Diyarname
Kes navê rastî nizane lê bi navê Banksy tê zanîn û ew li kuçeyan, li ser dîwaran wêneyan saz dike, bi van wêneyan balê dikişîne ser pirsgirêkên cur bi cur. Vê carê wî li Ûkraynayê li ser dîwar xêzek çêkir.
Li navçeya Borodyanka ya li Kîeva Ûkraynayê, li ser avahiya hatiye bombekirin Banksy wêneyek çêkir. Di wêneyê de jîmnastîkarek heye û hunermend li bin "Borodyanka, Ûkrayna” nivîsiye.
Bi vê wêneyê fikra wênesazê îngilîz çûye Ûkraynayê bi mirovan re peyda bû.
Ev wêneyê Banksy li ser instagramê ji 2 mîlyonî zêdetir car hat ecibandin û bi deh hezaran kesî li bin şirove nivîsî.
Ev navçe heta meha avrêlê ketibû bin destên Rusyayê.


