Diyarname
Însiyatîfa "Ozgurluk İçin Sanat" (Huner ji bo azadî) li ser qedexekirina konsera Koma Amedê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, "Em vê kirina kêfî û zihniyeta qedexekar qebûl nakin."
Însiyatîfê banga rakirina qedexeya li ser kurdî û hemû zimanên qedîm û got, "Em dixwazin stranên xwe bi azadî bistrên. Bi azadî fîlmên xwe çêbikin, resmên xwe, foto, peykerên xwe bi azadî çêbikin. Em dixwazin gotina xwe bi azadî bibêjin/binivîsin, dans bikin, lîstikên xwe bi azadî derxin ser dikê. Û em dizanin ku azadî heman demê de berpirsiyarî ye. Loma jî ji bo avakirina aştiyeke ku têde em stranên xwe bi azadî bejin em bang dikin her kes piştgiriya Koma Amedê bikin."
**
Nûçeya Eleqedar:


