Hevpeyvîn: Hêmin Xoşnaw - Hewlêr
Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah di vê hevpeyvîna de bersiva wan rexneyan dide, ku girêdayî zeftkirina desthilatê li rojavayê Kurdistanê li partiya wê tên kirin. Bi nêrîna Asyayê, tevî hemû kêmasiyan, DBK (Desteya Bilind a Kurd) nûneriya vîna siyasî ya rojavayê Kurdistanê dike û divê bê parastin. Hinek çavdêr û alî wiha dibînin ku DBK çarçoveyeke ji bo dayîna rewatiyê ji bo desthilatdariya PYD'ê û wekî din tu bandor û hebûna wê desteyê tune.
Berê bûyeran li rojavayê Kurdistanê ber bi ku derê ye?
Destkeftên rojavayê Kurdistanê berhema têkoşîna kurdan a du salan e. Ew destkeft siyasî-, neteweyî- û dezgehîbûna civaka kurdî ye. Di encama van destkeftan de kurd hemû bajar û bajarokên Rojava bi rê ve dibin. Cara yekê ye ku kurd li rojavayê Kurdistanê digihîjin asta ku xwe bi rê ve bibin. Rêveberiya kurdan li rojavayê Kurdistanê ne tenê ji bo çareseriya wan kêşeyan e ku rojane derdikevin holê, lê ew îdare dike ku mohra pêkhateya siyasî ji bo rojavayê Kurdistanê werdigire. Em hewl didin ew pêkhate di siberojê de xurtir bibe, divê kêmasiyên vê pêkhateyê di 2013'yan de xelas bibin.
Çi ne ew kêmasiyên ku divê di 2013'yan de xelas bibin?
Li rojavayê Kurdistanê rêveberî û îdareya cemawerî li pirraniya bajar û bajarokan heye, lê ev têra pêvajoyê nake, pêwîst e ew îdare di 2013'yan de bigihîje asta rêveberiya demokrat a neteweyî. Ev rêveberî jî li ser du stûnan bi pêş dikeve. Yekem: Ji bo çareseriya pirsa kurd li rojavayê Kurdistanê, pêwist e rêveberiyeke berfireh ku hemû aliyan li xwe bigire bê avakirin. Duyem: Gelek dezgeh di hundirê du salên borî de li rojavayê Kurdistanê hatine damezrandin. Divê ew dezgeh bi pêş ve herin û bigihîjin wê asta ku bibin dezgehên neteweyî yên îdarî û ji her desttêwerdaneke partîzanî dûr bin.
Dezgeha Asayîş yek e ji wan dezgehên ku hûn behsa wan dikin. DBK dibêje tu mekanîzm tune ku wan û asayişê bi hev re girê de. Mînaka wê jî behsa girtina du kadroyên Partiya Azadî li Kobanê dikin. Dibêjin dizanin ku ew li cem asayişê ne, lê nizanin çima hatine girtin û tawana wan çi ye?
Ev dema 2 salan e ku asayîş xwe rêk dixe. Hemû rêveberiyên asayîşê li ser komîteya ewlekariyê ya DBK'ê ne. Navendeke wê komîteyê li bajarê Amûdê heye. Gelek caran dibêjin asayîş li ser PYD'ê ye, lê ev ne rast e, asayîş fermanan ji me wernagire. Asayîş li ser DBK'ê ye û her kesekî ku karekî li dijî berjewendiya civakê bike, asayîş dikare wî bigire.
Ew tawan çi ne ku asayîş li ser wan xelkê digire?
Li rojavayê Kurdistanê kaos heye, hinek kes hewl didin berjewendiyên xwe di vê rewşê de cî bi cî bikin. Diz û keleş derketine, wekî mînak kesek diçe otomobîla kesekî din dikire û pereyên sexte didiyê. Ew kes tê asayîşê û dozê vedike. Baş e, nabe ku asayîş tometbar bigire? Dûre hinek vê yekê dikin meseleyeke siyasî. Mînakên wiha pirr in. Li ser dergehê Sêmalika çend kes bi pereyên sexte hatin girtin. Çend kesên din ji ber dizî û pereyên sexte li Rojava xwe veşartin, piştî demekê li wî dergehî hatin girtin, dûre gotin asayîşê li wir hin siyasetvan girtine. Ew dergeh li ser DBK'ê ye û kes nikare desttêwerdanê di kar û barên wê de bike.
Lê DBK nebûye dezgeh, hin tê de serdest in û hin jî dûvik in?
DBK dezgeh e, lê sîstemeke nû ye. DBK di demekê de hatiye çêkirin ku hê jî şoreş didome, lewma asayî ye eger kêmasiyên wê hebin. Ew kesên ku dibêjin DBK bê vîn e, helwesteke siyasî nîşan didin. Hin aliyên siyasî hene bi vî rengê îro naxwazin xizmetê bikin, ji ber ku hemû erk û karê DBK'ê bê beramber e, ne ji bo destkefteke diravî ye. Ne ji bo bidestanîna postekî ye. Ev du sal in karmendên ewlekariyê bê beramber kar dikin, meaşê wan tune. Hemû dezgehên din jî bê beramber kar dikin. Ewên ku gazinan ji asayîşê dikin, bila demjimêrekê di nav asayîşê de kar bikin. Ji destpêka damezrandina wê desteyê, dengê nerazîbûnê hebû, gelek hêzan xwestin wê hilweşînin.
Ligel destpêkirina bûyerên Sûriyê heta îro PYD rê nade desthilata partiyên din li Rojava hebe, çima?
Em ji bo çêkirina desthilata cemawerî, ne ku ya partîzanî kar dikin. Em ji bo xwe jî wê yekê nakin, nemaze di qonaxa şoreşê de pêwîst e tu partiyeke siyasî li ser wê bingehê nêzîkî şoreşê nebe. Milet du sal in qurbaniyan dide, armanca şoreşê guhertina civakê di warê lojîkî de ye. Heta niha dewletê hemû tişt ji dest biribû, ji îro bi şûn de her tişt dikeve destê xelkê. Baweriya me bi wê hêla îdarî heye ku bi şêweyekî demokratîk ji jêr hildikişe jor. Partî ne her tişt e, nikare biryara siyasî der barê Rojava de bide. Em ne desthilat in, da ku em ji jor ve biryar bidin û ji xelkê re bêjim cî bi cî bikin. Em bi demokrasî û hêza îdarî ya gel bawer in. Yek ji sedemên kêşeyên Rojhilata Navîn ew e ku desthilata rewa di destê dewletê de bû. Eger partiyek tenê ji bo desthilatê kar bike, wê îflas bike. Lewma em wekî PYD erkê xwe dibînin ku dezgehên rojavayê Kurdistanê pêş ve bibin û piştgiriya wan bikin, lê ne ku em wan bi rê ve bibin.
Hûn amade ne desthilatê bi partiyên Rojava re nîvî bi nîvî parve bikin?
Em bi şêweyê ku baş dibînin kar dikin. Em niha di şoreşê de ne û pêdiviya me bi vîneke siyasî ya hevbeş heye, lewma pirr bi girîngî em berê xwe didin DBK'ê, ku di encama peymana ENKS û EGRK'ê de dirust bûye. Lê di aliyê îdarî de tiştek nîn e bi navê nîvî bi nîvî. Em ne desthilat in, da ku ji jor ve milet bi rê ve bibin. Em çi bi nîvî bikin? Em destkeftên vî miletî li ser hêzên siyasî dabeş nakin, ev xwendineke şaş e. Eger ev xwendin hebe, ango di lojîkê de şaştî heye. Ew destkeftên ku me bidest anîn ne yên PYD'ê an tu aliyekî din in, heta em wan parve bikin. Huner destkefteke neteweyî ye, bi sedan kes hatine girtin, ji ber ku karê hunerî dikirin. Hin kes tenê li ser amadekariya Newrozê hatine girtin. Baş e huner çawa tê parvekirin! Erkê partiyan parastina dezgehên neteweyî ye. Ew dezgeh ji bo destûra Sûriya nû dibin palpiştî ji bo doza kurdan. Divê em hewl bidin piştî rûxandina rejîmê wan dezgehan bikin dezgehên destûrî û yasayî.
Dahata dergehê Sêmalika di du mehên borî de 5 mîlyon dolar bû. Dibêjin we ji sedî 80'ê wê dahatê ji xwe re biriye û ji sedî 20'ê din jî bi partiyên din re parve kiriye?
Ew dergeh li ser DBK'ê ye. Kesê van bangewaziyan belav dike, bila belgeyekê bîne ku îmzeya PYD'ê li ser be ku me pere standine û bila bide medyayê. Bila belgeyekê bînin ku me fermanek daye rêvebirên wî dergehî. Ev kampanyaya reşkirina deskeftên Rojava ye.
Erê dahata wî dergehî çi pê tê, ji kê re diçe?
Ew dahat li ser bingeha biryarên DBK'ê tê rêkxistin, em nizanin dahata wî dergehî çend e. Ji ber ku rêveberiya xwe ya taybet heye, em pêwîst jî nabînin li dahata wî dergehî bipirsin. DBK'ê li ser xerckirina wê dahatê li hev kiriye. DBK xerciya dezgehan ji dahata wî dergehî dabîn dike. Pêwîstiya nexweşxaneyên Rojava bi alavên bijîjkî heye, da ku li ser piyên xwe rawestin. Ji ber ku êdî xelkên vir gava nexweş dikevin nikarin mîna berê herin Şam û Helebê. Lewma beşekî dahatê ji saxlemiyê re tê veqetandin, beşekî din jî ji bo asayîşê tê veqetandin.
Dahata Sêmalika têra wan pêdiviyan dike?
Na, lê hewldanek heye ji bo em beşekî ji wan pêdiviyan dabîn bikin.
Dahata Sêmalika çend e ji wexta ku hatiye vekirin?
Em wekî PYD zanyariyên me li ser vê pirsê nîn in. Pêwîst e ewên ku li derveyî DBK'ê ne bizanin ku ew pere nakevin qaseya tu partiyekê. Çawa ew alîkariya ku digihîje rojavayê Kurdistanê bêyî cudahiya siyasî tê belavkirin, dahata Sêmalika jî di xizmeta gelê rojavayê Kurdistanê de tê xerckirin.
Zeviyên petrolê yên Rimêlan li Rojavayê Kurdistanê di destê we de ne, lê petrola wan hê jî ji rêjîma Esed re diçe, bi rêya Banyas û Tertûs li ser perava Deryaya Spî. Çima?
Helwesta me derbarê dezgehên dewletê li deverên azadkirî parastina wan e, ji ber ku ew malê gel in, Rimêlan jî bi heman awayî. Hemû karmendên wê karê xwe yê rojane bi rê ve dibin. Ji bo parastina Rimêlan îdareyeke hevbeş ji xelkê deverê hatiye damezrandin. Çavê her kesî li ser Rimêlan e, li Ewropayê jî pirsa Rimêlan dikin.
Petrola Rimêlan ji deverên Elewiyan re diçe yan na?
Ev pirs pêwîst e bi berfirehî bê minaqeşekirin û divê di nav hemû aliyan de bê gengeşekirin, da ku petrol li wir bê rawestadin. Îro di vî alî de gotûbêjek tê kirin. DBK vê yekê gotûbêj dike. Hinek pirs hene ku divê siberoj biryarê li ser wan bide.
Heta niha we biryara dawî derbarê rawestandina petrola Rimêlan nedaye?
Metirsî li ser Rimêlan nemaye, ji ber ku îdareya rejîmê li wir nemaye. Ji bo kurdan girîng e ku wê biparêzin û bi rê ve bibin. Der barê berhema wê, ka em çawa sûdê jê bibînin û çawa bikeve xizmeta xelkê, niha em tiştekî di vî alî de nabêjin, DBK di vî alî de wê biryarên pêwîst bide.
Foto: Ferzîn Hesen
Ji RÛDAW'ê hatiye girtin


