Diyarname
Hunermend Farqîn piştî 19 salan albuma xwe ya solo bi navê "Roj wê bê" derxist. Di albumê de 11 stran hene.
Hunermend Farqîn di sala 1969'an de hatiye dinê, di sala 1988'an de tevî çend hevalên xwe yên xwendekar komeke bi navê "Serdilan" ava kiriye û dest bi karê hunerê kiriye. Ji wê rojê de ku Farqîn di nav karê muzîkê de ye, di sala 1991'ê de albumeke bi navê "Zimanê kurdî zimanê me ye" derxistiye. Dûre di sala 1993'yan de beşdarî Koma Azad bûye. Koma Azad ku heta niha bi navê "Şemal" (1994), "Bihuşta min" (2001) û "Şar" (2004), di van albuman de hunermend Farqîn jî bi deng û awazê xwe cih girtiye.
Farqîn ku di hin albumên Navenda Çanda Mezopotayayê de jî niha bi "Roj wê bê" albumeke xwe ya din a solo pêşkêş kir.
Di "Roj wê bê" de 11 stranên wekî "Roj wê bê", "Bahoz", "Ba û ta", "Çîçekê", "Ev dilê min", "Her hole", "Newroza min", "Şêrîn gulê", "Gelo kengê", "Patporî (Farqîn xweş e, Xalxaloka çeman)" û "Bavê seyrê" cih digirin.
Di albuma ku Turhan Yapiştiran, Meral Tekçi, Hakan Kara û Zelal Gokçe vokalîstî kiriye de, strana "Bavê seyro" jî hem ji aliyê Seyidxan Boyaxçî, û hem jî Farqîn ve hatiye vegotin.


