Diyarname
14'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê îro dest pê dike û heta 26'ê mehê dê li dar be.
Festîval îsal bi diruşmekî "Welatekî Nû" di navbera 22-26'ê vê mehê de li dar dikeve. Di festîvalê de bi navê "Gava Şitil Mezin Dibin" (Derhêner Rêger Azad Kaya), "Bexda Messi" (Derhêner Sahim Omar Kalifa), "Sonne" (derhêner Kurdwîn Ayûb) û "Im Toten Winkel" (derhêner Ayşe Polat) 4 fîlmên metrajdirêj hene. Ji bilî van 9 kurtefîlm û 6 belgefîlm bi giştî dê 19 fîlm wê derkevin pêşberî temaşevanan.
Festîval îro saet 16'an de bi konserê dê dest pê bike. Hunermend Cemîle û Hawara wê stranên xwe pêşkêş bikin. Paşê festîval bi nîşandayîna fîlmê "Dema Şitil Mezin Dibin" yê derhêner Rizgar Azad Kaya bi awayekî fermî des pê bike.
Di festîvalê de hin du panel hene ku her du jî roja 25'ê mehê saet 13.00 û 14.00'an de ne. Ji van pêşî panela Hunermend Luqman Ehmed e ku ew dê li ser bikaranîna xêzan a di sînemayê de; ya din jî ya Kawa Nemir e ku ew jî wê li ser zimanê kurdî di sînemayê de biaxive.
Festîval bi dayîna xelatên Belgefîlmê Herî Serketî, Kurtefîlmê Herî Serketî û Xelata Komîteyê bi dawî bibe.
Ji bo yên eleqedar salonên festîvalê: Mut Theater, Kino 3001, Zeise Kinos

HESABÊN Diyarnameyê
- twitter.com/diyarname1
- facebook.com/diyarname
- instagram.com/diyarname1
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com
**
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- 'Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî' li benda we ye
- Cîhan Roj: Hûn ê daneheviya sed salî a nivîskî çi bikin?!
- Seydo Aydogan dijî pirtûka 'Rêzimana Kurmancî' derket: Dest ji vê şaşiyê berdin
- Îbrahîm Şahîn: Me 50 hezar klam dane hev
- Pirtûka Marquez piştî 10 salên mirina wî çap dibe
- “Ev karê ku LEW dike dê ji bîra kurdî, ji zemên re bimîne”
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye


