logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Endîşeya kurd!

  • Dîrok: 05/12/2021
Dibêjin serê her tiştî zanîn e û pêşiyan jî gotiye: “zanîn taca zêrîn e li her serî nîn e”
Zanîn ew tişt e, di jiyana rojane de di her warî de bo berê xwe dîtinê ye! Zanîna zanînê dikare heya radeyekê bibe kilîta navlêkirin û çareserkirina pirsgirêkan, asankirina jiyanê û hwd. Zanîn ji pêwîstiyê dizê; ji aciziyekê jî, ji nepijirandin û dijberiyeke jî û bê şik, zanîna herî kêrhatî ya ji fikarê-endîşeyê tê pê ye!
Endîşe!
Endîşeya li cem jîndaran; xwe xar kevirekî bikî çivîkê bifire, xwe nêzî çêlikên pisîkê bikî pisîkê hewl bide te pirînceq bike; bêhn û dengê gurekî bê kerî keriyê xwe li hev bicivîne…
Endîşeya li cem mirovan; xema siberojê, xwedî kar bûn, mezinkirina zarokan, ewlehiya jiyanê, parastina bedenê û derûniyê; ji tevger, awir û gotinan pê derxistina kesê/a li hember ‘rovî ye yan mirov’!
Lê endîşeya neteweyan? 
Endîşeya netewan; erdnîgarî, dewlemendiyên sererd û binerd, ziman, çand, berdewamiya nijadê, pêşeroj, bi mafên kolektîf û jiyana hevpar nimandina rengê xwe û azadî… 
Em kurdên reben ên di halê xwe de ne bidin alikî, amaje hejmareke mezin a kurdên didin zanîn ku li ser babetên li jor ên derbarê neteweyê de xwedî zanîn in, heta xwedî helwestin jî!...
Li ser zanîna neteweyê! 
Her roj, her saet, her deqe li cafe, li komele, li partî, li hevdîtin û li cîhana sanal-sexte li ser zanînên derbarê reng û heyînên kolektîf-neteweyê de bi ferhengan peyv û gotin tên bikaranîn, bo galegalê bi tonan dem û enerjî tê xerckirin… 
Pirs ev e; heke derbarê neteweyê de ew zanîn hebin, bi zanîna wan tiştan ew kurd derheqê rewşa neteweyê de eciz in û bi anîna zimên ku vê rewşê napejirînin gelo çima ew zanîn, heta helwest tiştekî naguherîne; berovajî, her diçe netewe, ew kesên angaşt dikin ku dizanin jî tê de-li herî pêş reng û qerekterê neteweyên din dinimînin?...
Zanîn li her derê ne heman tişt e; li hin deran tiştekî laberatuarî, pêkanîn û pêşketinê  ye, lê li hin deran..!
Gotine, “kurd êdî ne kurdên berê ne”. Yanê êdî kurd dizanin-zane ne! Lê heke em rastiyê bêjin, rewşa kurdan a dema ‘nezan bûn’ ji ya vê dema ‘jê hin zane ne’, qe nebe ji aliyê zimanî, çandî, xwezanî, xwebûnî û qerekterî ve qat qatî çêtir bû! 
Ê nexwe çima ew zanîn? Em çi bikin bi zanîna kêrî têkbirina xetereyên li ser kurdan neyê!  Belkî jî divê pirs wiha were pirsîn; ‘gelo çi yê wê zanînê kêm e ku bêkêr e’? 
FIKAR-ENDÎŞE!
Hin rewş hene divê meriv tenê pê nizanibe divê meriv endîşe jî bike! Lê her hal, di mijarên kurdan dikin kurd-netewe de ne kurdên di halê xwe de û ne jî kurdên di zanînê de di bin yê/a din re avê venaxwin ji xeynî mistana egoya xwe endîşeya tiştekî nakin!..
De baş e. Lê gelo zanînek bêendîşe kêrî çi tê? Di nav bindestên bêserûber û belawela ên wekî kurdan de zanînek bêendîşe di rastiyê de ne zanyarî ye; zanîna tiraliyê û gevezetiyê ye û ew jî bes kêrî quliwerkên li quncikên komele, cafe û sanalê tê…  
Nizam, belkî jî KURD NETEWEYEKE ENDÎŞE NAKE ye!  
Belkî ji loma ye...!

Hin Nivîsen Nivîskar

Wergera wergerê

  • 23 Tebax 2021

Werger bo du tiştan kêrhatiye; yek bo danûstendina kesên ji zimanekî din a dibe navgîn didu ya bo nasîna çand û jiyana yên ji neteweyeke din.Bi rêya yekê em...

Serdem û huner!

  • 20 Berfanbar 2020

Carinan bo balê bikşînin ser rewşa me kurdan, ev gotin tê ser zimanan: “Em sed salî piştî wan tên”.Ji ber rewşa bêstatûyê erê, di gelek aliyan de em sed...

Berî hûn bibin birakuj!

  • 20 Pûşper 2021

Ew tenê ne birakujî, xwişk-kujî ye jî û ew birakujî-xwişk-kujî, xwekujî û kurdkujî ye jî…Xwişkno, birano! Berî hûn çekê bidin...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Rojava ji bo hilbijartinê hejmara hilbijêran tê zelalkirin

ad

Mehek din cezayê girtinê dan rojnameya Ozgur Gundemê

ad

Çalakiya gotûbêj û îmzeya Salihê Kevirbirî

ad

Neuer serê Dîkê Fransiyan jê kir! (Almanya û Brezîlya bûn reqîbên hev)

ad

Birca Belek dest bi qursên zimanê kurdî dike

ad

ECÎNA HELEBÊ*

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname