___Deham Ebdilfettah___
Ne zilam kurd e û ne zimanê ku temenê xwe bo wî terxan kiribû kurdî ye. Lê digel wisan jî ev zilam û ew ziman bûne nimûneya herî guncav bo vejandina zimanê kurdî!
Di sala 1997'ê de nivîskar Arif Zêrevan li Swêdê pirtûkeke rênivîsê amade kiribû. Pêşgotina wê pirtûkê zimanzan û zanyarê amerîkî Michael Chyet, birêveberê pirtûkxaneya Kongiresê li Washingtonê nivîsiye.
Di pêvajoya pêşgotinê de Michael Chyet gotina xwe arastî rewşenbîrên kurd dike, dibêje: "Gerek hûn sûdê ji ezmûna birayên xwe yên cihû werbigirin û li ser rêbaza wan zimanê xwe vejînin…"
Ev gotina Chyet bo min balkêş bû. Min qet tiştek ji wê ezmûnê nizanîbû. Piştî lêpirsînê min bihîst ku C. Bedirxan di kovara Hawarê de (hejmar 40, sal 1942) gotarek bi sernameya “Zilamek û Zimanek” nivîsiye. Ez li wê gotarê vegeriyam û min ew bi hûrbînî xwend. Li dawî ez seyr û matmayî mam!
Eliezer kurê Yehûda mirovekî cihû ye. Malbata wî ji mêj ve li Rusyayê niştecî bûye. Di zarotiya xwe de Eliezer bi dapîra xwe ve girêdayî bû, di hembêza wê de radiza. Dapîra wî her şev çîrokek an çîvanokek ji tirajediya dîroka kevnar jê re digot. Bi demê re Eliezer mezin dibû. Çîrokên dapîra wî jî di serê wî de mezin dibûn, di giyanê wî de dibû xem û xewn û xeyal û di serê wî de pêl didan.
Di sala 1877'ê de şer di navbera dewleta Osmanî û Ewropayê de rawestiya. Di encamê de Ewropa bi ser ket û Osmanî vekişiyan. Wê hingê sînor di navbera Rusya û Ewropayê de vebûn. Sala 1878'ê Eliezer berê xwe da Ewropaya rojava û li Fransayê bi cî bû.
Li Parîsê 3 salan zimanê ibrî li ber destê haxamekî (rêberekî cihû) xwend. Dawî keça seydayê xwe bi hevjînî xwest û biryar da ku biçe welatê bav û kalan. Berî ku derbasî ser xaka welêt bibin, Eliezer û hevjîna xwe soz dane hev ku ew û zarokên xwe bi ibrî tenê bi hev re biaxivin.
Bi vê yekê jî dema zarokên wan diketin nav zarokên cîranan nizanibûn bi wan re bipeyivin, zarokan bo wan digot (zarokên lal) û bo mala wan digotin (mala lalan). Li hêleke dî Eliezer karibû di civaka xwe de dostinan peyda bike, wan fêrî zimanê ibrî bike û hin caran rewşa jiyana miletê cihû bi wan re bîne rojeva gotûbêjê. Piştî van çalakiyan Eliezer karibû rojnameyeke bi zimanê ibrî derîne û wê li xwendevanên xwe belav bike!
Di sala 1922'yan de Eliezer kurê Yehûda bi dilekî aram û hêmin çavên xwe girtin û xatirê dawî ji zarokên xwe dixwest. Ew zarokên ku bi xizanî û belengazî ew mezin kirine, wekî ku wî digot: Dema ku ez dibînim zarokên min nanê tisî dixwin û bi zimanê ibrî bi hev re diaxivin ez gelekî kêfxweş dibûm, dilê min bi kêf perwaz dide.
Bi rastî jî diyardeyeke balkêş e, mirov seyr dimîne beranberî zilamekî wekî Eliezer kurê Yehûda û zimanekî mîna zimanê ibrî ku ew ji kêferata mirinê rizgar kir û ew kir zimanekî zindî li asta zimanê dezgeh û saziyên dewletê!
Pirsa serê her pirsê ev e:
Gelo Eliezer kurê Yehûda ew hêz û baweriya bêsînor ku pê gihîşte vê encama dîrokî ji ku jê re hat!?
Rastiya rast ew e ku hêza Eliezer hêza wê baweriya bêsînor bû ku dapîra wî bi wan çîrokên xwe yên rast û evsane dadiwerivandin xwîna wî. Paşê wan haxam û bawermendên kilîseyan bi gotegotên xwe yên ji Tewrat û Telmûdê dîroka şahên îsarîliyan û şaristaniya Orşelîmê di serê wî de diçandin, wekî jînenîgariya şah Silêmanê pêxember kurê Dawûd ku desthilatî li mirov, cin û teyr û tilûran dikir, xwedanê gustîlka cadoyî û çîroka amadekirina Belqîsê şaha Yemenê …
Bi wan çîrok û gotegotên dilxweşker Eliezer xwe şahnaz û serfiraz didît. Li hêleke dî ew Orşelîma ku di serê Eliezer de kiribûn bihuşta cîhanê, lê di çavên dijminan de (aşûrî, babilî) ew wekî bertalanekî hêsan:
1. Sergonê aşûrî yê duyem desthilata di navbera 751- 729'ê BZ de kiriye. Sergon di vê navberê de êrîş bir ser Orşelîmê, ew wêran kir, hemû nişteciyê wê piçûk û mezin dîl kirin û wekî koleyan bi hev girêdan û berê wan da Nînewayê paytexta Aşûriyan.
2. Piştî ku nêzî 250 sal di ser wêrankirina aşûriyan re derbas bûn, careke dî Orşelîm hat wêrankirin. Di sala 586'ê BZ de şahê Babilî Nebûxed Nesir êrîşî Orşelîmê kir, ew wêran kir, kevir li ser kevir nehişt û hemû xelkên wê dîl kirin, ew kirin kole û ajotin Babîlê.
Ev her dû bobelatên kujer û wêranker di xwîna Eliezer de bûbûn gerdelûleke tirajîdî û di serê wî de pêl didan, berê wî didan asoyên hêviyan.
Li dûmahiya mijarê pirsek xwe dide pêş: Gelo rastiya mebesta dilê Celadet Bedirxan ji weşandina vê mijarê çi bû!?
Ji destpêkê me amaje pê kiribû ku Michael Chyet bi zelalî ji kurdan xwestiye ku sûdê ji ezmûna Eliezer werbigirin û li ser wê rêbazê li zimanê xwe bibin xwedî!
Li gora ku ez Celadet ji paşxaneya jînenîgariya wî dinasim, mebesta dilê wî ne tenê xwendevan çîrokeke balkêş bixwînin û kêlîkekê pê kêfxweş bibin, lê belê da ku ew jî wekî Eliezer xwe bibînin xwedan zimanekî binpêkirî û welatekî dagirkirî û li ser rêbaza wî hewldana vejandin û rizgarkirinê bikin! Ked û xebata Celadet jî di ber ziman û rêzimana kurdî de bêguman vê mebestê diçespîne!
Amûdê, 10.2.2026
Rûdaw


