logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan? hat

  • Dîrok: 12/12/2025
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
15'emîn Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan? îsal di navbera 13-17'ê mehê de li Stenbolê li dar dikeve. Festîval îsal ji Tirkiye û welatên din 50 fîlmî pêşkêş dike. 

BÎRANÎNA HAKAN TOSUN
Di nav de çend jê bi kurdî ne. Her wiha belgefîlmkar Hakan Tosun ku hatibû kuştin di festîvalê de tê bibîranîn. Di beşa taybet ji bo Hakan Tosun de hem xebatên wî dê bêne nîşandayîn hem jî gotûbêj li ser bêne kirin.
Di vê beşê de belgefîlmên Hakan Tosun kişandibûn "Geldiler ve tapulu mallarımıza el koydular!" (2025, 7 dq), "İliç Altin Madeni" (2024, 20 dq), "Kaz Daglari Talanı: Ne Ugruna..." (2021, 30 dq), "Validebag Direnişi" (2014, 40 dq) jî wê bêne nîşandayîn.

FÎLMÊN BI KURDÎ
Bi temamî 6 fîlm hene ku bi kurdî ne yan jî beşek jê bi kurdî ye: "Xeyala Rojînê", "Sîtav", "Hey Hawar" "Otekî Kuşlar" (Çivîkên din), "Yenî Han" (Xana nû) û "Kardeş Turkuler".
"Xeyala Rojînê" (34 deqe): Fîlmê "Xeyala Rojînê" ji aliyê Serwa Aliveisy ve hatiye kişandin. Ji ber astengiyên biyolojik jin û mêrek ji bo bibin malbateke bi hêvî zarokek wekî weled digirin. Fîlm li ser hestê malbatek diçe û tê.
"Sîtav" (17 deqe): "Sîtav" fîlmê Dîlan Toftîk e. Di dema bûyerên li Sûra Amedê de fîlm li wir derbas dibe. Bêrîvana meraqdara kişandina fotoyan û girtina dîmenên vîdeoyê ye, jiyanê tomar dike. Lê Hêlîn dema xwe ligel pisîka xwe ya bi navê Nokê derbas dike. Bûyer dest pê dikin, gelê wir koç dike, rojek dema Bêrîvan û Hêlîn ji bo bavê xwe yê li Sûrê xwarinê dibin, pisîka wan winda dibe.
"Hey Hawar" (22 deqe): "Hey Hawar" belgefîlmê Caner Dara ye. Roja 20'ê tîrmeha 2015'an li Sirûcê di encama teqîna bombeyê de gelek kes dimirin yek ji wan jî Suleyman Aksu ye. Gora Aksu çend caran rastî êrîşê tê. Belgefîlm li ser vê yekê hatiye kişandin. Belgefîm di heman de demê de meseleya êrîşa li hemberî goran jî tîne rojevê.
"Otekî Kuşlar" (Çivîkên din, 20 deqe): Belgefîlmê "Oteki Kuşlar" ji aliyê Rozerîn Arya Şimşek ve hatiye kişandin. Belgefîlm li ser ziman û çanda zazayan (kirmanc) hatiye kişandi. Ew berê xwe dide ciwanan ka çiqas kirmancki bikar tînin.
"Yeni Han" (Xana nû, 52 deqe): Fîlmê "Yenî Han" ji aliyê derhêner Bingol Elmas ve hatiye kişandin û pirzimanî ye. Erebî, kurdî, rusî, tirkî, gelek ziman di belgefîlm de hene. Çima? Ji ber ku belgefîlm li Yenî Hanê, li cihê ku ji gelek welatan koçber lê ne û ji bo hêviyên nû ewraqên xwe dadigirin.
"Kardeş Turkuler" (108 deqe): Belgefîlmê "Kardeş Turkuler" ji aliyê Çayan Demirel û Ayşe Çetinbaş ve hatiye kişandin. Di belgefîlmî de bi ser koma Kardeş Turkuler de berê xwe dide 30 salên dawî yên Tirkiyeyê û çîroka çandî, polîtîk a serdema dawî nîşan dide.

GOTÛBÊJA LI SER GIRTIYAN
Di çarçoveya festîvalê de gelek gotûbêjên li ser mafên mirovan hene ku yek ji wan jî "Girtiyên Nexweş û Li Girtîgehê Keda Lênêrînê" ye. Komeleya Mafên Mirovan, Pisporên Xizmeta Civakî, Komeleya Civaka Sivil Di Pergala Ceza Înfazê de vê gotûbêjê bi rê ve dibin (15'ê mehê, saet 18.00, Postane)

TEMAŞEKIRIN BÊ PERE YE
Di festîvalê de temaşekirina fîlm û belgefîlman bê pere ye. Fîlm û belgefîlmên wê li Beyoguyê li Navenda Çanda Fransiz, Aynali Geçit, Postane û Muzeya Perayê, li Kadikoyê li TAK'ê, li USkudarê jî li Navenda Çanda Baglarbaşî têne nîşandayîn

Ji bo agahiyên zêdetir:
www.hihff.org/
 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji dîroka Kûpaya Cîhanê hin agahiyên balkêş

ad

Atli: Divê em ji wêjeya kurdî ya nûjen jî sûde werbigirin

ad

Ji tîmên kurdan Van BB bi ser ket

ad

Dema 'Festîvala Fîman a Kurt û Kurmancî' hat dirêjkirin

ad

Kîjan welatî çend medelya girtin û bûn yekemîn?

ad

Muşerref çû dê kî were?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname