Ji ber ku dixwest bi çavên serê xwe şewitîna bajarekî bibîne û berhema xwe hê hêjatir lêbike Neron rabû paytexta cîhanê, Roma da ber êgir.
Ji ber çi? Ji ber dixwaza nivîsandina tragediyeke hê ciwantir...
Di egoya desthilatdariyê de Hîtler jî Sedam jî ne kêmî wî bûn.
Vê gavê bi heman derûniyê bi cêwrikên xwe yên bi rih Erdogan jî li ser heman riyê ye.
Sedem çi dibe bila bibe, hemû desthilatdar, serdar, keyser ji çavsoriyê, ji harbûnê, ji serxweveçûnê, ji tirsa windakirina text, an hê bêhtir hêzê, yekane çareya wan a xwe li ser text hiştinê bi hinceteke sexte destpêkirina şerekî ye, ku bi hêsayî dikarin tebaya xwe qenih bikin û wan biajon çeperên şerî;
Ciwanan dikujin, didin kuştin, welat û bajaran diruxînin, kevir li ser kêvir nahêlin, berê xizan û belengazan didin koçberiyê, pêre pêre destdirêjiya rûmeta mirovahoyê dikin.
Ji ber çi? Ji ber ku hemû desthilatdar, keyser û serdar nexweş in, narsîst in, hov in, pîskopat in, bi serxweşiya desthilatê serê zarokên xwe jî dikarin jê bikin û goştê wan jî bixwin.
Tê gotin, di tevahî 300 salên dawiyê yên mirovahiyê de bes 26 rojan şer nebûne. Mirovan hew 26 rojan hev û din nekuştine.
26 roj, ne mehek haaa!
Ne bawer im, di wan 26 rojên bê şer de jî me kurdan belkî dîsa serê hev şikandibe!
Ji loma jî, qey li cîhana gewrik malbata mezin a mirovahiyê çawa nekariye ji 26 zêdetir rojan bêyî şer derbas bike?
Berxwedêriya ji bo parastina maf, nirx, azadî û anorê ne têde, bi min wisa tê, qey kes nizane kî ji bo kê, kî ji bo çi şer dike. Û hin bêkesayetî, nizanin şerê kê û çi jî dikin!?
Lê belê, çendîn ku Neronên îroyîn hê li ser text in jî, tevî ku heta îro tu xizan û belengaz degihandibin xweşiyê jî, lê Spartecusên hemdem jî hene.
Di nav vê derûniya dij-şerî de çi dem ku qesrekê, kelehekê, nîşana hêz û desthilatdariyekê, destkeftiyeke bi şerî, hiryaşiyeke komeleye jî dibînim jê nefret dikim, nehletê jê tînim.
Çimkî, di riya bidestxistina wê de îlam serê hinan ji gewdeyê hatiye firandin, zorê neheqî li hinan kiriye.
Û berdêla wan şeran, serkeftin û destkeftiyan jî; bi can, bi mal, bi namûs û bi anorê, bi wêraniya waran, bi birçîbûn û pêrîşaniyê ji kîsê xizan û belengazan çûye-diçe.
Û encam, di her serkeftina aliyekî şer de, dest bi hêzekî/ê din û nû ku ji yê berê pûştir e peyda dibe û ji pişt re jî, dîsa zilm, dîsa zordarî, û bo hinan dîsa xizanî û dîsa babolet.
Gelo, çi ye maka ku vê hovîtiyê, rûxandinê bi gewde dike?
Kana ku vê hêza şerxwaz piştî her şerî restore dike, di nav girseyan de dike xwediyê gotin û kirinên mitleq, ku xwe digihîne asta jîrekiyê ya xapandina girseyan, ku bi hebûna xwe aştiya cîhanê negengaz dike, û mirovahî çi bi tirsê çi bi alîgiriyê, bi daxwaz jê re dilîlîne, dide çepikan?
Ew desthilatdariya bi hêz ku xwe li ser serê girseyan ferz dike, kirasekî pîrozî-îlahî li xwe dike û teba û girsya xwe dişîne eniya şerekî nû, çi ye, çawa ye, kî ye?
Gelo di vê xirabkariya desthilat-daran de para şiyan û jîrekiya kambax a siyaset û çîna rêveber a ku girse wan di nav xwe de derdixin holê û pê malikê li xwe dişewitînin, çiqas e!?
Û aştî! qey heya ew Yezdanên biçûk (çîna rêveber) û yên mezin (keyser, serdar û desthilatdar) ên sexte, ew pîskopat û narsîstên nexweşiya text û dest bi hêzê hebin, gelo li ser rûyê cîhanê aştî pêkan e???
Ax ax! Ew girseyên ku ji neçariyê, belkî ji bêgaviyê, belkî bi daxwaz an ne bi daxwaz, ku li derdora îdolojiyekê, siyasetekê, desthilatekê, dewletekê, olekê, meshebekê, pîroziyekê, ku bawer dike ku wê hebûna xwe ya mirovî bi ewletir bidomîne… ax ew qelebelixên ku bêyî Yezdanên sexte û efendiyan nikarin bijîn…
Xwezî me bizanibûya, me şik bibira, heya em efendiyan bidin ser serê xwe, ew ê bo pîroziyeke ku cîhana me veguherandine dojehê zarokên me - we bikujin, bidin kuştin.
Lê me ji bîra kiribû, ku mirov li dijî mirov, mirov li dijî giyanweran, mirov li dijî xwezayê, mirov li dijî hebûn û jiyan hê hov e, hê dirinde ye!
Ey mirovahî, bîr neke desthilat-dar bela ne, pîskopat in, nexweş in, narsîst in, hov in! Û tu yê hê heta kengê dil û kêfê wan efendiyên him bindestan û him ên serdestan ên xwînmêj xweş bikî?
Ey mirovahî! Heke tu li dû wan neçî, heke tu ji wan desthilatên narsîst re nebilîlînî, jê re li çepikan nedî, ji wan re nebî alîgir û piştevan… hengê (qiral çiplak) hengê Kobanî nebin kavil, hengê Pirsûs nebin goristan, hengê li cîhanê aştî ye..!


