logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Li ser pirtûka 'Kaxeza Vala' 

  • Dîrok: 07/07/2025
  • Beş: Serbest

___Ar-da janxwar___

"Kaxeza Vala" pirtûka Erdal Aktaş e ku ji Weşanên Pall derketiye. Niviskêr xwediyê pênûsek can e. Hevok zindî ne.Peyv bi rih in.Mina firingiyê  çê ne. Ne derman  lê bû ye, ne hatiye avdan.Hew bi hewa û rewa çîya kemiliye. Hevokên niviskar, resenbûna xwe , ji rewa çîya, ji hewaya mahseran stendiye. Qulukê bêhnoka peyvan  bi ava  baranê  payizan û bi siya vexmê çiloyan hatiye dagirtin.
Piraniyê lehengên çîrokan mêr in. Jin  pir kemin. Piraniyê lehengên çîrokan  ji dû kesan zêdetir e lê yek tenê diaxive. Ev jî  neheqî li yên din dike. Zimanê çîrokan erîl e. Lehengên piraniyên çîrokan ji xwe zivêr in. Hema tu nemaye bela xwe bi darê bide. Radeya melanqoliya wan  pir zêdeye. Çîrokên ku behsa jina dikin jin di wan de objeya erojeniyê ye. (Mînak wexta ku çar kes di kafeye de felsefeyê dikin û gava ku dike siparişê bidin keçikê ji şipar de li qûna wê dinerin ,ya din jî dêliktiyê dike (di qaxiza vala de )) 
Yên din jî yek dê ye (ew jî belangazek dera han e ye) ya din jî pîrika wî ye ( ew qedra ber dilê wî ye). Berga pirtûkê li gor min jinek e. Lê ku jinek be. Naverok û berga pirtûkê beravajî hev in. Divê qapax zilam ba. Ji ber ku di piraniya çîrokan de  zilam axivîne û zimanê çîrokê ne mê ye nêr e.
Sereke dû “hêma” deqa xwe li  metnê xistiye
-yek jê deqa “avê” ye
Deqa “avê”nîşeneya hebûnê ye.Çîrokên wî bê av derbas nabin. Mihaqeq  di çîrokê de şopê avê heye. Deriyê avê di her çîrokê de vekiri ye.
Av- teqla hişê leheng e
-ya din azadî ye/ger e ,reva ji qulê ye 
Lehengên çîrokan weke yê  Samuel Bucket timî li derve ye (hundurê malê metafor e)
Di  temamiya çîrokan de,  leheng li derve ne . Di rêyekê de ye. Dimeşe, naxwaze bifikire, dixwaze bibîne. Çiçaxa  difikire şûûr dibe pexlûte. Di neqebên şevan de li rastî tarîtîya  xwe tê, li xwe huldukum e. Şev ji wî re dibe neynik. Dibe dîtinek derewîn. Xwe li derve digire.Hundurê malê (malzaroka dê ye, naxwaze  vegere wê odeyê, wê malê, )girtîn e, hefs e. Lê  li dervê ya wî jî  hewante diçe. Ew wext  di şevê de derbas dibe. Ew azadiya wî , jê re dibe tirs. Dibe  perdeya astengiya jiyanê.
Em werin li ser dahûrandina çîrokan
Çîroka “ŞANBOREK” û ya “DENGÊN BÊDENG” li ser  tirsê û wêrek bûnê hati ye hûnandin. Radeya melonqoliya herdû çîrokan  gava di şevê de derbas dibe pir bilind dibe. 
Bixûrê tor û dabên  hûrafeyên olî di tîna çîrokê de û  her zarokê  kurd de aj daye û ew gola  jiyana wan tim li hevketî  hiştî ye. Ew gola avê tim şêlû ye. Heta av zelêlkek were wê avê zelal bike.
Em werin li ser çend peyvên olî û tîna wan ya di çîrôkan de
Şev –qultêna tirsê ye ya devê birinên herî  kûr e.
Cin- pîreboyek e  hilma nefsê dideribîne.
Cihê xalî- binê pirê, newal-mizginxêrka fercêye.
Penîrê tahtikî- bi qûngûyekî bûye lat û zinar-destavêtinê xeyalê gedetiyê ye.
Rengê şîn-dermanê  da xwe ketinê ne.
Derzîya eba-dara  a-xwezîyê ye
Nivişt- kaxiza penaberên rihê ko’r e.

ŞAMBOREK
Çîrok, bi zimanê xwe,  pir dewlemend e ,di warê biwêjan û peyvên pêşiyan de, heta tu bibêje kurdewarî ye. Bi mijara xwe jî , rihê gedetî yê, tê-ketina çavên ca xwe, biratî, otobîyografîya gedetiyê, jinengariya li gund, li taxê , hevirtirşê kesayetiyê, bê’t çawa tê’t  tirş kirin, bi çavên cinan,  têt xwedîkirin. Ew tirs bi hêmaya şevê, tariyê ye, yên ji me çêtir jî “ hêmaya” “wêrektiyê ye”. Bi hevokên xwe yî delal li ber çavên me li qaxizek vala  tuxtê davîjê. Hevirtirşê ne hilatî di tenûra humhumî de dipêje û wan “tişt”inokan de jî di ber de em weke qidamka dixwun.
Çîrokek li gedetiya xwe mikurhatinê ye. Çavkaniya zarokatiyê ye. Zimanê xwezayê ye. Avdana rezan, tunebûn, xizantî, kanî, ça, şev, dikana Zeytûnê, amadehiya navika şamborekê, pîvaz,kûçik,……hwd peyvên bikar anîne dîmênê  ji xwezayê mîna belge-fîlma li ber çavên me raxisti ye. Mîna niviskar  Îtalo Calvîno dûr-bînek xistiye çavên me, me li wan bajarên peyvan, bajarên  dilê zarokan, bajarên tirsê, şerê Zoro û qudimşikestên Samîr, di  vexwarina tûtina pipoyêkê de em dibe erad. Em hîn jî li wê belaya kûçikê har û li dû  zilimkarê Deqo dikeve û ew zilma wî û malbata wî , bi kûçikê har ve wê derûniya zilmê paqij dike.
Lê kî bû, çikes bû ? çima Zoro kuşt, derdê wî /wê, çibû em nizanin. Em tenê vê dizanin berê wî/wê, nas dike. Wextê xwediyê Zoro yên ewil  kuşti bû.Zoro, ew serê çûwalgirtî ,  hilma wî/wê,di wê şevê  de nas kir û di wê qereperê de Samîr, Zoro, Seriyê bi çûwal, teqînî bi şevê anî.
Çîrok pir di nav şevê de hatiye aliqandin. Hema hema qet  roj tûneye. Ji bo tirs û wêrektiyê  ji hevdû bişeqitine dezgehê çîrokê di sêdara şevê  de daliqandiye. Tevna çîrokê baş nehatiye hûnandin, carna hevok li hewa dimînin. An hevoka ku wê piştî metnê bêt e gotin di serî de hatiye gotin.“Mînak rp:9 dibêjin……mêvanên bêwext ne bi xêr ne bi ala bin” divê ev hevok piştî metnê bihata gotin. Niviskêr  di çend  cîhan de  mudaxeleyî çîrokê kiriye. Di rûpela ewil de di der heqê mêrxasiyê de  fikra xwe beyan dike û dibêje Rp:9 “Mêrxasî bela serê zarokan e……”Zarokek ku  di bîra tirsa xwe dike bifetise kare wî tûneye ji xaltika dikandara Zeytûnê vê bipirs e  Rp:15” gelo dikan quranê diparêze ya quran dikanê diparêz e. Samir, gelek tiştan dibêje. Maleke ku derîyê êxûr, kilerê, malê, …..giştik di deriyekî de ye. Ev jî xûya dike nivîskêr mudaxeleyî  metna xwe kiriye û gotina lehengên xwe nivco hiştiye  û nehiştiye hestên xwe, bîne ziman. Çîrok bi çavên sêyêmin hatiye nivisandin. Çîrokek  zimanê wê erîle. Çîrokek ku niviskêr gotiye hema mîna boxçikê min karîbû  çi têxistayê û xistiyê. Hinekî bi vî sincî tevgeriya ye.Wekheviya axaftina peyvê di nava lehengan tune ye. Çîrokê  ji hêla yekî nepenî’v  bi kuştina Zoro diqedîne. Çîrokek  zimanê wê , xwerû, sade û xweş e.

MASEYA BÊ LİNG
Çîrok ji çar lehengên heywanan tê û ev ;Daşik, Fêrîk, Golik, Cewrik in. Li ba xwe an bi hev re qala xwedê an pêşerojê an îro dikin. Lê axaftina wan bi qerfokiye û pirsan ji hev sewal dikin. Li ser zanîn û nezanênînê û erojena di dilê xwe de li peyvan sar dibe û tîne ziman. Dibêje” Ji ber ku zanîna mirovan kêm in, xwedavend zêde ne”. Rexneyê li civatê dikin. Lê bi poz bilindî vê dikin. Vê çîrokê,  konê xwe li ser pirsa’n danîyê û li ser dikê dendikê xwe diqeşêre û  qalikê dendikên xwe di paçên nexşên felsefeyê de radike gelo kijan qalika wê bibe zêrikê  çadira bavê Lalo  û wê ji pêgên nezanan  çend zûriya birizîne û ji xwe’r çend xwedaya çêbikin?
Bi çavên Georg Owel’î de li wî berazî nanêre li wê golika ku nogin li çavên xwe birrî ye. Dide lotika. Kî hat li ba Enkîl, û li rasteya  erdên H.Kovan Baqî aliqî ye. Bênha peyvên wî bêhna cotkirina li metnê zêde zêde xwe dide der. Çîrok ,li ser hebûn an tûnebûnê di hêmaya “kwûzik” de guftugo dike.

SÎ
Jinek e bi nexweşiya anskiyete ,  a sexsuel e li bajêr” Sîya” xwe wenda dike. Piştî wê ,civak wê , dike ulm. Dibê’j  tu perestgehek e, tu rêberek e, tû  pîrozwerek e. Welhasil hinek jêre diravan tîne û hinek jêr e zevî û xwarinê tîne .Bi qasî heta wextekê. Paşê navê wê bi nebaşî û sextekarî derdixin. Nezantîya civakê bi metaforê”Sî”ye xweş  tevnkiri ye. Dek û dolabên civakê û kesên bajarî ji xwe re kiri ye  korfersenda berjewendiyê  bi keseyetiyek jin a –sexsual de tîne ziman.
Di vir de keseyatiya jina anskiyete û tiştê dike beloqî hev e –Kesek e haya wê ji  îmanuel kant û Newton heye, û ji bajarê Sodome Gomorayê, Asexsual e, hevalek wê jin heye, bîr dar e, haya wê ji dûbendiyê, rastiyê civakê jî heye, kesek  aşiqî xwe’y –mîna portreyê DORİAN* xwe û bi xwe şa dibe, dibêj e;  Ne ez tû kes “Sî”ya min e- em ji vê-“ li bajêr destê kê di paxila kê de ye ne diyar e”-bajarbûn –feqa bazirganiyêye, tuxta xeniqandinê ye. Mînak a ku di jiyana  jinê jin  da ye. Beravajî  jiyana wê , ji xwere kiriye feraset. Ev çîrok,  gelek tişt tê deye. Û tu tişt tê de tûneye. Şopên jinenigariya meciyekî tevlihev e. Mîna wêneyekî çiriyayî. Û paşê bi zemqê bi hev dizeliqîne.Çirokek , delavê wê pir perbelaye. Gelemşeyên çîrokê pirin. Paqijkirin baş lê nehatiye kirin.
Çîrokek ku tu lehengên wê ji hunduran hez nakin giştik li dervene. Ne li odeyekê ye. Ne li cihekî tarî de ye. Timî li kuça ye, li parkaye, li kafeyaye.Ji hêsirîya malê hez nake. Dixwaze tiştekî bikin lê tiştekî nakin.
Çîrokek ji derhiş wê de ye. Bi hişekî derizî hatiye nivisandin. Deqên olî pir bi kar aniye. Pir xwe daye der. Naverok xweş e. Ev navê kin li çîrokê hatiye weke mîna –rojnameya FSD’î,Jz,N,Gr ,bajarê Ojê-. Dersa xwe jî dide(ev hevokek qalibe) ; “mirovên ku her roj her gav heman tişt dijîn. Ew mirov mirîn e”. Hin hevok mantika xwe ji tirkî stendiye “…..her tişt zû bi zû ber çavên mi derbas dibû”mantiqa vê bi tirkiye divê bigota her tişt li ber çavên min  derbas bû”.

KAXEZA VALA
Çîrokek ku nîrê wê li ser kesekî derewîn ava bûye. Çîrok xweş e, dek û dolabên kû kesekî  xwe bi konê  xwe li feqîrîyê datîne aniye zimên.

ÇAVNEBAR
Çîrokek li ser hesûdîyê, liser çavnebarî yê ye.

MİN BERÎ WÎ DÎTİBÛ
Lehengên çîrokê; Ewra, Sisê, Erwend, Sîwar, Polan, Alan, Casimê Notirvan,
Çîrok xweş bû.Gelemşeyên hesûdiyê,  nebaşiyê,  di kesayeta Ewren de aniye ziman û çîrokek trajedi-derûnîye însên ,sisofosa bin hişê mirov di  masîgirtinê de aniye ziman. Di vir de jî lehengên çîrokê  8 kes in lê granî daye  ser Erwend. Kesên din  bîhnûberata wan  ne xwûya ye. Çîrokek hêmayê wê, li ser biratiyê ,malbatî, hevaltî, xizantî, dewlemendî û tekîlîyê bi civakê re ye.

PİR LEGAL
Çîrokek li ser gengeşiyên ajovantîyê û têkildariya rêwiya ye. Zimanê gelerê yên tirkî ya di nav wan û rêwîyên  bajêr  û ragihandin û têkilîyê wan mizurtiya ajovan tîne zimên. Lehengên ajovan  xweş nîgar û danasîn kiri ye. Qerekterek e kû ne li gor mere be ez nizanim çima em dixwazin em wî bixeniqînin an jî nifirên kuştinê li bikin.

ARTÊŞA BATİRSOKAN
Çîrok li ser hêmaya batirsokan û kundurê bavê Şêro, Dihamê Kop de derbas dibe. Diham, yekî ji xwezayê hez dike bavê çukan e. Bavî wî   jî qet wî nabîne û wî tu tiştî jî nahesibîne. Şêro, layê wî ye ji jina dûda ye ne qop e tu qusura wî ji alî fizîkî tuneye û wî ser destan digire. Diham yekî xwûze, qop e, ca wî çûye rehmetê , dîya wî dêmarîye. Xatirê wî li cem bav tuneye. Çîrok zimanê wê xweza-yîye, derûnî ye. Lehengên çîrokan , lawaz in, bi tene yê, xwûz e, qop e, derewçî ne, ….hw ji kesên dervî civakê ne û hinekî depresifin.
Çîrokek dubendiya xwe ji kevneşopiyê civakê distîne. Balê dibe ser wan însanên ku ji aliyê fizîkî de ya qop, ya seqet, ya jî tiştelkî din ku çawa civak wan ji nav cıvata xwe dûr dixin dest nişan dike.

DERİYÊ VEKİRÎ
Ev çîrok qala dîroka  jinenigariya bajarê Amed’ê dike. Ûmîda, Dijwar, Ebedî, Cengiz , lehengên çîrokê ne. Çend cûreyên çukan; Çigçigan, terisork, şalûl, zelqenîk, kutkutok, serxwînik, tîttisok, similmilk, çitik, kund, qitik, kevoşînk, serreşik, bilbil, kewa gozel…hwd
Çîrok hîmên xwe ji bîra hiş û dîroka deriyê pira deh derîyê Hewselê dîstine tahma çîrokên  “şarên nexuya”yî  ya  Îtalî qalwîno  da bin zimanê min.Trajedîya  Ebedî, di her deriyekî de, di her çîrokekê de xwe, dide der. Bêkesî, tenêtî, harbûna  aciziyê, bêkeysbûn, xweza,  çivikên xwezayê, cûreyên çukan,….ser mijara  çîrokên bû.
Lê çîroka dawiyê ya deriyê dehan bi hêmayên geoetrîk  qedandiye / lê ew jî neqediya ye  weke ku hîn wê berdawama vê çîrokê wê were. Lê bi hevoka ku “ev der navenda  dinyayê ye ,mirovatî û şaristanî li vir dest pê kiriye, roj li vir hiltê û li vir diçe ava “rp;91 bi van hevokan  beravajî wê çîrok ne-qedandiye û  piçekî jî dirûşme avêtiye.
Piraniyê çîrokan hew lehengek tenê diaxive.Yên din jî tu dibêje qey hatiye lê guhdar bike.

DENGÊN BÊDENG
Çîrokek herî bi “tişt” a hiş e û tîr dike axaftina wan tişta’nokan,herî xweş, herî êş ,herî ça, herî biçal, herî bêedeb dikir.Di bin hiş de ji hişekî derbasî hişekî dibe .Hişê dê, hişê darê, hişê kevir, hişê qirşikê, hişê dapîrê, hişê xwe, hişê tiştê,……asta melanqolizma vê çîrokê pir bilind e. Ez li bendê bûm kêrekê di wan “tiştan” rake da ku ew tişt bibe penêrê hesinî paşê penêrê tahtikî biheline. Lê nebû. Niviskêr dibêje ew”tişt”a nok malê mere xirav dike.“tişt”, ew li bin gûhê mah-sêrê li payiza paşîn ew di bin lihêfê de di bîr û baweriya wî de “tişt” navika wî ji  tirsê dibire lê bê fê de ye. Di rê yekê de ye. Bi meşê hişê xwe’y tawanbar derman dike. Lê ka ew qidûmê wî, bi jimartina  hejmara  dest pê dike. –wî hişî bi wê heftokê dibezine-Hejmarên pêgê di solê de diqet e. Metefora bîra tirsê yê ku Badîn ji wî dûr xistiye wê bi jimartina pêgan ji xwe dûr bikeve lê hay dibe “tişt” nahêlê û barê wî giran dike Badîn, paşê tirsa xwe qebûl dike û li xwe mikur tê lê wî ji kerba wî xilas nake diçe kurtanê kerê û dasê bi hêl li dêliyê dixe ev jî ji behecebûna ca xwe ye.
“Ez nikarim bi tirsa xwe û ez nikarim bi ca xwe jî “ rp.97
Çîrokek hîmê xwe li ser tirsê avakiriye.Lê ew ji xwe ne-bawere kû gava bimeşe wê ji wê tirsê pawk bive.
 Navenda çîrokên  wî , gund û bajar e.  Gund harbûna zarokatiyê ye bajar jî tenêbûn e, mizawirtî ye, hesûdî ye, çavebarî ye, tekakesiti  ye .”Ez” xwe ,bêtir daye pêş, peyvên xwerû, sade, biwêjên ji her tahmî ,ekil daye  her çîrokê. Ji alî peyv û xeberên gelêrî  jî pir xurt in.Kelepora zimanê cêrikê , xeml û xeyalên çîrokan xûrt kiriye .Siet û destê te saxbe Erdal aqtaş.Li benda pirtûka te yî dûda mim.

 

**

 

Nivîsên din ên Ar-da Janxwar ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Li ser ‘Şikefta Xwekuştinê’

- Li ser “Monologên li ber şibakeyê”

- Li ser "Guleyşa" ya Rehmî Kurdziman

- Dahurandina pirtûka 'Gevez'

- Dahûrandina “Hêlange” ya Yaqob Tilermenî di warê rê û rêbaza romanê de
- Dahûrtina pirtûka çîrokan “Mêşo”
- 
Dahurandina çîroka-nowela “Xadim”*
- Dahûrandina romana 'Kulmek Morîkên Şînbirik'*

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Şamê heta Cîhangîrê ‘Jineke Mirî li Cîhangîrê’

ad

‘Fîlmekîmî’ îsal diçe 4 bajaran

ad

Vaye bajar bi bajar bernameya Newrozê

ad

Fîlmên ji Tirkiyeyê li New Yorkê ne

ad

Ji dinyayê nûçeyên derketine pêş

ad

Kevneşopiya 120 deqîqeyî didome

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname