Diyarname
"Şikefta Çîrokan, Dîwana Heywanan" navê pirtûkeke çîrokan e. Pirtûk ji aliyê Leyla Atabay ve hatiye nivîsandin û ji Weşanên Aryenê derketiye.
Nivîskar Leyla Atabay di sala 1978'an de li Wanê hatiye dinê. Heta niha 5 pirtûkên wê derketine, tenê yek jê bi kurdî ye; "Şikefta Fîlozofiyê" (çîrok, Weşanên Lîs, 2020). Niha yeka din li vê zêde bû, "Şikefta Çîrokan, Dîwana Heywanan".
Atabay di pirtûka xwe ya bi kurdî ya berê de jî li şikeftê fîlozof dabûn axaftinê, di vê pirtûkê de jî serî dide gotinên fîlozofan lê bi heywanên li şikeftê kom bûne dide vegotin.
Ji bo nivîsandina çîrokan wê ji çîrokên gelêrî yên kurdan sûde girtiye, ew ji nû ve, bi zimanekî nû nivîsandine. Jê pirtûkeke herikbar derxistiye.
Tawis, Pişîk, Kûçik, Gur, Şêr, Ker, Qijik, Minminîk, Rovî, Berxik karakterên wê yên sereke ne. Çîrokan van sewalan tê vegotin, dûre ew li şikfetê di dîwanê de tên ba hev û nîqaş dikin.
Pisîk ji mal hatiyey qewirandin, di sar û sermayê de xwe diavêje şikeftekê, ku Tawis li wir e:
Pişîk:
- Gelo ev cihê bê waw û wawik ku der e? Ji demên xeyalan maye?
Tawis:
- Ev der şikefta meselokan e. Li vir tu qala kîjan heywanî bikî ew peyda dibe. Ev li ber agir rûniştî bûm, min xwe bixwe got, 'Niha pişîkek li vir buya, wê xwe bidaya ber vî agirê germ'. Wê gavê tu hatî
Piştî vê pişkî bi van gotinan dest bi çîroka xwe dike, "Guhê xwe bide min, ez çîrokê di serî de bêjim" û pirtûk wisa dest pê dike.
- Şikefta Çîrokan Dîwana Heywanan / Leyla Atabay / Weşanên Aryen / Çîrok / 187 rûpel / 2025


