logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Jina ku bi şûr û sîtilan rihê civatê derman dikir: Dengbêj Eda Mahdo

  • Dîrok: 26/08/2025
  • Beş: Serbest

___İbrahim Şahin  -  Omer Guneş___

Di nava pêwendiya kûr a mirov û xwezayê de, ku ji zemanên qedîm ve bi zimanekî bê gotin, bê peyv diherike, hunermend wek wergêrên vê bêdengiyê derketine holê. Heyînên bêzar bi saya hestên hunermendan nefes girtine, û bi mirovahiyê re ketine nava diyalogeke zindî. Ew di kûrahiya hestên hunermendan de zindî bûne û bi mirovan re hatine ziman. Wekî di hin beşên wêje yên cîhanê de ev têkilatiya hestiyarî ku veguheziye diyalogeke zimanî, di çanda kurdan de jî bi rêya edebiyata dengbêjiyê ketine nava diyalogeke zimanî. Di kilamên dengbêjiyê de, ev têkilatiya hestiyarî carinan wek axaftinek di navebra xezala kuvî û segvanê wê ya di kilama “ÇÎL OSMAN” de, carinan bi axaftina Xelo û kumê wî ya di kilama “XELÎL BEG Û XELO” de û carinan jî wekî di kilama “DEWRÊŞÊ EVDΔ de, bi axaftina Dewrêş û hespê wî Hedban re derdikevin pêşiya me. Bi vî awayî, têkilatiya mirovan û cisman di nava kurdan de bi rêya hestên dengbêjan pêk hatiye û di qadên edebî de li hevdû seridîne.

Lê belê, di vê qada têkiliyên kûr de, tiştên razber hene ku tenê di qesra dilê jinê de zindî dibin, bi zimanê jinê diherikin nava civatê, bi rêya zimanê jinê dikevin nava diyalogeke zimanî ya bi mirovan re. Ew ne mîna heyînên xwezayî ne ku bi hestek hunerî werin ziman; ew tenê di kûrahiya hestê jinê de şênber dibin û bi zimanê wê xwe eşkere dikin û xwe diderînin. Wekî yên ku xwe di hestê “dêtî” yê de jîndar dikin, wekî yên di hestên “jintî” yê xwe nîşan didin, an jî wekî têgehên tirsonek ên gef lê hatine xwarin ku xwe di dilê jinê de vedişêrin… Ew di edebiyata dengbêjiyê de carinan mîna di kilama “ELIYÊ PÛRTO” de wekî dêyek, bi kuştina lawê xwe re di nava kûrahiya hest û xeyalên dêtiyê de “dibe hirçeke şengêla dev geliya”, carinan di kilama “EVDAL Û KEREM” de, bi banga serê sibê re “dibe pepûka serê çolan” û carinan jî di kilama “KORDÎNA QEREBULAXÊ” de weke xwengeke ji kuştina agîtên mala bavê xwe re “dibe pireke li devê heft newala.”  Ev têgehên nazik û bi bandor, bi saya zimanê jinê, ji qada razberiyê derdikevin, şênber dibin û di nava dilê mirovan de cih digirin.

Me gelek caran di lêkolîna li ser dengbêjiyê û berhevkirina bandan a sehayê de agahî hildidan ku jinên di malbatên xwe de kilam gotine û fêrî dengbêjiyê bûnin, hebûne. Lê mixabin qeydê dengê wan û bandê wan nedihat dîtin. Dema em pê hesiyan jinek bi navê Eda Mahdo ku di serdema çanda devkî de li civatan dengbêjî kiriye û hê li heyatê ye, em ketin pey şopa wê. Divyabû me zûtirkî xwe bigihanda wê û pê re reportajek bikira. Lewra ew di vê qadê de îstisnayek bû. Tê zanîn ku her qadên civakî yên wekî dîwanên mîr û began, odeyê gundan, qehweyên bajaran û heta deriyê camî û medreseyên kurdan jî tim caran bo dengbêjiya mêran vekirî bûne. Lê ji bo jinan, ev qada azadiyê bi norm û rêgezên civakî ve hatibû sînordarkirin. Rê lê nedihat dayîn ku jin li wan qadan dengbêjiyê bikin. Tenê hin qadên sînorkirî yên wekî rêya bêriyê, bindarî, berhevkirina pincarê, û merasîmên şînê hebûn ku wan dikaribûn hestên xwe di wan platforman de bihûnin, êş û jana dilê xwe birêjin. Ev qadên sînorkirî bûbûn penagehên veşartî ji bo îfadekirina hestên ku di bin bend û qedexeyên civakî de asê mabûn. Bêtirî îstîsnayên dengbêjên jin ên wekî Gulê, Perê û Nigar ku di serdema dengbêjî ya Evdalê Zeynikê de dengbêjiya civatan kirine, kêm bûn. Dengbêj Eda Mahdo jî di vê serdema dawîn de wekî wan jinên dengbêj îstîsnayek bû.

EM LI GUND, EW LI ALMANYAYA EM JÊ HATIN BÛ!
Piştî lêkolînek di derbarê wê de, em gihiştin agahiyan ku Eda Mahdo ji bajarê Wêranşarê ye. Me ekîbmanên qeydê ligel xwe hildan û ji Almanyayê bi rê ketin, berê xwe dan Wêranşarê. Li wê herêmê du gundên Êzidî hebûn ku em jî tesadûfî ketibûn rêya gundekî ji wan. Gundê ku em çûbûn gundê Eda Mahdo bû, mala ku em li ber derî ji bo pirsa Eda Mahdo sekinîbûn, mala biraziyê Eda Mahdo bû. Wekî kurd dibêjin “miradê dil li pêşiya derî ye”, em jî li pêşiya derî peya bûbûn. Em li wir hîn bûn ku Eda Mahdo nema li wir dijî, li bajarê Bremen ê Almanyayê dimîne. Ji bo ku em hevdîtinek ligel pêk werînin, bi rêya telefonê em pêre axivîn û me jê randevûyek stand. 

Li vegera Almanyayê me tevdîra xwe ya hevdîtinê dît û berê xwe dan bajarê Bremenê. Di rêwîtiyê de bi sohbeta me ya li ser dengbêjiya jinê û hevdîtinek rûbirû ya bi dengbêjek jin a sermiyan re pêk dihat, heyecanek mezin bi me re çêkiribû. Piştî deh saetan, em di wexta mexrebeya derneg de li pêşiya Mala Eda Mahdo ya Bremenê daketin. Keç û zavayê wê pêşwaziya me kirin û em hildan malê. Jinek di temenekî dirêj de, şareke reş di bin kefîyeke zer de li serî grêdayî, bejneke dirêj a di fîstanekî qedife yê mor de û ji milve daketî, wekî ku barê not salan di bin de veşêre, ebayek li ser milan alandiye û tizbiyek ji hebên kahrîbar a sorên tarî di destan de dikşîne û peyanî li benda me ye. Bi rûyek deqdeq î şad û çavek melûl dibişirî û li me dinihêrî. Wekî ku ji me re bêjî “Heyhat! hûn dereng man, nema kewna min a dengbêjiyê ye”

Ligel sohbeta li ser jiyana wê, em tê digihiştin ku wê ji rêgez û normên ku dengbêjiya jinan berbend dikirin, riya xwe di ciwaniya xwe de jê asê kiriye. Hê di bûkaniya xwe de sînor û bendê mêraniyê bi jinxasiya xwe rûxandiye û di dîwanan de rûniştiye. Goşeyê dîwanan ku her tim cihê dengbêjên mêr bû, wê carê jineke kurd a bi xemla bûkaniyê xemilîbû, tê de rûdiniştiye. Jineke ku di nodsaliya xwe de digot “heger dunya bihata zeftkirin wê min zeft bikira”, dê wê jinê bi tena serê xwe ode tije bikira. Divyabû di dîwanên wê de cihê mêran li serê solan bûya.

JI WÊRANŞARÊ HETA SERÊ KANIYA ROJAVA
Eda Mahdo, ku ji gundê Balûcê yê Wêranşarê ye, jiyana wê tije ezyet û xem û koçberî ye. Dema ku gundê wan ji dest wan hatiye girtin û koçberî Gundê Kevirbelê yê Wêranşarê bûne, ew hê zarok bûye. Hema di pey re, bi mirina dê û bavê wê re dest û pêyê wê jî şikestiye. Siûda wê ew ji wir jî dagerandiye, berê wê di zaroktiya wê da daye Serêkaniyê ya li rojavayê Kurdistanê û li wê derê ba meta xwe maye. Bi zewacê re vegeriyaye Gundê Bircê yê Wêranşarê ku nêzî mêrava Dewrêşê Evdî-Girê Etişanê ye. Bextê wê ew li gelek deveran gerandiye, lê di dawî de ew gihandiye cîh û warê Dewrêşê Evdî ku lehengê cîhana wê ya dengbêjiyê bû. Salê carek serdana mêrava Dewrêşê Evdî li ser Girê Etîşanê dikir. Wê digot; “Ez diherim ser kêlika wî dibêjim de rabe! Te çi pala xwe daye vê derê Dewrêêêş?“ Li piştî koçkirina wê ku di sala 1994an de li Almanyayê bi cih bûbû, îlam wê her sal Girê Etîşanê ziyaret dikir. Hezkirina xak û welatê wê di dilê wê de wekî “kuleke bêderman” mabû. Qedera wê niha jî ew li Almanyayê bi cih kiribû. Ji bilî guhgiraniya wê li gor temenê xwe yê 90 salî, hê jî li ser hal û wextê xwe bû. Heger bêhna wê bi ya wê bikira dê kilama Delêl di bêhneke de bigota. Jixwe wê hîn jî heta qehweyeke tehl venxwara û delalekî keçika negota “wekî kurm di laşê wê de bilive”, wê xewa wê nehata. Mirov bi sohbeta wê re têdigişt ku ew hakimê şêwazên çandî, urf û edetên kurdî, rêgez û qanûnên eşîrî û malbatî bû. Ne tenê ji serwerek dengbêjan bû, ew şarezayek edebî ya sohbeta kurdan jî bû.

EW SEMBOLA EVÎNÊ BÛ, SEMBOLA FEDEKARIYÊ BÛ
Di cîhana wê ya dengbêjiyê de serlehengê hemû lehengan bêguman Dewrêşê Evdî bû. Lewra Dewrêşê Evdî ji bo wê hem sembola evîniyê bû û hem jî ya fedekariyê bû. Her çiqasî Dewrêş ji bo evîna Edûlê ji aliyê eşîra Milan de hatibû cezakirin û neheqî lê hatibû kirin jî, wî dîsa jî Milan ku eşîreke kurd bû, li himberî êrîşa eşîrên Ereb û Tirkan bi qirar ew parastibû. Li şan û şerefa Dewrêş nediket ku di rojên oxilmê giran de eşîrek kurd destrû bihêle. Her çend wî ji bo evîna Edûlê bedelên giran dabû jî, rûmet û şerefa kurdan li ser evîna xwe girtibû. Wî ji bo Edûlê her tiştê xwe feda dikir, lê Edûl jî fedayê anor û rûmeta eşîreke kurd kiribû. Ew di cîhana dengbêjiya Eda Mahdo de hem lehengekî kurdperwer û mêrxas bû û hem jî temsîlkarê evînî ya dunya mîstîk bû. Loma ku behsa kilamên evîniyê û delalên keçikan bihata kirin, wekî ku di nava rêwîtiyeke dîrokî de be, çavên wê li kuncikeke kur diqerisî û ji huzna xeyalên xwe dirêsa;

Dewrêş dilê mi di êvar de zêrerêr e
Bi hundurê mi ketî dûmana dar û xuriya agirê êr e
Mi ji te ra go rabe mi bavê tûlkutiya Nomanê nêr e
Berê mi bide Şengalê, li pozê Mêrdînê berde erdê Şilfa Erca Begêr e
Dizgîna Noman li stû bigerîne bira her û wer ber kaniyan û mêrga biçêre

Qasê ku sermiyana dîwanên dengbêjiyê bû, ew qas serwêr û hakimê kilamên govendê û dewatan bû jî. Çend heb çewkiyên govendê ku ji me re strandin, di tehma govendeke ku li dor hev bigere, di miqamê giranî de ji lerza çokan re têw-têw dikir. Bi gotina wê şîn û şahiyên derdora Wêranşarê bêyî wê li dar nediketin. Kijan şahiyeke bi qîmet, kîjan civateke dilşad heba dê Eda Mahdo dengbêja wê ba. Bi coş û kelecana dengê wê re dê keçikên dawetan ji delalîkê xwe re bilîrandan. Qaqibandina wê ya mêkewî, wekî bayekî biharê, wê şahiya jiyanê li govendan belav bikira.

KURDAN JÎ EREBAN JÎ BANGÎ EDA MAHDO DIKIR
Eda Mahdo, dengbêja efsûnî, wekî ku em difikirîn, ne tenê dengbêja dîwanên şadiyê bûye, di heman demê de di merasîmên şînên giran de jî dilê civatê hênik dikir. Ji bo wê dengbêjî ne tenê hunereke şahiyê bû, wekî amûreke qedîfe, derkirina hestên kûr yên giyana mirovan bû, kewîna dilê bi êş û xemê bû. Çi ji eşîrên ereban û çi jî yên kurdan bûya, dema ku siya mirinê dadiket ser civatê û “mirovek hêja” dimir, dişandin pêy Eda Mahdo. Wê çawa ku serkêşiya şahiyên civatan dikir, her wiha ya merasimên şînan jî dikir. Dema em pê re li ser merasîmên şînan diaxivîn, kilma dengê Eda Mahdo wekî ku cenazeyek li pêşiya xwe bibîne, di toneke sar de heznî dibû. Her gotinên ji hestên wê derdiçû di wê kêliyê de li sawa mirinê diket û di devê wê de dicemidî. Behsa wê ya ji merasîmên şînan, sehneya Gilgamêş ya di romana Harald Braem de ku Gilgamêş heft rojan li defê dixe, dihanî ber çavan. Di romanê de Gilgamêş li bajarê Urukê heft rojan bi heybetek mezin li defê dixe û roja dawî çavê xwe vedike ku hemu bajarvanî li dora wî ne û ji dengê defa wî sermest bûne. Seremoniya şînê ya ku Eda Mahdo ji me re dihanî ziman, tam jî bi vî awayê bû. Belkî ji bo wê sehneyê peyva “anîna ziman” kêm bû, lewra wê em dixistin nava rêwîtiyek dîrokî û li wan sehneyan hazir û nazir dikirin. Tevdîra wê ya ji bo seremoniyê, bi serê xwe sembol a xemgîniya tariyê ye. Çawa ku kahînek ji bo ayînên xwe yên pîroz xwe amade dike, Eda Mahdo jî bi cidiyeteke bilind dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi cîhanên ruhanî dikir. Wê xwe ji hêmanên ronahî û şadiyan cuda dikir, da ku bi tariya mirinê re rû bi rû bimîne. Hemû xemlên xwe yên rojane, qolê zêran, gulik û gulbend, xizêm û xirxal datanî aliyek û dîdar û timtêla xwe wê carê ji bo miriyê maqûl girêdida. Kofîka grover bi şara reş dilefand, şûr bi destekî, xêzranî bi destekî hildida û berê xwe dida meydana mirinê. “Min du sîtil dernixûn dikir û ez dikişiyam ser sîtilan. Xêzranî di destekî min de şûr di destekî min de. Ez bi şûr û mertal diketim şînê” Weha digot Eda Mahdo. Hestên xwe yê “jintî” yê bi hunera xwe ya dengbêjiyê re di seremoniya şîne de bi girminya sîtilan derdida. Destek wê radibû û yek dadiket; Hum..! gum..!

Bi her lêdana sîtilan re, rîtma dengên şûr û xêzraniyên Eda Mahdo, pêjneke bi sur dinuxumand ser giyana mirovan. Sawa mirinê, bi lorîna xwê ya ji qesra dilê xwê diherikand, di çavokên laşê mirovan re diniziland nava xwîna wan. Bedena mirovên li qada şînê wekî ku rih jê hêdî hêdî bikişe, di kelekela leylan a deşta Wêranşarê de sar dibûn, dicemidîn û diqerisîn. Wê li meydana şînê, di bin mij û morana mirinê de herkesekî keremî şîna ser mirina xwe bixwe dikir. Wekî ku pira sîratê di navbera wan de be, ew pêşberî mirina xwe bixe dihîştin û ew dixistin nava transê. Her ku dengê wê û şûr û xêzraniyê wê li meydanê diherbilîn, devê birînên mirovan hedî hedî diqelişîn û yekcar pêlek deng ji meydanê lêdiket û dibû xupînê selahan; “Allah-u messelîîî..”

BI SAWA MIRINÊ RE ŞER DIKIR
Qasê ku em bi rêya axaftina wê di wan sehneyan de digeriyan, em tê digihiştin ku seremoniya şînê şerek bû ji bo Eda Mahdo. Wê di van şeran de bi sawa mirinê re şer dikir. Sawa ku bi mirineke re, bi trajedî û bûyerên nexweş re radipêça giyana mirovan. Wê ji zanînên psîkiyatristên dema modern îstifade nekiribû lê ji tecrûbeyên xwe yên jiyanê, mirov di nav mirinê de fêrî jiyanê dikir û di nav şînê de fêrî hezkirinê dikir. Wê digot:

"Ez ê derd û kula bêjim
ez ne şair im ne dengbêj im
ez ê fena şalûlekî kerr û gêj im
ez ê di ser birîndarê mala bavê xwe re bisekinim
ez ê hêdî hêdî birînê wan biqelêşim
ez ê mîrata kulê jê bavêjim."

LI PÊŞBERÎ ME DENGBÊJA ŞADIYAN Û ŞÎNAN HEBÛ
Em bi dîtina Eda Mahdo re gihiştibûn mexseda xwe. Piştî gelek deman em gihiştibûn dengbêjek jin a civatan. Hêviya ku me ji bo dengbêjiya şadiyê jê dikir, gelek jê zêdetir bû. Li pêşberî me dengbêjek hem şadiyan û hem jî ya şînan hebû. Wê bi performansa dramatîk ya seremoniya kûr a ku li meydana şînê pêk dihanî, mirovên şîndar, mirovên bi xem û keder, ber bi dunyakî manevî dikişand û ew di sînorên di navbera jiyan û mirinê de didan sekinandin. Bi hunera xwe ya piralî, wekî pireke di navbera ruhê dîrokî û îro de bû, di navbera êş û hêviyê de, di navbera razberî û şênberî yê de bû. Bi dengbêjiya xwe, şerê şînê vediguherand seremoniyeke mîstîk a ku mirovan ji êşa derûnîve ber bi aramiyeke ruhîve dibir. Hestên jintiyê di hunera dengbêjiyê de wekî bendê jiyanê ji bo terapiya mirovan dihûnand. Wê bi reqsa şûr û xêzraniyên li ser sîtilan, rêyek ji bo ruhê miriyan û yên zindiyan vedikir ku di nava qadên ruhî de bigihîjin hev. Wê hunera xwe hem di dîwanên şadiyê de ji bo zindîkirina hiş û bîra civakê bi kar dihanî û hem jî ew dikir navgînek ji bo saxkirina birînan û şiyana ruhê mirovan. Wekî terîfa Şakiro ya di kilameke wî de dibore, mîna toxtoreke dewletê, dermanê hemû derd û kula, xem û mereqa tev li cem Eda mahdo bûn.

Eda Mahdo dengbêja Efsûnî îro (25.08.2025) xatirê xwe ji kurdan xwest, çû ser dilovaniya xwe. Li meydana şerê şînê ku lê ruhê civaka xwe bi şûr û xêzraniyê xwe derman dikir, îro, tenê dengê wê ma. Dengê wê di gûhê civaka wê de dê her olan bide. Ew ê her dem wekî jineke xurt û dengbêjek efsûnî di dilê civaka kurd de bimîne, sembola jina ku rêya xwe ji sînoran asê dike û bi dengê xwe, dîrokê, êşê û hêviyê bi hev re dirêse.
Ji malpera Kurd Araştirmalari hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin

ad

Hejmara “Zarema”ya sala 2015’an derket

ad

Di bombekirinê de kurê Qaddafî mir

ad

Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye

ad

Ji wêjeya cîhanê 4 pencere li kurdî vebûn

ad

'Kargeha Şanoyê' li benda serîlêdanan e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname