logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Berken Bereh / Belalûk

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Berken Bereh / Belalûk

Berken Bereh / Belalûk

Sembola helbesta nifşeke xweragir: Mem Ronga

  • Dîrok: 13/02/2010

Helbesta Kurdî-XV

TÎRÊJ
Sembola helbesta nifşeke xwragir
MEM RONGA

  

Helbest

diyarî Mem ronga

 

xwisiya heyvê weriya ye li ser rû
çavên vê ji rengê rojê
hembêza xwe bipelîne mişt kevok
wisa bi guman dinihêre ji hundur
robarek diherike ji dilî

di dengê wê de awaza xezalan
di şiverêyan de sê zînên bi kum û koloz

rahêjim esmên bi evînî ramîsim
wek xunavekê dibare ser serê min
ew destên xwe li helbestê vegirtî

egîdek reşesmerî çiyayî ye ew
di nav diranan de dahatûya me

Tîrêj bê guman ne tenê bi nasnameya xwe ya ku yekemîn kovareke xwerû bi kurdî ye tê nasîn.Her wiha ewê di heman demê de bi nivîskarên xwe yên xwedî nexş û reng û dengên resen û cuda jî nav daye.Dîsa Tîrêjê bi saya wan nivîskar û helbestvanên xwestiye pireke kahîm di navbera wêjeya klasîk û a nûjen de ava bike jî tê nasîn.Mem Ronga yek ji wan nivîskarane ku bi tevayî van xisletan di berhemên xwe de bi hostayî bi cih kiriye.Wî,berê robarê helbesta kurdî -ku xwêrnexwaz û dagirkerên vê xakê bendavek li berê ava kiri bûn-ji nû ve da wân neval û geliyên bi şehwet li benda wê bûn.Mem Ronga di têkoşîn û hewldana xwe de yek carî bi tenê jî xwe nespart popularîteyê û vegotineke erzan.Wek derwêşekî bi efsûn da dû raz û mîrateya bav û kalan.

Mem Ronga di ava kirina helbesta xwe de bi azadî tevgeriya.Bi her helbesteke xwe resenî û xweseriya xwe şanî me da.Her bi surprîzekê li deriyê helbesta kurdî xist.Ziman,durv,teşe û vegotin di helbesta Mem Ronga de wek notayên stranekê bi harmonî di têkiliyê de ne.Ji ber hindî di dawiya helbestê de peyam wek stêrkekê diçirûse di hiş û giyanê mirov de.Bextewarî û dilşadî bi hêminî di bedena mirov de dikeve livbaziyê.

Mem Ronga peyama xwe ne rasterast lê bi awayek surprîsî radigihîne xwendevên.Dema mirov li navê helbestê dinihêr e,mirov bi guman xwe bera hundurê helbestê dike,lê bi her ristekê bagera meraq û heyecanê dil û mêjiyê mirov dîl digire.Lew ew,berevajî nifşa xwe wanekan ji xwe re dike pêlîstok û hêlên wan yên gelek caran ne di bîra me de ne raberî me dike û bi wî awayî êş û birînên me yên xedar şanî me dide û bi hemd berê me dide ponijîneke kûr û dûr.

  “Derîname “yek ji van helbestan e.Di helbestê de “derî” bi taybetiyên xwe û wateyên xwe yên cuda tê vegotin.”deriyên hesin,deriyên kevot,deriyê koxan,deriyê li pey hev bi notirvan,deriyê vedibin,bi destê sibê bi singuyan”û peyama wek çakûcekê kul i serê mirov bikeve;

“ Derî

Derî

Derî

Nabe

Wiha naçe serî”

“Diyarbekir” dîsa yek ji vê cure helbestê ye.Diyarbekir ku kevnare,mezinahî,asîmanê xwe yê bi heybet,kevokên perrbizîv ku rojên ji kulîlkên sîpan,ewrên agirî û kaniyên mereto vedixwînin û her dawî ;

Hezar dilê westayî bîna xwe vedidin

Di hênkayiya zebeşekî teyê navdar

Ku niha min divê “ de

Hesret,bêrî û derdê dûriyê bi “diyarbekir” tîne ziman ku dilê xwînêr dilerizîne.

Dîsa “Dîcle” û “Hechecik”,”çewa”,”Gelî”ji van cure helbestane.Di “hechecik”ê de bi hatina payizê re koç kirina hechecikan ber bi cemsera başûr ve dike mijar û rêwitiyeke xweş û bê xetere jê re dixwaze û xemginiya xwe bi lêv dike ku ewyan û asîmanê wî bê wê kêm û sar e dibêje.Di dawiyê de;

“ Lê

Ne ez dikarim bêjim

Ne jî yekî din

Ev zalim

Wê xaniyê min jî hilneweşînin

Wek bi hezaran yên din

Wê gundê me jî neşewitînin”

Yan;

Çiyayên kurdistanê hesen

Ji derdê min û te ra

Şût û tazî”

Yan;

“ agirê pîroz û jiyanbexş
van zaliman
çi anîn serê te jî
yê me jî”

Gelek zanyar,bêhtirîn jî dîrokzan û dîroknûs û zanyarên li ser civak û têkiliyên insanan radiwestin û dixebitin ji wêjeyê û nemaze ji helbestê sûd werdigrin.Lew,helbestvan di avakirina helbesta xwe de bivê-nevê bi hest û dilînên xwe re_ku ev jî perçek vê civakê ne-hin rîtûelên hiş,hizr û ramana civakê jî tevlî helbesta xwe dike.Lew,helbestvan yek ji wê civakê ye û bi reng,nexş û taybetiyên wê civakê durv û teşe girtiye.Ev angaşt di helbestên Mem Ronga de bi goşt û laş dibe.Ji xwe ew jî dixwaze eyneya xwe raberî civakê bike û tişta dibîne bi helbestê ragihîne me.”Serpêhatî”yek ji van helbestane ku hişmendî,tevger,livbazî û hêza ku xwe sazkar û avakarê civakeke modern dikir,çiqasî hostayê vî kariye û dikare ta çi radeyê bibe dermanê pirsgirêkên civakî?her wiha paradoksa xort û xwendevanên ku endamên birjiwaziya piçûke bi aşkere vedibêje.”

Karker tuneye

Gundî razaye

Şoreş

li hêviya me pêşevanan maye

“milek ji pola/dilek xurt/bes e/bo vê/dengê tivingan/dermanê xewê.”û daw doza kuştin–ku kesên ji fraksiyonên cuda-û çalakiyên bê pergal tê kirin.Baş tê zanîn ku birjuwaziya piçûk ta radyekê dikare vî barê giran ragire û dawiyê”leq/leq/leq,nebû/lihevnehat/îcar/gel/li pey me/nehat…na lo…hewaye/ev gel ne hêjaye”Ev helbest panaromayeke ji qonaxa salên 70 ta heştê li bakûrê welêt.

Rêya çareserkirina pirsgirêkên civakê û rizgariyê bi helbesta “va destê min” de wiha vedibêje”ne tenê me di vê evînê/ne tenê/birayên min hene li çar alî/li çar alî dinê”ango kes û gelên bindest û çîna karker giş hevalbendê hev in û markîsî jî bîr û baweriya wan e ku bi wê dikare pirsgirêk bê çareser kirin.Tu rêyeke din nîn e bo hêvîyê;”dizanim êdî/hêvî nexweşîn e/ger nehatibe strehandin/bi dengê gerran û kerane/û reh bernedabe/di axê de.”gerran û kerane sembolên ramyariya sosyalîzmê ye.

Mem Ronga di helbesta xwe de gelek cara bi felsefê re dide û distîne.Her wiha bi tahmeke helbestî felsefê,hizirkirin û ramyariyê li ber dilê me xweş dike û pirsine ku dê deriyê cîhaneke din li ber me veke aresteyî me dike.

“bingehê gerdûne ne-afirandî

Ne hewa û agir,ne ax û ne av

Yek tişt heye bi ser û bê dawî

Di guhurîn û qevdan de bizav.”

Her wiha di helbesta “jiyan” de hebûn,heyîn û wateya mirovbûnê bi hostayî şirove dike û xwe digihîne lûtkeyên helbesta cîhanî.”

Ne b ime destpêkir ev stêre

Û ne jî ewê b ime biqede

Straneka bêdawiye jiyan

Tu meqamê wê xweştir bike.”

 

Zimanê Mem Ronga,zimaneke resen,zelal,herikbar û ji kaniya civakê der bûyî ye.Ew zimane ku rasterast di jiyana rojane de tê bikaranîn.Vê tercîhê,helbesta Ronga,berz û bilind kiriye û kirasê jidilbûn û rîspîtiyê lê pêçaye.Bikar anîna qalib û terkîbên wêjeya devkî jî di honandin û saz kirina helbestê de bûne stûnên qahîm.her wiha vê şêwazê deriyê têkiliyeke xurt ya bi helbesta me ya klasîk re jî amade kiriye.

Mijarên Mem Ronga;azadî,işq,hesret,mirin,dûrî û bêrî,sirûşt û ango jiyan û gerdûna me bi xwe ye.Ew nefspiçûke,bervajî gelek helbestvanan tu tiştî li ser me ferz nake û nabêje va rastî ev e.Tenê şanî me dide,wek dîmeneke filmekê bi lez tê û dibihure.Lê piştî xwendineke bi baldarî mirov têdigihije ku Ronga eyneyeke ku rastî û razên me û civaka me li ser diteyise û dibiriqe.Ji ber vê divê bi baldarî bê xwendin. Piştî Goran û Osman Sebrî yekem kes e kul i ser xwezayê û qewimînên wê nivîsiye.Ez “pelê payîzê” li jêr dinivîsim.hêvîdar im ku xwendevên vê helbestê bi baldarî bixwîne û li ser bihizire ka gelo ev pelê payizê ye tê vegotin an “insên û emrê “wî ye ku wek pelê payizê bê dilê xwe diçe?

Ez dixwazim nivîsa xwe bi helbesta “Koşk” bi dawî bikim ku bi ya min ev helbest xewn û xiyalên her kurdekî dinimîne.Bi hêviya ev koşk di demek ne dûr de bibe rastiya jiyana me.

KOŞK

me koşkek ava kir

stûn ji tirêjên şeveqa nemrûd

pace ji dengê hesenê cizîrî

 

Mem Ronga bê guman yek ji gewretirîn helbesta kurdî ye,mixabin ev zatê hêja ji zû ve ye helbestan lê nake,ez wek helbesthezekî kurd daw û doza wê pênûsa dilpiyar dikim ku Mem Ronga qeydên vê veke û me ji helbestine wek “koşk”ê bê par nehêle.

 

 

Pelê Payîzê

govendek destpêdike li bilindahîyê
xwe li ba dike pelekî ji rengê hemû zer û soran
li ber bayê sar î payîze

tenê lerz e ew
li vê berêvara dereng

li jêr dinêre
li axê
li jor
li asîmanê ji ewrên rengerisas tikandî dinêre
ne dest ji darê dibe
ne dikare li hember gazîya axê xwe ragire

werr
dudil dimîne demekê
paşê
xwe ber dide
bi giranî datê xwarê

li jor dinêre careka din
li asîmanê bilind
li pelên mayî

bî keser radimûse axê
û

pişta xwe dide bayê hênik
hiltîne serê xwe

diçe.

di dil de xembarîya refên çivîkên koçer”

-Mem Ronga

Mem Ronga kî ye? 

Mem Ronga bi navê xwe yê din Mehmet Tanrikulu yek ji helbestkarên nifşa Tîrêjê ye. Ew di sala 1952'yan de li Farqînê hatiye dinê. Wî Enstîtuya Perwerdehiyê Beşa Zimanê Tirkî li Amedê kuta kir. Wekî mamoste li Nisêbîn, Mazidaxî û Spartayê kar kir. Ji bilî helbestê edîtoriya Tîrêjê jî kir. Piştî Darbeya 12'yê Rezberê ji ber kar û xebata xwe ya wêjeyî û sîyasî, di sala 1986'an de mecbûr ma derkeve derveyî welêt û çû Almanyayê. Niha jî li wir karê mamostetiyê dike.

 

Berhemên wî;

Destê min li destê te digere (Helbest, Weşanên Mezopotamya, Swêd,1995)
Ferhenga kurdî-tirkî (Swêd,1999)

Jêderk:
1-Arjen Arî-Bakurê Helbestê
2-Kovarên Tîrêj-hejmar1-2
3-Malpera Nivîskar

berken.bereh@yahoo.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

2008 û helbesta me -2-

  • 21 Rêbendan 2009

Ger lûlûy mensur ji nezmê tu dixwazîWer şi’rê Melê bîn, te bi Şîrazî çi...

Dîroka Helbesta Kurdî-VIII

  • 13 Avrêl 2009

                       Dîroka Helbesta...

Dîroka helbesta kurdî-X: Qonaxa Hawarê: Cegerxwîn

  • 05 Gulan 2009

Dîroka helbesta kurdî-XQonaxa Hawarê, Cegerxwîn “ji ku ye?”, “li ku ye?”, diçî ku?” nebîCîhan tev seranser welatê me...

Hemû Nivîsen Berken Bereh / Belalûk

Berken Bereh / Belalûk kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Peredayîna Trumpî ji bo navdara pornoyê hê mijara sereke ye

ad

Pereyên pirtûkê dê ji bo zarokan xerc bike

ad

'Komara erebî' jî neçar ma ku bi kurdî weşanê bike

ad

Xwendinek li ser "Kurdên Almanyayê" li dar dikeve

ad

Notên ji Newroza Stenbolê

ad

Roja 7'ê pûşperê ez dengê xwe didim HDP'ê!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname