkirina xwîneran dihêle.

Nivîskar Sîdar Jîr ku heya niha berhemên wî yên çîrok, teorî û werger hatibûne çapkirin, bi romana xwe ya yekemîn derdikeve pêşberî xwîneran. Romana Sîdar Jîr a bi navê “Şerm” ji Weşanên Lîsê derket. 

Mirov berî dest bi xwendina romana Şerm a Sîdar Jîr dike, berga pirtûkê awirên mirov hişk zeft dikin û bernadin. Ew xezala nazenîn û du kevokên ‘bêçav’ bi zimanekî bêdeng li nava çavên xwîner dimeyizînin û dibêjin; “hoo xwîner o! Hela bi vir de were, ez te di nava kûrahiya bîra te de xerq bikim. Lê hay ji xwe hebe tu nefetisî, bêhna te neçike, qidûmên te neşikên ha! Hêza xwe ji reşbelekên rûpelê pirtûkê re bihêle…” 

Dema min ji bo xwendinê pirtûk girt destên xwe qederekê li ser vî resmî bişirîm. Ew xalîçeyên rengareng ku bi karxezal, pezkovî û teyrên tawis xemilî û li dîwarên her malekê daleqandî bûn hatin bîra min. Gelo wan xalîçeyan çi bext û textên çavên li ser wan geriyabûn guherandibû… Piştî van pirsan ev berg meraqekê jî bi xwîner re çêdike. Gelo nîviyê xalîçeyê yê din çi vedişêre? 

Jiyana hemû karakterên di romanê de wekî wê xalîçeya li ser bergê nîvcomayî ne. Nivîskar jî vê serpêhatiyê ku bingeha xwe ji rastiyê digire temam nake. Gelo xwendevan, van jiyanên nîvcomayî di xeyal û hefseleya xwe de wê bi çi awayî temam bike?

“Ji destpêka jiyanê heta vê çerxa sergêjîyê, awirên jinên keserkûr mîna aleke bêsirûd tim li ba dibin. Di nîrê jiyaneke nîvcomayî de her tişt wekî rûpelekî kêm ê pirtûkeke pîroz e. Li gorî hemû baweriyan, rûpelên kêm ên wan pirtûkan rengê rondikên dayikan in…”

Nesrîn, Dilşa, Xezal, Serhed, Şêrdil… Her yek ji van karakteran di qonaxeke jiyanê de digihîjine karakterê sereke yê Şermînê. Lê serê Şermînê jî bi xirecir e. Gelo wê karibe van girêkên hişk ji nava hev derîne û aram bibe. Ji wê odeya ku ji bo Şermînê “perestgeh” û çavên Serhed “qiblegeh” bû, wê karibe agirê dilê xwe vemirîne… 

BERÊ AWIRÊN ŞERMÎNÊ LI ROJAVA... 

Roman bi hevoka; “Berê wê li êvarê bû. Her liva wê bi ahenga bê re çirkînî ji paldanka wê ya darîn dianî. Deng jê dernediket…” dest pê dike û bi hevoka; “…heta nîvê şevê li ser paldanka darîn rûdinê û çavên wê li wê rêka axî û zirav e. Dengê qirçeqirça paldankê diçe asîmana / Û berê awirên Şermînê li rojava…” bi dawî dibe. 

Nivîskar Sîdar Jîr di navbera van hevokan de di 90 rûpelê romanê de jiyanên nîvcomayî li benda temamkirina xwîneran dihêle….

SÎDAR JÎR KÎ YE?

Sîdar Jîr di sala 1980’yî de li Şemrexa Mêrdînê ji dayik bû. Li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê qedand û li Zanîngeha Stenbolê Beşa Felsefeyê xwend. Nivîskarên ku heya niha 3 pirtûkên çîrokan û yek teorî nivîsiye ji zimanê îngilîzî û tirkî jî pirtûkan werdigerîne zimanê kurdî. “Şerm”, romana yekemîn a Sîdar Jîr e. 

Berhemên wî: Ariya Giyanên Stewr (Çîrok, 2004, Bajar, Stenbol), Dozdeh Çirk (çîrok, 2011, Lîs, Amed), Nasnameya Wêjeyê (teori, 2015, Lîs, Amed), Handa (çîrok, 2018, Lîs, Amed), Şerm (2021, Lîs, Amed)

Wergerên wî: Bi Kurdî Hezkirinekê Bide Min (C. Ersoz) (2016, Lîs, Amed), Diyariya Sersalê (O Henry) ( 2013, Lîs, Amed), Mêrikê Lal (Sherwood Anderson) (2003, Lîs, Amed), Mishefa Reş & Bextê Reş (Amed Gökçen) (2014, İstanbul Bilgi Üniversitesi, Stenbol)


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Hewlêrê êrîşê nivîskar Ferhad Pîrbal kirin

ad

Mesûd Barzanî, Mazlûm Ebdî kir mêvan

ad

Dîrokey/dîroka 1'ê Gulanî/ê

ad

Xutbeya melayê gunehkar

ad

Huseyîn Gunduz: Digel xwendevanan nivîskarên kurd jî naxwînin

ad

Fîlmên Oscargir li Akbankê ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname