Diyarname
Li Londona Îngilistanê ji bo 10 saliya rizgarkirina Kobanî pîrozbahiyek hat lidar xistin. Merasim li yek ji otelên herî navdar a Londonê li Savay otelê li dar ket. Hevberdevka Karên Derve ya Meclisa Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û gelek siyasetmedarên îngilîz beşdar bûn.
Serfermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî bi vîdeo konferansê beşdar bû û silav li beşdar û amadekaran kir. Abdî got, "Li hemberî DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn artêş têk diçûn lê hêzên azadiyê yên kurd yekem car li Kobanî pêşî li DAIŞ'ê girtin. Niha wekî 10 sal berê îro jî pêdiviya Kobanî bi piştigiriya navneteweyî heye. Gere her kes ji bo vê yekê dengê xwe bilind bike."
Îlham Ehmed jî got ku li nav kurdan yekîtî saz dibe, di dema pêş de emê mizgînî bidin kurdan.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê siyasetmedar Osman Baydemîr jî têde, hin siyasetmedarên kurd jî lê amade bûn.
PANELA HEYETÊ
Li aliyê din berî kokteylê bi rojek li Parlemena Londonê panelek jî li dar ket. Heyetek Rêveberiya Xweser ku ji Ahmed û Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Hasan Muhammed Ali pêk dihat beşdar bûn. Ehmed li vê derê got, "Sûriyeyeke federal dikare aramiyê bîne, demokrasiyê bîne, wekheviyê bîne, ji bo mafê jin, ol, pêkhateyan û herkesî. Ji derveyî Sûriyeyeke federal çareserî nîn e."


