logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

Siyasetmedarên kurd gunehkar in

  • Dîrok: 07/03/2017
Kurdî ne tenê ziman e, berhemeke dîrokî ye, kîtabe ye, xezîne ye. Di xwe de rêça zemanê berê dihewîne. Me ew ji nifşa kevin wekî yadîgar dewr girt. Li ser me ferz e em wî bi hasasiyeta berhemeke dîrokî, nazikî teslîmê zarokên xwe bikin. Yê neke gunehkar e, sûcdar e li hember dîrokê.        
Mafê bikaranîna zimanê zikmakî yek ji van presîban e, tixubên zagonan nas nake. Ne tenê qedexe kirin, nîqaşa wê jî ne exlaqî ye. Dema qanûn û yasa tên derxistin, eger di wan de mantiq tune be, di nava civakê de cîhê xwe nabînin û ji wan re rêz nayê girtin. 
Berdêla wê çi dibe bila bibe, divê mirov hem di nava malbat û civakê de û hem jî li cem saziyên fermî yên dewletê,  zimanê xwe bi awayekî xwezayî, rojane bi karbîne û bide bikaranîn. 
Wê rojê pisporekî zimanên Rojhilata Navîn hatibû Zanîngeha Cenevreyê. Camêr di konferansa xwe de hema bigire dikir hawar û figan û digot  li bakurê Kurdistanê  eger rewş wisa dewam bike, polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewleta Tirkiyeyê wê di hêla ziman de bi ser bikeve, lewra kurdî ji niha ve roj bi roj ber bi helandinê ve diçe. Di nava 20-25 salan de wê ciwan xwe bi vî zimanî îfade nekin. 
Mesele gelek cidî ye. Em behsa rewşa îro ya li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dikin. 
Bala we kişandiye gelo? 
Ew qas konferas, mîtîng û meş çêdibin, çend rêveberên partiyên me yên legal, çend rêveberên saziyên sivîl bi kurdî xîtabê gireseyê dikîn? (Feqîrno! gerçî niha kes ji wan li derve nemaye, lê dîsa jî..) Hema bigire her kes tirkiya şatafatli ya şildim-bildim tercih dike. Kes ranabe mîkrofonê ji dest wan nagire, nabêje ‘yahu Arkadas! Ev millet kurd e, tuyê yan kurdî biaxivî yan jî keremke vê propagandaya xwe li Kastamonu, li Kutahyayê bike.’
Di medya civakî de kurdî gelek kêm tê bikaranîn. 
Hin kesên xwe wekî neteweperwer didin nas kirin jî, hemû nivîsên xwe tirkî dinivîsînin. Hinekên wan ji bo edebiyata tirkî dewlemend bikin, diçin vir de wê de gotinên xerîb, ji erebî, latînî, farisî tînin, bi hev ve pîne dikin di nava tirkî de dihunin. Hûn çi ji zimanê xelkê dixwazin?       
Em di sedsala 21’ê de ne, kurd kurdî ji bîr dikin, roj bi roj ji xezîna xwe ji diyariya bav û kalan bê par dimînin.  
Heta mirov mafê xwe di gel her berdêlî di pratikê de bikarneyne tu otorîte, tu desthilatdarî  vê yekê li ser tepsiyeke zêrîn diyarî  mirovan nake. 
Qedexeya kurdî çiqas şerma Tirkiyeyê be ew qas jî şerma wan kurdan e yên ku ji vê hişmendiyê bêpar in, yên ku zimanê xwe bikarnaynin, heyranên tirkî û erebî ne.  
Werin em wê xezîneya xwe nedin dizîn, nevêjin nav lingan. Ew êdî ne tenê xezîne ye, ew her wiha  berhemeke kevnare ye,  wê di paşila xwe de biparêzin û teslîmê nifsa nû bikin.
Hin Nivîsen Nivîskar

Çima her sibe ez ew qas ecele dikim?

  • 05 Avrêl 2024

Vê sibê giran hereket dikim, giran giran ji malê derdikevim. Fikrekê ji nişke ve xwe li min digire: Bila îro jiyan li pey min were! Ezê baz nedim li pey wê. Ma ez koleyê...

Diyaloga min û Serayê

  • 14 Adar 2024

Vê şevê atmosfereke ecêb heye; kesek tune li kuçeyan, her kes li mala xwe ye.  Hêdî hêdî lembe jî ditefin li kolanên ser rêya min.Ji atolyeya resimê...

Li ser axa bi bereket mirov çawa hê jî birçî ne?

  • 18 Gulan 2021

Li saziya ragihandinê ku îro lê kar dikim,  rojane bi sedan nûçe tên ber destê me. Bê guman hemû nûçe girîng in, lê ji ber dema bi sînor...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Associated Pressê ligel Ebdî axivî

ad

Li dû nûçeyan 12 sal

ad

Agahiyên nefermî: Macron bi ser ket

ad

Med Muzîkê dest bi weşana testê kir

ad

Talabanî û Hevserokên DEM Partî û DBP'ê hatin ba hev

ad

Li fûarê neheqî li Berken Bereh kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname