logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Dîroknasa Kurdolojiya Rusyayê Evgenia I. Vasilyeva serdemeke ronî kiribû

  • Dîrok: 04/03/2023
  • Beş: Serbest

KURDISTAN LEZGIYEVA*

Bêdeng û bêyî ku akademiya lêkolînên kurdî jî zêde behsa wê bike, Evgenia I. Vasilyeva, kurdologa navdar, xebatkara herî mezin a Înstîtuya Karên Derve ya Akademiya Zanistî ya Rusyayê, doktora Zanistên Dîrokî, koça dawî kir. 

Arasteya sereke ya xebatên Evgenia Vasilyeva dîroka kurd û Kurdistanê ya Serdema Navîn û Serdema Nûjen bû. Her wiha wê gelek xebatên zanistî jî birine serî û di vî warî de keseke berhemdar e. Lê ew nexasim bi xebatên xwe yên li ser destnivîsên Şerefnameya Şerefxan Bedlîsî dihat naskirin.

JÎNENÎGARIYA WÊ

Evgenia Ilyinichna Vasilyeva di 22’ê Çileyê/Rêbendana 1935’ann li gundê Kievets ê herêma Novgorod ji dayik bû. Di sala 1944’an de malbata wê koçî Lenîngrada hingê kir; piştî ku bajar dîsa bû Saint Petersburgê ew hê li wir bû. Di sala 1953’an de ew dikeve Fakulteya Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Dewletê ya Lênîngradê. Di sala 1958’an de piştî ku beşa Dîroka Welatên Rojhilata Nêzîk û Navîn a Fakulteya Rojhilatnasiyê qedand, li Înstîtuya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê dest bi xebatê kir. Di sala 1984’an de li Înstîtuya Destnivîsên Rojhilatî ya Akademiya Zanistî de wekî lêkolereke dest bi xebatên xwe kir. Piştî salên 2007’an jî li Înstîtuya Destnivîsên Rojhilatî ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê xebatên wê yên lêkolînê dewam kirin. 

MIRNIŞÎNA ERDELAN

Wê teza xwe ya doktorayê sala 1977’an bi navê “Kronîka Xusrew Ibn Mihemed Tarîx-î Benî Erdelan” wekî çavkaniyeke li ser dîrok û etnografyaya kurdên Erdelanî yên sedsalên 18-19’an amade kir. Di sala 1992’yan de, tezeke duyem a doktorayê li ser monografiya "Kurdistana Başûr ji sedsala 17’an heta destpêka sedsala 19’an: Gotarên li ser dîroka mîrên Erdelan û Baban" (1991) temam kir.

XEBATÊN ZANISTÎ YÊN SER SEDSALA 17'AN HETA 19'AN

Monografiya wê “Kurdistana Başûr ji sedsala 17’an heta destpêka sedsala 19’an: Gotarên li ser dîroka mîrên Erdelan û Baban” a sala 1991´ê ji xebatên wê yên girîng e. Wê naveroka vê teza xwe ya doktorayê ji dîroka civakî-siyasî ya mîrên kurd ên Erdelan û Babanê veqetandiye. Evgenia I. Vasilyeva cihê wan di pêkhatina civaka kurd, bîrdozî û statuya siyasî de diyar dike. Encama analîza Evgenia Vasilyeva bi kurtî ev e: Kurdan yekîtiya xwe ya siyasî ava nekir û bûn beşek ji dewletên din. 

Evgenia I. Vasilyeva wekî lêkolîner difikire, heta nîveka sedsala 19'an di asta herî bilind de rêxistinbûna siyasî ya wan wekî mîr hebû. Mîr û mîrnişînên wan hebûn, ku şêwazekî taybet ê hikumetê bi saziyên siyasî yên pêşketî re bûn. 

Lêkolîna wê ya li ser “Jînenîgariya Şeref Xanê Bidlîsî” ya sala 2003'yan behsa dîroknas û mîrê kurd Şerefxan ibn Emîr Şemseddîn Bidlîsî û berhema wî ya dîrokî "Şerefname" dike. Ev berhema ku di dawiya sedsala 16’an de bi farisî hatiye nivîsandin, tekane abîde ye ku dîroka kurd, Kurdistanê û dewletên cîran ên serdema dawîn a navîn dihewîne.

TÊKBIRINA MÎRNIŞÎNAN BÛ FELAKET

Xebata wê ya li ser “Dabeşkirina siyasî ya Kurdistanê, 1514-1914: Trajediyeke Kurdî” sala 2017'an derket. Evgenia I. Vasilyeva di vê berhema xwe de bi lêkolîna nivîsarên dîroknasên Kurd bi farisî dewam dike. Dîroka Abdalqadir Babanî "Siyar el-Ekrad" di yekê ji qonaxên derbasbûyî yên dîroka Kurdistanê de hatiye nivîsandin. Evgenia I. Vasilyeva di vê lêkolîna xwe de di akamê de dibêje, di nîvê sedsala 19’an de avahiya mîrnişînan wêran bû, xanedanên mîrnişînên kurdan hatin birîn; ev sazî ji ber rola xwe ya di civaka eşîran û mîrnişînan de saziyên gelekî girîng ên nasnameyê bûn, ji holê rakirina wan ji bo koma etnîk a kurd bû felaket.

BERHEMÊN WÊ

Ji bilî berhemên li jor em dikarin behsa xebatên wê yên hatine weşandin, behsa van berhemên Evgenia Ilyinichna Vasilyeva yên li jêr bikin:

- 1965; Mîrekiyên feodal ên Kurdan di sedsala 16’an de. Abîdeyên nivîskî û pirsgirêkên dîroka çanda gelên rojhilatê. 

- 1967; Gotarek nenas li ser dîroka Kurdistanê // Abîdeyên nivîskî û pirsgirêkên dîroka çanda gelên rojhilat. 

- 1969; Di berhema Şerefxanê Bidlîsî "Şeref-name" de têgînên taîfe, ‘eşîret û qebîle. 

- 1970; Beşek ji tekoşîna Şah Ebbas I bi Eşîra Kurd a Mukrî re. 

- 1971; Gotareke nû li ser dîroka Kurdistana Îranê ("Tarikh-i Bani-Erdalan" ya Xusrav b. Muhammed Bani-Ardalan). 

- 1972; Li ser yekî jîneolojîya mîrên eşîra Kurdan a Dumbulî. 

- 1977; Rewşa civakî-aborî ya mîrektiya Erdelanê di nîvê yekê yê sedsala 19’an de. 

- 1981; Li ser dîroka Mah Şeref-Xanum Kurdistanî - helbestvan û dîroknasa Kurd a nîvê yekem a sedsala 19’an. 

- 1982; Li ser jiyana Mastûra, helbestvan û dîroknasa Kurd. 

- 1983; Li ser koçerên başûrê rojhilatê Kurdistanê. 

- 1984; Xusrew ibn Mihemed Benî Erdelan. Kronîk (Dîroka mîrektîya Kurda ya Benî Erdelan). 

- 1990; Şêwirmendiya giyanî di dîroka malbatên mîrên Kurd de. 

- 1991; Guhertoyên eslê "biyanî" yên paşnavên Kurdî yên hêja wekî diyardeyeke civakî. Pirtûka li ser dîroka Kurdistanê, ku nehat dîtin. Heywandarî di dîroka başûrê rojhilatê Kurdistanê de (Îmarat Erdelan û Baban, sedsalên 17-19). 

- 2005; Eşîra Kurd di Jêder û Wêjeyê de. 

- 2010; Jaf, bi navê eşîreke Kurdî ya tîpîk ji tîpên klasik. Dîroknasên Kurd li ser eşîrên Kurdan (ji Şerefxanê Bidlîsî – ji sedsala 16 heta Mîrza Elî Ekber Kurdistanî - sedsala 19’an). 

- 2012; Elî Ekber Dîroknivîsê Kurdistanê. Baxçeyê Mîrektiya Nasir.

- 2016; Kurdistana Başûr-Rojhilatê di sedsalên 16-19. Çavkanî li ser dîroka mîrên kurdên Erdelan û Baban. 


*Têbiniya Diyarnameyê: Nivîs ji Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin. Evgenia I.Vasilyeva roja 15'ê reşemiya 2023'yan miriye. Sernava nivîsê me guhart.

 

 

*** 

 

 


YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com       

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şêwekar û rojnameger Şêrko Celal mir

ad

Wêje û Werger

ad

Angelina Jolie ji bo penaberan li Hatayê bû

ad

Asayîşa Başûr nehişt du hunermend herin Rojava

ad

Li Kantona Hesekê qedexeya giştî hate ragihandin

ad

Plana nêz a kurdan ev e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname