logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

'Aşê Dînan' derket

  • Dîrok: 30/12/2024
  • Beş: Berhem

Diyarname
Pirtûka nivîskar Abdullah Ongullu Şêrwî bi navê "Aşê Dînan" ji Weşanên Aryenê derket.

Pirtûk bi navê "Aşê Dînan, pêkenok, hîcw" hatiye amadekirin û çapkirin. Di pirtûkê de pêkenokên gelêrî, pêkenokên Melayê Meşhûr û pêkenokên zindanan hene. 
Nivîskar Abdullah Orgullu Şêrwî li ser vê pirtûkê gelek xebitiye, berî wan pêşkêş bike pêşekek dirêj nivîsiye û dibêje, "Pêkenok ne tenê pêkenok in, çiqas pêkenok bin ew qas jî fikirandinok in, ew qas lêpirsînok, rexnekirinok û ew qas tolhildanok in. Pêkenok ne tiştekî wisa ji rêzê ne ku mirov tenê pê bikene û derbas bibe. Pêkenok karekî micîd e. Li hemberî pergalên tarî, li hemberî kesên tarî, ehmeq û xayînan çeka herî bi bandor in."

'ÇÎROK ZIMANÊ KURDAN Ê DUYEMÎN E'
Nivîskarê ku ev 30 sal in girtiye, li zindanê gelek pirtûk amade kirine ku ev a niha li ber dest jî yek ji wan e. Li gor gotina wî ew gelek qîmetê dide ziman û dibêje, "Kurd bi çîrokê difikire. Çîrok bi her kêliyê jiyana kurdan ve hatiye nexşandin. Çîrok vebîra (hafize) kurdan e, ew keleh e ku çand, ziman û kevneşopiyen wan diparêze. Çîrok zimanê kurdan ê duyemîn e. Dibistana wan jî çîrok in. Xwe bi çîrokan tînin ziman. Ji ber vê jî tiştekî jêneger e. Ziman bi wêjeyê pêş dikeve. Çiqas pirtûk werin nivîsandin, ziman ewqas xurt dibe. Bi vê mebestê min zor da xwe ku bi kurdî binivîsim."

'MALA REŞ Û DIRÊJ'
Pirtûk ji sê beşan pêk tê. Beşa yekem "Aşê Dînan" e ku têde 67 pêkenok cih digirin. Di vê beşê de pêkenokên ji nav civakê hene. Yek ji wan bi vî rengî ye:
"Rojekê Hesoyê koçer kerê xwe dide pêşiya xwe û diçe bajêr, kerê bi vagona trênê ve girê dide û diçe sûkê, çiqas pereyên wî hene pê helawê dikire. Dema dizivire tê dinêre ku kerê wî ne li wê derê ye. Ji xelkê derdorê dipirse û dibêje, "Li vê derê malek reş û dirêj hebû min kerê xwe pê ve girêdabû, gelo ew mal çi pê hat?"
Di beşa duyem de ku bi sernavê "Melayê Meşhûr" hatiye pêşkêşkirin de 22 pêkenok hene. Va ye yek ji wan:
"Merek pêkenokekê bi awayekî pir nexweş dibêje, ji xeynî Melayê Meşhûr tu kes nakene. Ji mela re dibêjin:
"Gelo tu çima keniyayî? Te dît ku pêkenok ne bi awayekî ku mirov pê bikenê ye."
Melayê Meşhûr dibêje, "
"Ji ber ku ditirsiyam wê carek din jî bibêje."

PÊKENOKÊN ZINDANÊ
Û di beşa sêyem "Pêkenokên zindanê" de jî 21 pêkenok hene. Yên di vê beşê de tiştên li zindanê qewimîne, ew pê keniyane hatine bi cih kirin. Yek ji wan bi vî rengî ye:
"Hevalê Çiya baş bi kurdî nizane. Bi tirkî difikire û bi kurdî dibêje. Rojekê pêlava wî nexuyaye. Digere nagere nabîne. Divê herhal hevalekî biriye. Tê hewşa menzelê û ji hevalan wiha dipirse: 'Hevalko gelo kê pêlava min xistiye xwe?'".

ABDULLAH ONGULLU ŞÊRWÎ KÎ YE?
Nivîskar Abdullah Ongullu Şêrwî di sala 1974'an de li gundê Zivzîkê ya bi ser Şêrwana Sêrtê ve hatiye dinê. Dibistana seretayî li gund, navîn û lîse jî li deverên din xwendiye. Di sala 1994'an de li Dêrsimê di pevçûnek de bi birîndarî tê girtin û cezayê muebetê lê dibirin. Piştî 30 salên girtîmayînê vê mehê tê berdan.
Pirtûkên wî yên hatine weşandin ev in:
- Jiyan, Weşanên Ar, Çîrok, 2020
- Keça Mendê, Weşanên Ar, 2021, Çîrok
- Bêhna Rihanê Naçe, Weşanên Ar, 2022, Helbest
 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Angelina Jolie êdî Lady ye

ad

Bêhna pîdeyan hat, lê buhaya wan jî pêre

ad

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu li ser kurdî axivî

ad

Kompaniyeke amerîkî li Sêrtê dê li petrolê bigere

ad

'Rojên Çand û Hunera Kurdî' dest pê dike

ad

Sancar çû cihê bûyerê: Dê têkoşîna me mezintir bibe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname