logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Îşraqa Feqîyê Teyran û Dahînana Vekoler

Di xebatên rexneyî û lêkolînên edebî yên ku bi kurdî ya kurmancî têne nivîsandin, kêm caran ez rastî lêkolînên wisa bi r

  • Dîrok: 20/05/2022
  • Beş: Serbest

Fener Rojbiyanî

Di xebatên rexneyî û lêkolînên edebî yên ku bi kurdî ya kurmancî têne nivîsandin, kêm caran ez rastî lêkolînên wisa bi rêk û pêk têne ber çavên min, lêkolîn û twêjandin li ser bingehên zanistî û sûd ji serbûr tecrûbeyên û felsefeyên navdarên yewnanî, her wisa jî ji felsefeya zerdeştî û êzîdiyatiyê distîne.

Pîrtûka Îşraqa Feqiyê Teyran li ser bingehên felsefî û sofîgeriyên îşraqî di helbestên F.Teyran û bi taybetî beyta “Ey Av û Av” ya bi nav û deng, berhem ji xebata kek Hoşeng Şêx Mihemed Yusif ji Duhoke rengîn. Min ev berhem 2 caran xwendiye, lê cara diduyan bi hûrgulî û hêdîke di gel not û têbîniyan.

Vekoler di plana xwe de ya vekolînê de, hewl daye berhema xwe li ser çend beşan û pişkan dabeş bike û her beşek bi serê xwe lê vekole:

1- Pişka yekê lêkoler terxan kiriya bo Feqiyê Teyran û bi taybetî li nav û mexlese Feqî, ev nav ji ku hatiye û kê ev nav lêkiriye, li ser jiyana wî û têkiliya wî bi Mîrên Miksê û Cizîra Botan, her wisa dostaniya wî di gel Melayê Cizîrî, her wisa jî li ser kêşeya dîroka ji dayîkbûn û mirina Feqî ku li vir gelek gengeşe û bîr û boçûnên cuda derbarê vê mijarê hene. Li vir vekoler pişta xwe dibestîne bi gelek jêder û çavkaniyên girîn di edebiyata kurdî de û wekî mînak tîne ziman.

Vekoler çend nêrînên cuda ya lêkolîn û dîroknivîsên edebiyata kurdî di gel me de parve dike, mîna Alladîn Secadî û Dr. Maruf Xeznedar, Sadiq Behadîn Amêdî, Sa‘îd Dêreşî û Tehsîn doskî.. htd, van nêrînên cuda derbarê dîroka ji dayikbûn û mirina Feqîyê Teyran.

Her wisa jî di vê beşê de lêkolîner behsa berhemên F.Teyran ku piraniya wan ji Beytan pêk tên mîna:

- Beyta Şêxê Sen‘anî.

- Beyta Zembîlfiroş.

- Beyta Bersîsê ‘Abid.

- Beyta dilî

- Beyta Dimdim.

Vekoler di her beytek ji van beytên Feqiyê Teyran çend mînak ji hizir û bîr û rewanbêjiya Feqî ji me re tîne ziman.

2- Pişka duyemîn, vekoler giraniya xwe daye ser beyta Ey Av û Av li ser rêbaza Îşraqî û bingehên wê di felsefa û Sofîgeriya Feqiyê Teyran, di vê beşê de em dibînin ta kîjan radeyê Feqî di edebiyata xwe de çendîn bi zargotin û folklora gelê kurd ve nêzîk bûya û bi wan nirxên gel ve hatiya girêdan.

Vekoler her wekî din jî di vê xebatê de ji me re dide xuyan ku felsefe kurdî di edebiyata kurdî çiqas bi reh û resen e, ew qas girêdanek di navbere felsefeya Feqiyê Teyran û felsefaya sirûştî û yewnanî heye, bîr û boçûnên feylesofên yewnanî mîna Sokrates, Talis û yên din ji fîlezofên ereb mîna Farabî û Gazalî, Ibn Erebî û felsefeya Zerdeşt jî di nav gel de belavbûya.

Yek ji binemayên felsefî û sofîgerî ye Feqî Av a, av jî yek hêmanên sereke ne ya jiyanê ya,Av û Ba, Ax û Agir, ferqa yekbûne bûnê ( وحدة الوجود) û yekbûne dîtinê(  وحدة الشهود) çi ye? Bûn û Fenabûn û Mehûbûn di zatê Xwedê de û li Işqa xwedayî û têkiliya Aşiq û Meşûq çi ye.

Vekoler  yeko-yeko çemk û pênaseyên sofîgerî û îşraqî di beyta Ey Av û Av tîna ziman mîna, Xwedanasî, Bûnnasî, Serrêjbûnnasî, Işq û Hîkmetnasî, Pêxembernasî, cîlwenasî…htd di van bebetên Îşraqî de û di binemayên felsefe Sofîgeriya Feqîyê Teyran û hizir û bîrên wî li gorî van çemk û têgehan û di mînakên ji beyta Av de di gel bîr û boçûnên feylesofên yewnanî berewirde dike û bi hûrgulî dide pişaftin û ji xwendevan re dide çespandin û selmandin ku Feqiyê Teyran ew qas ji wan felsefeyên yewnanî û yên herêmî mîna Zerdeştan û Êzdîyatî haydar e.

Di pirsa hebûnê de jî di felsefeya yewnanî de Talîs dibêje ku yek ji hêmenên sereke ya hebûnê ye. Lê bes ya herî mezin a, vekoler mînakek ji Quran a pîroz tîne ziman (وجعلنا من الماء كل شيء حي أفلا يؤمنون).

Feqîyê Teyran dibêje:


`Heqîqeta van Cewheran

Me`rîfeta `Enasiran

Penhan neke j` yar û biran

Bê fêm bibêje `hikmetê


Bê fêm û qîl û qal bibêj

Hêdî bi lefzê `hal bibêj

Ber Mîm û Hê û Dal bibêj

Şerh û beyana kaxetê


Pirsa Feqê bê cih nebû

Lewrra di furqanê hebû

`Erşê Xudê li ser te bû

Avê gelo bîra te tê

Li dawiyê Vekoler beşek biçûk vediqetîne, da ku xwendevan bi hêsanî xwendin û di nava naveroka helbestên Feqiyê Teyran têbigihe, li ser zaravê sofîgerî ya Feqiyê Teyran û çemk û têgeh û pênasiyên ku feqî bi karanîne, mîna (Nûr, Xweda, Teyr û Melek, Sûret, Ax û Av û Agir, Işq, Nefis, Fenabûn û windabûn, Aşiq û Meşûq….) sofîgeran di jiyana xwe de û Şairên Sofîger van peyv û hevokan gelek bi kartîne, lewre jî xwendevanê sade û însanê asan nikare ji nav peyvan têbigihe.

Di vê berhemê de Vekoler wekî kesê cihê mijara wî, wate Feqiyê Teyran bi hostayetî dabû xuyakirin ku çendîn ji rewşenbîriya xwe mukim a û ji xwe bawer a, vekoler di vî berhemê de xwe dide xuya kirin çendîn şarezaye û haya wî ji felsefeya dinyayê heye û ev ilm û zanistên felsefî di karên xwe de wekî pispor bikartîne. Vekoler di rêya vê xebatê ji me re dide xuyakirin û bi mînak û nimûneyên cuda ji beyta Av û Av ku Feqiyê Teyran çiqas ji wan felsefeyan yewnanî haydar e, çendîn felsefeye farisî xwendiye û pê daxbar bûya û hizir û boçûnên wan baş têgihîştiye.

Lêkolîner  di rêya vê xebatê û nimûneyên cuda ji beyta Ey Av ji me re dide xuyakirin ser asta ronakbîriya Feqî, her wisa jî nîşanên nêzîkbûne Feqîyê Teyran ji milet ve çendîn nêzîk bû, lewre jî Feqî bi serkeftî û hostatî karîbû wan beyt û lawik û heyranên kurdî têxe hundir kakilek edebî mîna beytan û bi rihê xwe û hizir û bîrên xwe ya Îşraqî û nirxên sofîgerî şiyabû wan beytan bexemlîne, Feqîyê Teyran danerê Beytnivîsên kurdî û ya herî yekem bû.

 

***

Nivîsên Fener Rojbiyanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Ji bo çi xebata Tewfîq Wehbî Beg û Celadet Bedirxan têk çû? 

- Ji bo çi xebata Tewfîq Wehbî Beg û Celadet Bedirxan têk çû?

  



*
**

 

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com           


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xelata Şerzan Kurt dan Tayîp Temel yê 62 roj in di grevê de ye

ad

Parqa Amûdê

ad

Hin peytên poetîkî yên di derbarê şi'ra kurdî de...

ad

Kayûmê 10 hezar pirtûk winda kirin!

ad

Beşîktaşê Trabzon têk bir: 3-0

ad

Gotûbêjek ligel Ramazan Alan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname