Diyarnale
Pirtûkek li ser Enfalê li Başûr derket. Pirtûk ji aliyê Selman Eli ve hatiye nivîsandin û têde şahidên bûyerê diaxivin. Ji bo danasîna pirtûkê li Hola Rewşenbîrî ya li Kelara girêdayî Germiyanê merasimek li dar ket.
Pirtûka ‘Welatê Gulgeniman’ ji 6 bergan pêk tê û her bergek ji hevpeyvînên ligel jin û zilamên bûne qurbanê Enfalê û beşek ji fermandar û caşên ku haya wan ji karesat û bûyerên Enfalê hebûn, pêk tê.
Li gor nûçeya Rojnewsê nivîskar Selam Elî li ser pirtûkê gotiye ku piştî raperînê fikra nivîsandina vê pirtûkê bi wî re çêbûye û wiha gotiye: “Enfal trajediyeke mezin bû ku bi serê gelê me de hat. Baasê ji bo ku gelê kurd bitirsîne û ji qada siyasî dûr bixîne, hinek girtî û xizmên Enfalkiriyan serbest berdan. Ew kesên hatin berdan temenê wan hildikişe. Ji bo wê ez jî fikirîm ku hevpeyvînê ligel wan bikim ku wekî arşîvek ji bo gelê me bimîne. Lê ji bo têgihîştina hemû rûdanên Enfalê, ji bilî kesûkarên Enfalê, hevpeyvîn ligel fermandarên pêşmerge û caşên ku haya wan ji karesat û bûyerên Enfalê hebûn, pêkanî. Bi vê yekê min her 8 qonaxên Enfalê di 6 bergan de arşîv kirine ku her yek ji wan qonaxeke cuda ya pêvajoyê vedihewîne.”
Selam Elî wiha axaftina xwe doman: “Min hemû hevpeyvînên xwe bi dîmen çêkiriye ku ev jî arşîvek girîng e ji bo gelê me. Ger dezgehên neteweyî û niştîmanî hebin amade me radest bikim. Da ku dîroka gelê me mayînde bibe. Ji ber ku beşek zêde kesên ku hevpeyvîn ligel kirin, jiyan nakin. Lê di arşîvên min de zindî mane.”




