Diyarname
Weşanxaneya Lîsê sêyemîn pirtûka helbestan a Mahsûm Nisêbînî bi navê “Xunava Gulan” weşand.
Weşanxaneya Lîsê di vê biharê de pirtûkeke helbestan a Mahsûm Nisêbînê ya bi navê “Tevna Holejînê” weşandibû, niha pirtûkek wî ya din a helbestan jî weşand. Vê carê navê “Xunava Gulan” li pirtûkê hatiye kirin. Bi vê yekê re jî bû sê pirtûkên helbestan ên Nisêbînî derdikeve ku pirtûka din di sala 2006’an de bi navê “Jan Jariya Jînê” li Swêdê hatibû weşandin.
Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê Xunava Gulan, di sala 1964’an de li gundê Çalê yê bi ser Nisêbînê ve ji dayik bûye û bi xwe di 1978’an de beşdarî nava refên şoreşa li Kurdistanê bûye, di vê riyê de bo demekê li Tirkiyeyê di bendîxaneyan de maye, paşê çawa ku hatiye berdan, dîsa tevî nava refên şervanan bûye, paşê jî di sala 2004’an de derbasî Ewropayê bûye, ji wê demê ve li Swîsreyê dijî.
Vaye helbestek ji vê pirtûkê:
Baran
dibarî barî barî
baraneke xweş barî
gul vebû bilbil kenî
agir gurr bû li banî
çavên har dikevin dar
derd û xem gêr dibin xwar
ji kûr dengek hate der
bi hewar û bi keder
baranê rakiribû lehî
dar bişkivîn bi şahî
nêrgizan kiribû kenî
xwezayê kesk li xwe danî
baranê wekî bêhna gulan
sermistî da niştinan
ji kûr dengek hate der
bi hewar û bi keder
Xunava Gulan/ Mahsûm Nisêbînî / Helbest / 80 rûpel
***
Nûçeya eleqedar:
- Hellbest û çîrok, du pirtûkên din derketin


