logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Bi gotarên akademîk: 'Romana kurdî û nasname'

Nivîsên Haşim Ahmedzade ên li ser romana kurdî bi navê “Romana kurdî û nasname” bi kurdî derket. Nivîsên di pirtûkê de d

  • Dîrok: 09/11/2011
  • Beş: Berhem

Diyarname
Nivîsên Haşim Ahmedzade ên li ser romana kurdî bi navê “Romana kurdî û nasname” bi kurdî derket. Nivîsên di pirtûkê de di salên 90'î de di kovareke akademîk de hatine weşandin.

Pirtûka “Romana kurdî û nasname” ya Haşim Ahmedzade  ji Weşanên Avestayê derket. Pirtûka ku edîtoriya wê Remezan Alan kiriye ji aliyê Fahriye Adsay ve ji îngilîzî ji bo kurdî hatiye wergerandin.

Di pirtûkê de gotarên Ahmedzade yên ku di dawiya salên 1990'an û dehsalên ewil ê vê sedsalê de di hin kitêb û kovarên akademîk de hatine weşandin cih digirin. Gotar bi giştî li ser romana kurdî û wechên wê yên cuda yên wêjeyî, civakî û siyasî disekinin. Argumenta sereke ew e ku roman, di pêwendên din de jî wisa ye, manîfestoya wêjeyî ya modernîteyê ye. A din, qedera modernîteyê ya di peywenda ku romana kurdî jê derketiye û bi pêş ve ketiye, hin taybetiyên spesifîk dide vê cureya wêjeyî. Ev gotar dikin ku van taybetmendiyan nîqaş bikin.

Nivîskar Ahmedzade li ser gotarên xwe ku wekî pirtûk hatine çapkirin wisa dibêje: "Wergera van gotarên ku wekî cureyek wêjeyî der heqê romana kurdî de ne, cudatiyên ortografîk an zaravayî her çi bin, tevkariya têgihiştina xwendevan û sehkirina wan a wesfê wêjeyî ya romana kurdî û daxwazên wê yên civakî-siyasî, dikin.
Em hêvî dikim ev kitêb, alîkariya têgihiştinek berfirehtir a romana kurdî bike."

Haşim Ahmedzade kî ye?
Nivîskar Ahmedzade di sala 1960'î de li rojhilata Kurdistanê hatiye dinê. Piştî ku li Mahabadê xwendina lîseyê qedand, li Îranê dest bi xwendina zanîngehê kir û di sala 1986'an de beşa ziman û edebiyata îngilîzî xilas kir. Ji sala 1988'an heta 2005'an li Swêdê jiya. Di sala 1992'yan de li Zanîngeha Uppsalayê dest bi xebatên xwe kir û di sala 1995'an de beşa Xebatên Rojhilatnasiyê (zanistên siyasî) qedand. Sala din xwendina mastirê qedand. Di sala 1996'an de dest bi xwendina doktorayê kir. Sala yekem li Londonê li School of Oriental and African Studies (Dibistana Xebatên Rojhilatnasî û Afrîkayî-SOAS) derbas kir û di adara 2003'yan de ji Zanîngeha Uppsalayê dereceya doktorayê wergirt. Di heman salê de teza wî, "Nation and Novel: A Study of Persian and Kurdish Narrative Discourse (Netew û Roman: Vegotina Vebêjiya Farisî û Kurdî)" ji aliyê zanîngehê ve hate çapkirin.
Wî, di sala 1999'an de dest bi dersên li ser dîrok û siyaseta Rojhilata Navîn û ziman û edebiyata farisî kir. Mamosteyiya wî ya li Zanîngeha Uppsalayê di rezbera 2005an de dema ku wekî dersdarê xebatên kurdî û damezrênerê Navenda Xebatên Kurdî ya li Zanîngeha Exeterê dest bi xebatê kir, bi dawî bû. Di sala 2008'an de bû Asîstanê Zanîngehê (Senior Lecturer) û di 2011'an de di heman zanîngehê de bû doçent (Assistant Professor).

Heta niha bi zimanê kurdî, farisî û îngilîzî gelek gotarên wî hatine weşandine û wî ji îngilîzî û swêdî ji bo kurdî gelek gotar wergerandine.

Romana kurdî û nasname / Haşim Ahmedzade / Wergera ji îngilîzî: Fahriye Adsay / 248 sayfa

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Emerîkê Serdar wefat kir

ad

Nehiştin "Silav"ê bidin!

ad

DTP'yî li Keleha Hewlêrê geriyan

ad

Bi sala nû re 'Dilop'ek nû hat

ad

Stenbol bû qada şer

ad

'Qirix'ê me Dogan Guzel

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname