Diyarname
Ji dinyayê çend nûçeyên derketine pêş me ji bo we neqandin. Fermo:
MADONNA: JI BO EZ DIJÎM EZ BI SIÛD IM
Hunermenda navdar Madonna mehek berê nexweş ket. Ew çend roj li nexweşxaneyê di beşa nexweşên giran de ma û di dawiyê de baş bû. Madonna ku vegeriya mala xwe, dermankirina wê li mal dom kir, piştî mehek daxuyanî da û got, "Ji bo ku ez dijîm ez bi siûd im. Ez sipasiya malbata xwe dikim. Hezkirina ku malbat û hevalên min da min dermanê herî baş bû."
Madonna ji ber vê nexweşiyê tûrneya dinyayê betal kiribû. Li gor bernameyê divê 15'ê tîrmehê li Vancouver a Kanadayê dest bi tûrneyê bikira.
GUTERES: SERDEMA KELANDINÊ DEST PÊ KIR
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres mli ser germbûna dinyayê axivî. Guterres bal kişand ser germa li dinyayê û got: "Serdema dermbûna dinyayê bi dawî bûye, êdî serdema kelandina dinyayê dest pê kiriye."
Guterres got ku guherîna kişwerê gihîştiye asteke tirsnak û bang li dinyayê kir ku bi lezgînî tevdîrê bigire.
DAIŞ'Ê LI PAKISTANÊ ÊRÎŞÊ SIVÎLAN KIR
Li eyaleta Hayber Pahtunhva kongreya Cemileya Elumeya Îslamê (JUI-F) hebu ku ev tevger yek ji şirîkên hikumeta Pakistanê ye. DAIŞ'ê êrîşeke întîxarî li kongreyê pêk anî û herî hindik 54 kesên sivîl mirin û 200 kes birîndar bûn. DAIŞ'ê bi ser tora civakî re eşkere kir ku wan ev êrîş kiriye.
Kesê çalakiya întîxarî kiriye, êlekê bi bombe li xwe kiribû û ew teqandiye. Rêxistinê diyar kiriye ku li hemberî şiklên demokrasiyê ev şerê wan dê bidome.
DI DÎROKÊ DE MEHA PÛŞPERÊ BÛYE MEHA HERÎ GERM
Pisporan ragihand ku meha borî, yanê meha pûşperê heta niha meha herî germ bûye. Heta niha tu meha pûşperê wekî pûşpera îsal ew qas ne germ Bûye.
Dîsa li gor Zanîngeha Maine 4'ê vê mehê wekî roja herî germ a dinyayê hatiye tomar kirin lê 5 û 6'ê mehê germtir bûne û ev rekor şikandine.
Li Hindistan û DYA'yê vê havînê ji ber germê herî hindik 100 kes mirine.


